Hevpeyvînek ligel Behman Qubadî

Photo Nadji

Piştî du sal û nîv salan ji çêkirina  hevpeyvînekê li gel sînamevanê Kurd Behman Qubadî, rojnamevana spanî Catalina Gómez Ángel biryar da ku vê hevpeyvînê di kovara Arcadia a elektronî biweşîne, hevpeyvîn ji bo rojnameya El Periódico de Cataluña hatibû çêkirin lê rojname hevpeyvîn neweşand. Ji ber balkêşbûna vê hevpeyvînê nemzae  ji bo naskirina tiştê ku di hundirê sînameya Îranî de rû dide me hevpeyvîn veguheste Kurdî.

Ji bo çi hûn ji Îranê diçin?

Ev bûn du an jî  sê salan ku ez bi vê tiştî difkirim, lê êdî nema dikarim kar bikim di bin yasayên vê sîstemê de. Kontrolên vê hikûmetê  her tişt dijwartir bûye. Ji ber van kontrolên mezin û ji ber kêmbûna derfetên aborî ku dikevin destên me  di vî welatî de êdî naxwazim berdewam bikim di çêkirina xebatên biçûk de. Min dît ku divê ez bar bikim, lê ev nayê wateya ku ta ebed  ezê ji Îranê dûr bikevim. Ezê salane carekê an jî du caran vegerim ji bo dîtina malbata xwe, lê ezê venegerim bo çêkirina fîlman, qe nebe di vê demê de. Ez bawer im ku rewş wê rojekê  bê guhertin, wê çagê ezê vegerim ta ku ez ji vir bixwebitim ji ber ku ez Îranî me, kurdekî îranî me.

Hûn heya niha di mijarên girêdayî Kurdistana Îranî de xebitîn. Hûn ê dev ji van mijaran berdin?

Na, bervajiya vê yekê ezê ji derveyî Îranê hîn çalaktir bim. Ez hizir dikim  ku xebat ji Amêrîka û Îraqê wê azadiyeke mezin bide min bo çêkirina fîlman, ezê li aliyê din ji sînoran fîlman bikşînim.

Gelo fîmên we gelek caran hatibûn qedexekirin?

Pirsgirêk li Îranê ku sînamevan gelek caran li benda qedexekirinê namînin, em xwe bi xwe qedexe dikin. Ji ber gelek sedeman em wisa dikin, wek nimûne, ji bo bidesxistina destûra pêşandana fîlmê di hundirê welêt de, an jî ji ber tirsa ku me nehêlin ku em fîlmekî dîtir çêbikin. Hinek ji fîlmên min bi awakî ecêb diqedin, yek dikare pirs bike ji bo çi bi vî şêweyî diqede û ne  bi şêwyekî din. Li Îranê fîlm gelek caran bi şadî  bi dawî dibin, destûr ji me re nîne ku em tiştên tarî nîşan bikin, wek mînak, kesekî xwe bikuje. Min  bi xwe sansûr danî li ser fîlma “Nîvê Heyvê” bi hêviya ku ew li Îranê bête nîşanadan. Li hemberî sîstemê ez teslîm bûm, digel vê tiştî min tiştekî bi dest nexistibû. Ez niha poşmam bûm e. Gelek caran ji xwe dipirsim “Bo çi min wisa kiribû?”

Anku hûn ê  fîlmekî bê destûr bikşînin û piştre hûnê ji welat herin.

Êdî ne xema min e ku ez destûr bigrim yan jî na bo çêkirina fîlma xwe ya nû. Berê ji sedî 50 ji fîlmên min yê min bû, ji sedî 50 yên din jî diçûn li ser lêçûnên ku min dida ji bo wergirtina destekirina sîstemê  ji bo çêkirina fîlman.  Ji vir û wêda  ji % 100 ji fîlman wê yê min be, bêyî ku ev  bê wateya hebûna pirsgirêkan ligel kesekî, ne jî wateya ku tirsa min  ji encamên vê biryarê hebe.

Lê gorî ez têgihîştim ev fîlm ne li Kurdistanê dê li Tehranê bê kişandin. Bo çi?

