Gelo TVE wê dîmenên xwepêşanda 15 adarê biweşîne?

Trinidad Jimenez û dîktator Beşar El Esed duh li Şamê / Foto: AFP

Ji duh de û heya dema nivîsandina vê gotarê medyaya ku bi zimanê spanî diweşîne nûçeyan belav dike li ser  xwepêşandana ku duh li Şamê  rûda bû  piştî banga “serhildana Suriyê ya 15 adarê li dijî Beshar El Esed” li ser Facebookê.

Sedema vê yekê jî tesadufa ku wezîra dereve yê Spanya Trinidad Jiménez ya ku Suriyê dikir rastî wê xwepêşanadanê hatibû dema serdana Mizgefta Umeyayê  ya mezin dikir, ligel wezîra spanî bi dehan rojnamevanên spanî hebûn, hemû jî ji rojnameyên xwe re rapor derbarê vê xwepêşandanê şandin. Çapamaniya spanî ragihand ku  kamîravanê televîzyona spanî TVE karîbû çend dîmenan ji kesên xwepêşander re bigre berî ku endamekî ji hêzên deshiladariyê wî bi awakî sert qedexe bike  ku dîmenan bikşîne.

Çend sernivên rojnameyên spanî:

El Mundo: Xwepêşandanek li Suriyê li dijî rejîma El Esed

La Razón: Jiménez li Şamê bi banga “Azadî ji Suriyê re” tê pêşwazîkirin

Malaga Hoy: Jiménez li Şamê  rastî xwepêşandanek “Roja Hêrsê”  tê

Catherine Ashton

Bervajî helwesta  seroka karûbarên derve ya Yekîtiya Ewrûpa Catherine Ashton ya ku  duh ji Brukselê ji deshilata Suriyê azadiya hemû girtiyên siyasî xwestibû, mixabin Trinidad Jiménez  bi awakî eşkere bi deshilata Sûrî re behsa rewşa mafên mirovan nekir.

Tê zanîn ku pêwendiyên hikûmeta José Luís Rodríguez Zapatero ligel rejîma Beşar  El Esed gelek baş in, ev jî bû sedemeke serke ku me di sala bihorî de namayek ji serokê hikûmeta spanî re şandibû ji bo ku guşar li Suriyê bike ji bo serbestkirina giritiyên siyasî û rawestandina kuştina ciwanên kurd di dema xizmeta leşkerî de.

Hikûmeta spanî bersiv da me û got: “em ji we re tekez dikin ku Hikûmeta Spanî dê şopandina haletên bixem yên mafên mirovan li Komara Erebî ya Suriyê bidomîne”.

El Esed û Zapatero di cotmeha bihorî de li Madrîdê

Belam mixabin ne  Zapatero ne jî wezîrê derve  yê berê  Miguel Angel Moratinos ligel deshilata surî derbarê rewşa mafên mirovan axivîn, tenê peymanên çandî û aborî îmze dikirin di nav xwe de.

Heya niha televîzyona dewletê  TVE,  ya herî  temaşekirî li Spanya,   dîmenên xwepêşandana 15 adarê li Şamê neweşandin, gelo wê biweşîne yan jî hikûmeta Madrîdê wê li dijî weşandina van dîmenan be ta ku  rejîma Şamê rezîl nebe, her wiha ji bo  xwe riswa neke ji ber têkiliya xwe ya baş li gel vê rejîmê.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s