“Spanya li Kurdistanê balyozxane vedike”!

 

Despêka malpera Rizgari.con

Malpera Rizgarî yek ji malperê herî çalak di medya kurdî de, nûçeyan bi awakî baş redakte dike. Lê îro ev nûçe ez bi çolê xistim. Dem min sernivîsa nûçeyê di google redera xwe de xwend, hem min nûçe tikand ta ku ez berfehiya wê bixwînim.

Rizgarî di dawiya nûçeyê de  Puk media wek çavkanî bi nav dik, min berê xwe da Pukmedia û ez  geryam min ev nûçe peyda nekir. Mi berê xwe da malpera Hikûmeta herêma  Kurdistanê krg.org, dîsa min agahiyek wisa nedît. Min serdana gelek malperên başûrê Kurdistanê kir, dîsa rastî tiştekî wisa nehatim. Ez di motora lêgerînê ya Google bi zimanên ku ez dizanim geriyam û geriyam lê bê çare, ev agahî tenê di rizgari.com de hatiye belavkirin.

Lê hewce nedikir ku ez bigerim, her kes dizane ku welat li ser ruyê erdê   ku du balyozxane  di heman welatî de vekin tune ye, tenê eger ev welat perçekirkî be wek Korya başût û Korya bakur. Min digot belkî Rizgarî behsa konsolxaneyekê dike lê dîsa ez pêrgî  nûçeyekê wiha nehatim.

Her wiha sernivîsa Rizgarî şaş e, ji ber ku  Kurdistan di dilê kurdan de heye lê li ser  nexşeya polîtîk ya cihanî tune ye. Redakter divê Herêma Kurdistanê binîvsanda ne Kurdsitan. Ev jî şaştiyek ku di gelek malperan tê dubarekirin nemzae dema behsa serokê Herêma Kurdistanê dikin û wî weke serokê Kurdistanê bi nav dikin.

Ez tevahiya nûçeya Rizgarî li vir ji xwendevanan re dihêlim.

Rizgarî Online/ Sefîrê Spanyayê Xosé Torpin got ku welatê wî girîngiyeke gelek mezin dide Kurdistanê. Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî, di meqamê xwe yê di parlamentoyê de Sefîrê Spanyayê yê li Îraqê û şanda pê re qebûl kir.

Dr. Kemal Kerkûkî bi Sefîrê Spanyayê Xosé Torpin û şandeya pê re civiya. Di hevdîtinê de Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê ya li Spanyayê jî beşdar bû. Heyeta Spanyayê di hevdîtinê de ragihand ku ew ji serdena xwe ya fermî û mêvanperweriya ku ji wan re hatiye nîşandan gelek kêfxweş bûne.

Sefîrê Spanyayê yê li Îraqê Xosé Torpin di daxuyaniya xwe de got ku welatê wî girîngiyeke gelek mezin dide Kurdistanê û ji bo ku têkiliyên wan ên heyî xurtir bibin, ewê di demeke nêz de li Kurdistanê balyozxaneya xwe vekin.

Serokê parlamentoyê Kemal Kerkûkî jî ragihand ku dergehên Kurdistanê ji Spanya û tevahiya welatên demokratan re vekiriye. Kerkûkî derbarê dîroka kurdan de agahiyên girîng da şandeya Spanyayê.

Çavkanî: PUK Media
Jinûvesazkirin: Jar Jan Dilpola

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s