Li Îranê her tişt di bin kontrolê de ye, şêweya herî hêsan bo kontrolkirinê nehîştina ku herêmên marjînal çalak bin. Dibêjin ku xema yekîtiya netewî dixwin lê ew nabêjin “Bahman Qubadî cenabê we divê  fîlmekî li Kurdistanê çêbike”, girinigiyê didin Tehranê ji ber ku ji perçebûna Îranê  ditirisin. Lê ew pêwistiyê nadin pirsa hindiknetewan ev tişt jî nerazîbûna van hindeknetewan  peyda dike. Her wisa ev tişt dihêle ku kesayetiyên cîhana çandî yên herêmên Îranê bên Tehranê û dev ji xebata di herêmên xwe de berdin.

Ew êdî  naxazin ku ez fîlman li Kurdistanê yan jî bi Kurdî çêkim. Çawa dixwazin yekîtiya Îranê biparêzin gava cudahiya danûstandinê dixin navbera Kurd û Farisan, di navbera Belûşî û Tehraniyan de. Ezê vî fîlmî li Tehranê çêkim ji ber ku ez hest dikim ku ew naxwazin li Kurdistanê bê çêkirin, cihê ku ew zêde me kontrol dikin. Her wiha tiştên ku pêdiviyê min pê heye ji bo fîlmê ezê li Teharên  bibînim.

Bo çi nahêlin ku  tu “Nîvê Heyvê” nîşan bidî?

Ew min bi cudaxwaziyê tawanbar kirin û ku ez li serxwebûna Kurdistanê digerim, lê tekane tişt ku ezê lê nagerim ev e, ev tekane tişt ku pê bawer nakim, qe nebe di vê demê de. Belkî ez bi vê tiştî biramim eger rewşa Kurdan roj ji rojê xerbatir bibe. Lê ez qet  vê boçûyînê destek nakim eger fersend bidin hemû kêmnetewan û bi wekhevî  bi me re danûstandinê bikin. Hîç ez piştgiriya serxwebûna herêmekî nakim heyanî herêma herî biçûk di Îranê de.

“Nîvê Heyvê” ji çîrokên rastîn hatiye çêkirin lê ev xelk ne amadeya ta ku rastiya vî welatî bîbîne, an jî naxwaze bibîne.  Ew gotin ku eger ez dixwazim fîlm bê pêşandan divê ez 12 xulek ji fîlmê jê bikim. Ta ku ez ji wan re xuya bikim ku ez ne cudaxwaz im min 12 xulk jê kirin. Min fîlm bi awakî taybet çêkir bi mebesta ku fîlm neyê qedexekirin, lê ez niha poşmam bûme ji  ber neçêkirina fîlmê li ser kêfa xwe. Baş dizanim ku tiştekî xerab di fîlmê min de tunebû, lê dizanim ku pirsgirêka nehîştina nîşandana fîlmê ew e  ku jinek stranek dixwîne, û digel ku ew stran olî ye. Belam ew nabêjin ku problem ev e û min bi cudaxwaziyê tawanbar dikin, û ez ne wisa me.

Çawa we destûrên çêkirina fîlmên berê  bi dest xistibû?

Ji bo fîlma yekemîn bi rêya rûkeniyê. Herdem rûyê min li ken bû (di vê kêlîkê de  rûyê xwe li ken dike û destê xwe dide ser dilê xwe  ta ku nîşan bide  çawa ew li hemberî wezîfedaran tevdigeriya). Ew qet nedizanî ku ezê fîlm li Kurdistanê bikşînim, ne jî zanîbûn ku fîlm wê bi Kurdî be.

Û çi bû piştî wê?

Tiştekî negotin, zemanekî ne xerab bû. Van fîlman di dema hikûmeta serok Muhemed Xatemî bûn, yê ku di navbera 1997 û 2005 di desthilatê de bû. Her wisa destûr dan min ji bo nîşandan fîlmê di du salayan de. Fîlmên serbixwe tenê destûra nîşandanê di du salayan de. Wek nimûne “Kusî dikarin bifirin” di du  salayan de hatibû nîşanadan, di heman demê de  fîlmekî din ku destekirina  hikûmetê standibû, fîlmekî pir  xerab, di 36 salayan de dihate nîşandan. Piştî heftyekê jî salayeke din dan wî fîlmî û  salayeke tenê  ji min re hîştin.

