Di partiya “Yekîtî” de cihekî ji jinan re tune ye

Çalakiya partiya Yekîtî li Castle /Almanya - Foto: Gemya Kurda

Li gorî nûçeyeke ku îro li Rûdawê hatiye weşandin, Partiya Yekîtiya Kurdistanî li bajarê Castle li Almanya “semînereke cemawerî ya berfireh” lidarxist.  Mebesta çalakiyê jî “bihêzkirina têkiliyan bi revenda kurd re li Almanya  û eşkerekirina plan û zordariyên rêjîma Sûriyê dijî kurdên rojavayê Kurdistanê û zêdekirina çalakiyên revenda kurd li Almanya “.

Berî vê jî bi du salan partiya Yekîtî Konferensa xwe ya (IV) li Ewropa li Almanya lidarxistibû, dema min wêneyên konferansê dîtibûn min di şîroveyeke xwe di Avestakurd de gotibû: Zor û zor badaxawa ji vê partiyê re, mirov ji van dîmenan fedî dike. Partiya Yekîtî (Beşê Ewropa) bi beşdarbûna hejmareke mezin ji endam û alîgirên ku ji gelek dewletên Ewropayê amade bûn… Lê mixabin, gorî dîmenan, xuya ye ku jinek endam di vê partiyê de li Ewropa tune ye. We ji bo çi vexwandinek neşad Sûriyê ji bo dawetkirina jinên ku li welat dijîn?, lê li wir jî jinên endam tune ne di vê partiyê de.

Konferansa partiya Yekîtî ya (IV) li Ewropali Almanya / Foto: Avestakurd

Îro jî dîsa ev dîmen dubare dibe, di wêneyên partiya Yekîtî de min qehwexaneyek rojhilatî dît, ango qehexaneya ku tenê mêr lê dicivin û hebûna jinan di van qehwexaneyan de şembûneke mezin e, vêca nizanim eger endamên partiya Yekîtî bi rastî li Ewropa dijîn yan jî endamên jin di vê partiyê de tune ne.

Bê beşdarbûna jinên kurd di çalakiyên civakî û siyasî de “Yekîtî” gotinek derew e.

Bê beşdarbûna jinên kurd di civîn û kongreyan de bi awakî çalak û hejmarekî mezin “Yekîtî” peyvek bêwate ye.

Bê beşdarbûna jinên kurd di standina biryarên siyasî  “Yekîtî” xapandinek mezin e.

Yekîtiya mêran nayê wateya yektiya kurdan, bê jinan “Yekîtî”  nabe.

Çalakiya partiya Yekîtî li Castle / Almanya – Foto: Gemya Kurda
Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s