Mesûd Barzanî divê dev ji serokatiya Herêma Kurdistanê berde

Li Silêmanî welatiyek li ser kampanyaya “Ez te wek serokê xwe nawxazim” îmze xwe davêje / Foto: Ji Vidyoya San Saravan

Di gelek caran de daxuyaniyên  serokê herêma Kurdistanê Mesûd Baraznî balê min nakişînin û ez wan  naxwînim, ji ber ku bihna rastiyê jê nayê, lê belê bihna xapandin û dûrûtiyê jê dikele.

Birêz Mesûd di yek ji daxuyaniya xwe yên dawîn dibêje:

1) “Dilopek xwîna ciwanên Kurdistanê, ji hemû sermiyan û milkê dinê, pir binirxtir e.”

2) “Em dê hewl bidin di demên bê de, digel piraniya aliyên siyasî, hikûmet û parlamentoyê derbarê pirsgirêkan de bicivin.”

3) “Lê divê rewşa Kurdistanê, digel welatên din neyê qiyaskirin. Ji ber ku me bo van destkeftan, gelek bedel û qurbanî dane.”

– Ê baş e kek Mesûd, vêca ji bo çi çeteyên we gulleyên xwe li ser  xelkê sîvîl li Silêmaniyê barandin?

– Ji bo çi hevalê we dixwaze destê kurdan bibirîne?

– Ev bû çend sal parlamana Kurdistanê ava bûye, ma ji bo heya niha li dijî gendeliyê û çêkirina reforman ne civiyaya?

– Gelo Hikûmeta Nêçrvan û hikûmeta Berhem Salih heya niha li ku bûn û li dijî gendeliyê çikirin?

Biborin,  min hevoka sisiyê baş fêm nekir, lê bawer nakim jî ku kesek bikaribe ev  enîgma birêz Mesûd ji min re şîrove bike.

Mesûd Barzanî divê dev ji serokatiya Kurdistanê berde

Ne ku ji ber ew bi erekê serokatiya herêmê baş ranbûye, ne jî ji ber ku ew, eşîret  û partiya xwe koka gendeliyê ne, belam ji ber ku kek Mesûd ji bo ajanseke nûçeyan ya îtalî  re ragihandibû ku eger 50,000 welatî bixwazin ku ew dev ji serokatiya herêmê berde  ewê dawaza wan bi cih bike. Li Silêmanî kampanyayek  bi navê “Ez te wek serokê xwe  naxwazim” destpê kiriye û heya niha  51,000 îmze berhev kirine.

Serok Baraznî divê xwedî li gotina xwe derkeve û dawxaza welatiyên  ku serokatiya wî naxwazin bi cih bike.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s