Gelo reformên Mesûd Baraznî çi ne?

Van rojan ji bilî şopandina rewşa serhildana gelê Suriyê ji bo ragehandina bi spanîa di bloga Rojeva Kurdî de,  nûçeyek û vîdyoyek bala min kişandin. Nûçeya ku Civate.net weşandibû derbarê şewtandina konên  Kampa Moqabilî, ku ev bûn 7 sal têde kurdên başûrê rojaveyê Kurdistanê dijîn, bê ku rewşa jiyanê di vê kampê de baştir bibe.

Rojnamevanê baskî Karlos Zurutuza bo çend caran serdana vê kampê kiribû û herdem ji min re digot xwezî rewşa wan baştir bibe, bi êş û keser li ser rewşa wan diaxivî.

Rewşa kampa Moqabilî gendeliya hovane ya PDKê û YNKê eşkere dike, ma petrola Kurdistanê têrî wan nake, ewqas zor bû ku xwûşik û birayên xwe ji rojavaya Kurdistanê  bi awakî mirovane hemêz bikrana.

Mixabin malperên me yên kurdî jî gendeliya vê desthilatê eşkere nake, bervajiya vê yekê dike, tenê nûçeyan li ser endamên malbatên partiyên sereke û dûvikên wan diweşîne.  Lê wek çawa niha  tê  serê zalimên ereb  wê bê serê zalimên kurdan jî.

Heya niha ti gavên pratîk li dijî gendeliyê nehatine avêtin, li gorî nûçeyek Aknewsê birêz Mesûd Barzanî ragihandiye ku eger di nava 3-4 mehan de reformên ku wan ragihandine neyên bicihanîn, ew dê dest ji kar bikşîne.

Gelo reformên Mesûd Baraznî çi ne?

– Gelo wê baskên malbat, partî  û eşîra xwe hinekî bibirîne?

– Wê deshilata kurê xwe Mesrûr û  biraziya xwe Nêçîrvan kêm bike?

– Wê rêveberê giştî yê şirketa Korek Sîrwan Barzanî biguherîne?

– Gelo wê li pêşiya ew hovê ku dixwaze destê kurdan bibire bigre û ji PDKê biqewtîne?

– Wê “mal û mewalê” xwe bi xelkê Kurdistanê re prave bike?

Eger reformên wisa çênebin, peyva “reforman” xapandinek nû ye wek xapandina berdana serokatiya herêmê  eger 50.000 welatî daxwaza îstîfakirina wî bikin.

Vîdyoya ku bala min kişandibû jî ev e:

Advertisements

4 thoughts on “Gelo reformên Mesûd Baraznî çi ne?

  1. azadi yek sani bo derewa berzani.
    pişti cenga 60 sali
    Ma gelo mené vé rojéji bidya.
    gelo dirav u dolar diser hertiştirene.
    beré péşiya goti ji dé u bava dikevin hemu heva.

  2. Wey tu bi xêr hatî Kurdê Ciwan,

    Bi mîlyonan şerm dikin wek min û te ji vê deshilata gendel.

    Me li jor çend nav gotin lê lîsteya berpirsiyaên malbata Barazî û malbatên hevkar bi wan re dirêje, wek mînak nûnerê hikumeta Herêmea Kurdistana li Almanyayê, Dilşad Barzanî ye.. û li Washingtonê Qubad Talabanî ye… hwd

    Her tişt bidest xwe xisitine di hundir û derveyî welêt

    Lê wek min got ji wan re namîne

    Gelek spas ji bo şîroveya te

    Silav û hemêz

  3. Silav kek Zinar,

    Barê her tiştê sipas ji bo xebata tê alîyê netewî.

    Newroz û malpêra ti jî pîroz bê.
    Bale, min malpêra tê nas nêdikir, ez tesadûf çend rojen barê li ser google min dît.
    Ez pir kef xweş bûm, nûçeyen tê gelekî objektif û cuda nê.
    Em jî wekê tê bajarên Avrupî dijîn û gorê xwe xebat dikin ser internetê.

    Ez silav û serkeftin ji têra dişinim.

  4. Gelek spas Rojbaş varto ji bo serdana te û ev şîroveya xweş ku ez pir şad kirim.

    Newroza we jî pîroz be.

    Hûn her bijîn, malpera we jî gelek bedew e, her bijî ji xebata we re.

    Barek silav ji Spanya

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s