Ez ne li dijî daxwaza Goran im

Aknews ajansa herî çalak û ya herî nêzîk ji objektîvbûnê di nav ajanasên nûçeyan yên kurdî, di Google Readera xwe de ez tevahiya sernivîsên beşê kurmancî dişopînim, gelek caran sernivîsên kêmwate tên weşandin, yanî gelek caran mirov tê nagihêje redakter bi sernivîsa xwe çi dixwaze bêje.

Çend mînak ji sernivîsên nûçeyan:

Ji Şamê piştgiriya serhildana Misrê ( Gelo wateya “Ji Şam” di vir de çi ye?)

– Li Misrê bêtirî 100 kesî mirin e ( Gelo ji bo çi mirin? teqîn bû, du tren bi hev ketin an jî keştiyek binav bû)

– Li bajarên kurdan 23 hezar û 573 binpêkirina mafan (Bajarên kîjan perçê?)

– Radyasyona bilind nehate tesbîtkirin (Radyasyona çi?)

– Kurdan Îran protesto kir (Çi protesto kirin?)

Niha jî min ev nûçe xwend: “Kurdên Sûriyeyê li dijî daxwaza Goran in”

Nûçevan radigihîne ku nûnerên partiyên Kurdî (Yekîtî û Azadî) li Sûriya yên li Herêma Kurdistanê, helwesta xwe li dijî daxwaza Goran nîşan dan û xuya kirin, divê her guhertin bi şêweyekî demokratîk bête kirin.

Vêca pirsa me jî ev e, gelo nûneriyên du partiyên kurdî li Suriyê kurdên başûrê rojava temsîl dikin?, bi hezaran kurdên Suriyê hene piştgiriya ti partî nakin, her wiha tevahiya partiyên kurdî nêrînên xwe hîn nedane, vêca ji bo çi ev sernivîsa we?.

Nûçegîhan dibêje: Tê zanîn Tevgera Goran, di daxuyaniyekê de, daxwaz kiribû, hikûmet û parlamentoya Kurdistanê bên hilweşandin.

Opozîsiyon li gelek welatan dema ku dibîne ku karê hikûmet qels bû ye yan jî bi karê xwe baş ranabe dibêje bila hikûmet hilweşe û bila hilbijartinên pêşdemî werin lidarxistin.

Di nêrîna min de tevgera Goran ti şaştî nekiriye, hikûmeta herêmê jî dikare li dijî  daxwaza Gorranê derkeve yan jî hilbijartinên pêşdemî ragihîne.

Nivîsek têkildar: Bê Goran Jiyan Nabe

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s