Tiştekî ji we re nehîştin, ne jî piştgiriya we kirin.

Qet piştgirî nedane min. Wek mînakek, kêlîkek tenê nedan min ta ku ez reklama fîlmên xwe di televîzyonê de bikim. Fîlmên min jî di televîzyona Îranî de naweşînin.

Panorama gelek reş e ji  bo derhênerên serbixwe weke min. Em hemû sihir çêdikin. Ji tunebûnê em fîlman çêdikin. Ji  sedî 90 ji hêza me li ser wergirtina destûran diçe. Di roja kişandina fîlmekî de li şûna ku ez bi cihê danîna kamîrayê û kişandina dîmenan bifkirin ez xema cihê kişandina fîlmê dikşînim ta  polîs li derdorê me tune bin.

Wekî din kontrol di çi warî de  heye?

Ji bo çêkirina fîlmekî divê mirov ji fîltera hikûmetê a yekemîn derbas bibe, anku wergirtin destûra çêkirina fîlmê an jî na û piştre, dema produksiyon amade be, destûrekî din dide ji bo nîşandan wê. Gelek  caran mirov ji fîltera yekîmin derbas dibe lê ji ya duyemîn derbas nabe.

Her wisa ji bo peydakirina ekîpên xebatkarên fîlmê pêdivî bi destûra hikûmetê heye, her wiha ji bo bidesxistina fînansekirina bankan dîsa destûr gereke. Wek mînakekê niha nawêrin peryan bidin min eger min destûra çêkirina fîlmê nestiandibe, ji ber ku wê pêrgî zordestiyê bên. Her wiha kesên ku alîkarî di fîlmê de dikin, wek mînak ekîpa makyajê ditirse ku alî min bike eger moin destûr ji Wezarta Çandê wernegrirtbe. Her wiha beşekî mezin ji Rojname û kovaran ji hêla hikûmetê kontrolkirî ne û naxwazin têkevin di nav pirsgirêkan de.

Kî piştgiriyê distîne?

Fîltera hikûmetê pir tarî ye. Hikûmet tenê piştgiriya hindek derhêneran dike, gelek caran jî ev destekkirin girêdayî mijara fîlmê dibe, ya ku divê li gorî sloganên ku hikûmet dixwaze destek bike  biçe.

Fîlmê ku piştgiriya hikûmetê distînin fînansekirineke mezin werdigrin, we mînak ji yek heya pênc mîlyon dolar distînin, fîlmên din yên derhênerên serbixwe yên ku destûra kişandina fîlmê werdigrin tenê  ji 300.000 heya 500.000 hezar distînin. Ji ber wê gelek derhêner ji tirsa newergirtina destûra hikûmetê biryara çêkirina fîlmên ku bi dilê hikûmetê be distînin.

Gelo hikûmetê çi got dema we dest bi wergirtina serkeftina navnetewî kiribû?

Li Îranê du grupên cuda ji derhêneran heye. Yên ku piştgiriya hinkûmetê dstînin û yên ku nastînin. Rengê fîlmên ku ez çêdikim ne destek dikin ne jî tê dişînin bo festîvalan. Herdem ez bûm yê ku her tişt dilivand ji bo şandina fîlmên xwe bo festîvalan, ew ti destek nedan min heyanî bo şandina fîlmê bi rêya balafirgehan. Hemû fîlm min bi rêya bawilên xwe derxistin, û ew ji vê tiştî heznakin. Bo nimûneyekê dema min Nîvê Heyvê çêkiribû, ji min re gotin ku ez ti agahî nedim rojnameyan û min wisa kiribû, belam rojname  di dawî de

agahdar bû ji ber belavbûna ku fîlm bi dest xistibû di derveyî Îranê de. Li aliyê din jî rengekî din ji fîlman heye, pir xerab û bêwate, ku ew dişînin bo festîvalên pir xerab, van fîlman dengekî mezin di rojnameyên îranî de distînin.

Ev xelkê ku van kontrolan dikin ku derhênerên weke min desv ji vê welatî berdin  ta ku rê li pêşiya derhênerên nêzîk hikumetê hîn vebe.

Gelo bandora vê yekê li ser kalîteya sînameya Îranî wê çawa be?

