Bikaranîna zarokan ji bo propogandaya siyasî

Wêneyek ji kampanyaya tevgera Goran di hilbijartinên dawî de / Foto: Rudaw

Duh malpera Rûdaw nûçeyek bin sernivîsa  Daxwiyaniya Goran û reaksyonên wê bi dîtina pisporên rojavayî weşandibû, nêrîna yek ji van pisopran nêzîkî nêrîna ku min berî çend rojan weşandibû derbarê daxuyaniya Goranê. Rêveberê Beşa Giştî yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa yê Grûba Krîza Navnetewî (International Crisis Group) Yûsif Hîlterman rexne li bersiva dijwar a deshilatê ya li dijî Goran digre û wê yekê bi vî awayî ji Rûdawê re eşkere dike: “Ji dêlva ku bersiva daxuyaniyên bi vî awayî bidin, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxwazên hevwelatiyan bide. Ew jî hebûna herêmeke aram û hikûmeteke wan hebe ku bikarin bi awayekî serkeftî xizmetê pêşkêş bikin, derfetên kar peyde bikin, li dijî gendeliyê rawestin û şefaf be. Eger hikûmet nekare van karan bike, wê rastî hinek daxwazên din jî bê.”

Lê wêneya ku Rûdaw di vê nûçeyê de belavkiribû ez tengijandim, min berê jî di nivîsên xwe de hişyarî bi vê yekê kiribû, ew jî bikaranîna zarokan di çêkirina propogandayên siyasî, olî, hizbî….hwd. Li vir jî dîsa dubare dikim ku têwerdana zarokan di vê warî de karekî pir xerab e. Zarok di van temenî  de nikarin projeyên hemû partiyên siyasî bixwînin ta ku piştgirita  partiyekê bikin. Mixabin zarok herdem di gelek waran de bi awakî qirêj tên bikaranîn, helbet ne tenê tevgera Goran wisa dike, hemû partiyên kurd û yên cîhana paşketî wisa dikin. Mixabin zarokên bêguneh di temenkî biçûk dibin Apoçî, Barzanî, Talabanî û …hwd. Divê ku ew partiya xwe hilbijêrin, ne ku îdyolojiya malbatê û eşîretê li ser wan bê ferzkirin.

Di warê olî de zarok ne xwedî biryar in, zarok bê vîna xwe dema tên jiyanê  dibin musulman, êzîdî, cihû, xiristiya…  Divê zarok dema ku bixwazin  ola xwe hilbijêrin ne ku ol wan hilbijêre.

Li Kurdistanê zarok dîsa jibo propoganadyê têne bikaranîn (Şîrove û Vîdyo)

Roj tv zarokan fêrî çanda şer dike (vîdyo)

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s