Schito:“Divê em bihêlin ku hemû alavên ragehandinê li ser Kurdistanê biaxivin”

Hevpeyvîn ligel Hunermendê Îtalî Tony Schito

Tony Schito hunermendek e Îtalyî ye ku  deng û mûzîka xwe xistiye  xizmeta Azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest.

 Schito herdem di konserên xwe di hundir û derveyî îtalya li ser kurdan strarn dixwendin.

Ew bi taybetî sê stran ji bo piştgiriya doza gelê Kurd çêkirine “Free Kurdistan”, “Heval” û “Figilio del Kurdistan” ku têde trajediya gelê Kurd aniye zimên.

Hunermendê Îtalî wiha xwe da nasîn: Navê min  Tony Schito ye, ez  li gundekî biçûk Sanarica-Lecce  li başûrê Îtalya ji dayîk bûme, min herdem ji bo aşîtiya cîhanî, li dijî şer, rasîzîmê, energiya atomî,  tundutujiyê, birçîbûnê û ji bo mafên hemû netwên bindest stran gotine.

Tony Schito êşa gelê kurd ji nêz ve nas dike, ew di salên 90î de rastî kurdên ku ji warê xwe reviyabûn ji ber zordariya  rejîma Seddam hatibû, dibêje: Min kurd li parka “Colle Oppio” ya nêzîkî Kolîseyûmê naskirin, di sermaya zivistanê de li wê parkê bi cih dibûn. Min û hevalan alî wan dikir, min bi çavên xwe birînên êşkencekirinê li ser gewdên wan dîtibû. Piştre min dest bi nivîsandina stranan li ser kurdan kiribû, min xwest ku ez bikaribim bi riya konserên xwe ronahiyê bidim li ser rewşa dijwar ku kurd têde dijîn, ta ku cîhan trajediya vî gelî nas bike”.

Derbarê strana “Figilio del Kurdistan” Schito dibêje: Min ev stran ji bo  zarokên kurd çêkiribû, zarokên ku bi çekên kîmawî û bê dilovanî li ser destê zalim Seddam hatibûn kuştin.

Di strana din ya ku ji bo Kurdan nivîsandiye “Heval/Aval” hunermendê Îtalî navê Kurdistanê 8 caran li pey hev dubare dike, sedema vê dubarekirinê jî wiha tîne ziman: “Min xwest ez ji cîhanê re diyar bikim ku Kurdistan heye û nabe ji holê bê rakirin. “Heval” rondikên ji hêrsbûn û êşan dibarîne weke çawa dilê min yê birîndar li ser Kurdistanê digrî.

Tony schito wiha pê de diçe: “Eger em destê xwe bidin hev ji bo bidestxistina  azadiya Kurdistanê em ê rojekê bighêjin armanca xwe. Divê em wîjdana xelkê hişyar bikin, divê em bihêlin ku hemû alavên ragehandinê li ser Kurdistanê biaxivin, divê hebûna Kurdistan ji aliyê hêzên navnetewî bê pejrandin, na ji holrakirina xaka Kurdistanê re, xaka nivîskar, helbestvan û hunermendên mezin”.

Advertisements

2 thoughts on “Schito:“Divê em bihêlin ku hemû alavên ragehandinê li ser Kurdistanê biaxivin”

  1. silaven germ
    birez zinar
    demek direj derbasbu me tu hundakiri u tene nuce li ser te ji mere dihatin
    ez hevidarim tu bashbe
    u tu cidike
    ez dixwezim bi tere bidim bistinim

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s