Heya ku agir me neşewitîne em nabêjim ax

Ev bû 38 roj in ku serhildana gelê Suriyê despê kiriye û bêdengiya 40 salên berê li Suriyê jî bi dawî kiriye. Deshilata Sûrî weke herdem jî agirê xwe li ser gelê xwe vedike.

Bi sed hezaran kes li Suriyê êdî tirs wenda kirine û li hember kujerên Esedê biçûk serî hildane, wêneyên dîktatorê berê Hafêz û yê nû Beşar li kolanan diçirîne û peykerên wan dişkînin. Yê ku danakeve kolanan jî bi rêya toreyên civakî nirîna xwe, di bin nav û wêneya xwe de a rasteqîn, eşkere dibêje. Bi rastî tama şikanidna tirsê di hundirê Suriyê de pir xweş e, ezmûna min jî di vî warî de heye dema ez li ser xaka Suriyê dijiyam.

Rejîm herdem hewl dide bi riya gefxwarinê, îşkencekirin û zindankirinê jiyan û tevgera welatiyên xwe rawestîne, lê di van rojan de em dibînin ku heya kuştin jî nikare bibe bend û kelem li hember serhildana gel.

Mixabin jî rastî gelek kurdan têm ku dibêjin “Bila ereb xwe bi xwe bi hev kevin”, pendeke ereban jî heye dibêje “Bila fexxar* hevdu bişkînin”, kurdên me jî vê pendê gelêrî bi kar tînin ta ku xwe ji pirsgirêk û serêşî bidûr xînin,  partiyên kurdî jî li Suriyê  vê pendê bi kar tînin û xwe ji serhiladana gelê Suriyê bi dûrdixînin. Dema ku xwîn li Qamişlo herikî kurdên me ji Ên dîwarê heya Kurdaxê, li Helebê û Samê jî piştgiriya Qamişlo kirin. Badaxawa niha  kurd tenê li kesên ku li Deraa, Banyas, Lazqiyê, Dûma û Homsê ji bo azadî û demokrasiyê tên kuştin temaşe dikin û heya niha bi awakî aktîv pistgiriya bajarên din nekirine.

Belkî dema agirê Esed bigihêje kurdan wê çaxê wê bêjin ax û serî li hemberî vê rejîmê hovane hildin. Em kurdên ku li derveyî Suriyê dijîn nikarin ji partiyên kurdî, ji meriv û hevalên xwe re bixwazin ku xwe tevlî vê serhildanê bikin, ji ber ku egera birîndarbûn û wendakirina jiyanê li ber çava ye. Tenê ew dikarin biryara xwe bistînin.

Lê mixabin digel ku em bi hezaran km ji wê qarabalixê dûr in lê dîsa gelek kesan  ji me de hene newêrin biçin pêsiya balyozxaneyeke Surî an jî tevlî çalakiyekê bin ji bo şermezarkirina kuştina xwepêşandaran li Suriyê, bihaneya wan jî ku “em diçin û tên ji Suriyê, yan jî belkî rejîm ziyanekî bigihêje merivên me…hwd”.

Lê belkî dema tiştekî were serê hevalekî an jî merivekî ezîz li ber dilê wan ancax wê  tirsê wenda bikin û dengê xwe li dijî dîktatorê Sûriyê bilind rakin.

* Fexxar: Piyale, mesîn, cerr, çaydan, şûşe… ku ji heiyê çêdibe.

Zinar Ala – Münster

Advertisements

One thought on “Heya ku agir me neşewitîne em nabêjim ax

  1. Destên te sax bin Zinaro te rast gotiye

    Em ji nav gelê Sûriyê ji hemûyan zêdetir perçiqandî ne

    û em ji hemûyan bêtir motacê guhartinê ne

    Lewma divê em (kurd) di refên pêşî de bûna

    eger guhartin çê bû, ji bo çareserkirina kêşeya kurdan

    em ê çon şert û mercên xwe deynin

    ????

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s