Seddamê kurd ji me kêm bû

Ciwanekî birîndar li kolanên Silêmanî / Foto: Facebook

Min nizanîbû ku rojekê PDKê wê li pey şopa rejîma Siûdî jî biçe, heya roja duh min nizanîbû ku destbirandin wê li Kurdistanê jî hebe. Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di daxuyaniya xwe de derbarê buyerên dawîn li Silêmaniyê ku têde çend kes mirin û bi dehan birîndar ketin got: “Emê destê ku dirêjî me bibe bibirin”.

Em dizanin ku  li herêmê kesên dijberî deshilatê têne îşkencekirin û di hin caran de jî têne kuştin lê min nizanîbû ku Fazil Miranî wê rojekê  hovîtiya ku li Siûdiyê dibe derbarê birandina destan bîne herêma Kurdistan.

Hikûmeta herêmê divê bi lez  berpisiyarên ku biryara kuştina xwepêşandarn li Silêmaniyê dan bidarizîne, Fazil Mîranî be yanî kî be bila bibe, hemû divê derkevin pêşberî dadgehê û bêne darizanin.

Eger alîgirên Goranê êrîş birin  li ser  navendekî PDKê, ev nayê wateya ku alîgirên PDKê bi şaştiyeke din  bersiv bidin. Bi vê çandê, çanda eşîran û çanda tolhildanê, em tu çareserî nabînin. Xuyaye ku Kurd  ji şerê birakujî ya 1996an ti ders negirtin, zor bi daxawa hîn kurd  bi destê kurdan têne kuştin

Niha jî Fazil Miranî bi destjêkirine kurdan tehdîd dike, ev ji me kêm bû,  Seddam ereb çû lê Seddamên  kurd  pey wî hatin.

Têbînî: Ev vîdyoya li jêr  derbarê xwepêşandana Silêmanî  ji aliyê San Saravan hatiye amadekirin.

Advertisements

One thought on “Seddamê kurd ji me kêm bû

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s