Ji derve de mirov dirame ku ew di rewşekî baş de ye, herdem fîlmên derhênerên Îranî di festîvalên mezin yên sînamyê de li cîhanê cih digrin.

Pirsgirêk ku van kontrolan hîştin ku sînameya îranî  pir dubarekirî be. Hemû fîlm bi heman şêwe têne çêkirin, mijarên wan jî dişibihin hev. Niha jî rewş hîn xerabtir e. Divê ji sibê heya hêvarê tenê em li duv vî xelkî bigerin ji bo wergirtina destûrê.

Hin wezîfedar hewl didin ku xebata xwe baş çê bikin lê ew destgirêdayî ne. Ez bawer im ku  li Îranê nirxa me weke hunerçêker nas nakin.

Gelo wê rojekê ev rewş bê guhertin?

Heya ku ev kontrol hene rewş wê baştir nebe.

Advertisements

2 thoughts on “Hevpeyvînek ligel Behman Qubadî

  1. Avestakurd.net kirasên nedirûtî li Behmen Qobadî dike

    Piraniya malperên kurdî bi xêra “copy & paste” rûpelên xwe dadigirin. Avestakurd.net yek ji van malperan e.

    Vê malperê îroj li jêr sernavê “Qobad: Ez qet serxwebûna Kurdistanê naxwazim” (navê camêr Qobadî ye!) wergera hevpeyvîneke bi Behmen Qobadî re weşandiye (biner: http://avestakurd.net/news_detail.php?id=12095), ku ji bloga Zinar Ala hatiye kopîkirin (biner: https://zinarala.wordpress.com/2011/02/23/hevpeyvinek-ligel-behman-qubadi/).

    Ji bilî guhertina sernavê hevpeyvînê, Avestakurd.net tiştek din nekiriye. Ji ber vê yekê dema mirov “Qobad: Ez qet serxwebûna Kurdistanê naxwazim” dixwîne, mirov bawer dike ku bi rastî ev gotin ji devê Behmen derketine. Lê rastî ne wilo ye.

    Li ser pirsa “Bo çi nahêlin ku tu “Nîvê Heyvê” nîşan bidî?” (mebest Îran e), Behmen wilo bersivê dide:

    “Ew min bi cudaxwaziyê tawanbar kirin û ku ez li serxwebûna Kurdistanê digerim, lê tekane tişt ku ezê lê nagerim ev e, ev tekane tişt ku pê bawer nakim, qe nebe di vê demê de. Belkî ez bi vê tiştî biramim eger rewşa Kurdan roj ji rojê xerbatir bibe. Lê ez qet vê boçûyînê destek nakim eger fersend bidin hemû kêmnetewan û bi wekhevî bi me re danûstandinê bikin. Hîç ez piştgiriya serxwebûna herêmekî nakim heyanî herêma herî biçûk di Îranê de.”

    Mebesta Behmen Qobadî Kurdistana Îranê ye. Ew dibêje ku ew “di vê demê de” li serxwebûnî nagere û berdewam dike ku “belkî ez bi vê tiştî biramim eger rewşa Kurdan roj ji rojê xerbatir bibe”. Ew herweha dibêje: “Lê ez qet vê boçûyînê destek nakim eger [bala xwe bidin peyva EGER, SHB] fersend bidin hemû kêmnetewan û bi wekhevî bi me re danûstandinê bikin.”

    Eger wergera Zinar Ala rast be (ji xwe AvestaKurd.net xwe dispêre vê wegerê), Behmen Qobad qet negotiye ku ew serxwebûna Kurdistanê naxwaze. Ango AvestaKurd.net hevokek sipartiya Behmen Qobadî ku qet ne rast e.

    Nexweşiya a “copy & paste” bûye belayeke mezin. Do wezîrê berevaniyê yê Elmanyayê dev ji karê xwe berda, çimkî wî di nameya xwe ya dektorayê de gelek caran “copy & paste” kiribû û berhemên xelkê dizîbû û ew bi kar anîbûn, bêyî ku vê yekê eşkere bike.

    Îca Avestakurd.net ne tenê “copy & paste” kiriye, wê xwestiye “kirasên nedirûtî” li Behmen Qobadî bike.

    E-Mail: sirwan@amude.com

    (ji facebookê)

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s