Axaftinek li ser Kurdistanê li Talavera de la Reina

Ji bilî ala Yekîtiya Ewropa û ya Spanyayê, her wiha ala herêma xweser a Castilla La Mancha û ya bajarê Talavera de La Reina hatine bicîhkirin

Di meha çileya pêşîn  ji sala bihorî de ez ji aliyê înstîtuyeke spanî li bajarê Talavera de La Reina (115 km li başûrê rojavayê Madrîdê bi cih dibe)  hatibûm vexwendin ta ku li ser kurd û Kurdistanê biaxivim û ji bo ku ji şagirtên sinfên curbecur yên înstîtuyê  û mamosteyên wan  re rewşa mafên mirovan li Suriyê şîrove bikim. Her wiha min li ser hinek mafên ku destûra Spanya ji welatiyên xwe re garantî kiriye û çawa heman van mefan li Suriyên têne binpêkirin yan jî qet di destûra Suriyê de nehatine bicihkirin.

Di dawiya axaftina xwe de min, bi alîkariya Alfonso, strana “Hat Kerwanê Helebê” xwend, lê herdem perçeyekê li ser zêde dikim, ew jî derbarê zîndankirina min li zinadana Helebê di 20 adara 1999 an de.

Birêvebira înstîtuyê diyariyek sembolî da min, ew jî qotîkeke biçûk  ji seramîkê  bû, ji ber ku Talaver de la Reina bi pîşesaziya seramîkê pir navdar e, ew weke bajarê seramîkê li Spanya û derveyî wê tê naskirin.

 

Li ser rewşa 300 hezar kurdên bênsaname diaxivîm

 

Li ser kurdên Kobanî û Efrînê deng dikim
Ket zindana Helebê hawar lê dilê lê dilê lê lê ...Ji bo agirê Newrozê bimirim lê dilê lê dilê lê lê...

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s