Û li dawiyê sansûr li ser Şivan Perwer rabû

Piştî 10 mehan Avestakurd sansûr li ser hunermend Şivan Perwer rakir, birêvebirê  Avestakurd birêz Dilbixwîn Dara bi weşandina nûçeyek  li ser  daxuyaniya Şivan di derbarê rexneyên rojnamevanên Apocî ku li dijî wî nivîsandibûn. Duh birêz Şivan daxuyaniya xwe di pêveke pdf de ji me re şand.  Şivan her wiha bi rêya vîdyoyekê jî derbarê daxuyaniya xwe de axivî.

Avestakurd jî îro ev vîdyo weşand û qedexekirina ku deh mehan li ber xwe dabû bi dawî kir, sedema vê qedexekirinê jî şexsî bû, ew jî  ji ber şerê ku di navbera Şivan û Dilbixwîn di  galaya  fîlma “Min Dît”  de ku li Kolnê rû dabû. Wê çaxê Dilbixwîn nûçeyek weşandibû û  têde gotibû ku Şivan Perwer wî bi kuştinê tehdît kiribû, ji wê demê heya roja  îro ti nûçe li ser  Şivan nehatin weşandin. Ev jî şaştiyek mezin bû, Avestakurd hem hits wendakirin hem jî xwendevanên xwe ji nûçeyên Şivan bêpar kirin, lê ev gav bê sûd bû ji ber ku bikarhênerên înternetê dizanin çawa bighêjin hunermendê xwe  ta ku nûçe û çalakiyên wî bişopînin.

Ne tenê Avestakurd wisa ye lê belê  gelek malper bi vê nexweşiyê ketine, ango bi karê aghdarkirina bêalî û objektîv ranabin, nûçe an jî nivîsên hin kesan li ser pelikên malperên xwe qedexe dikin.

Di dawî de ez helwesta birêz Dilbixwîn weke gaveke erênî dibînim û hêvîdar im ku bihna hemû xwediyên malperan fereh be û dev ji qedexekirina nûçeyan an jî ji veşartina rastî û agahiyan  berdin.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s