Hejmara gulanê ya Le Monde diplomatique kurdî derket!

Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya gulanê bi naverokeke dewlemend derket û li firoşgehên çapamenîyê cîyê xwe girt. Hejmara 18ê ya Le Monde diplomatique kurdî bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê dagirtî, derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di hejmara gulanê de du nivîsarên redaksîyona kurdî hene. Ya yekemîn nivîsara Prof. Mesut Yegen ya bi sernavê ”Siyaseta kurd û raperîna sivîl”, rewşa dawî ya çalakîyên serzemînê sivîl û legal radixîne ber çavan. Rexne û şikên li ser van çalakîyan şirove dike û hewl dide ku van bûyeran bi çavekî objektîv binirxîne. Ji alîyekî medyaya hêzên alîgir ên dewlet û partîyan ku bi çavekî bişik û dijber li pirsê mêze dike û li gor demên berê şirove dike, ji alîyê din kêmasî û nezelalîyên di nav van çalakîyan de ku carnan maf didin alîyên şikbar. Di navbera van herduyan de ramaneke din heye ku ew jî heta jê tê dixwaze ev çalakî -ku bi hin alîyên xwe dijberîya civakê mîna raperîneke sivîl derdixe pêş-, mîna rastîyekê bên pejriandin. Tevlîhevîya di vî warî de rê li ber nagire kudivê ev çalakî, -bi taybetî çend mînakên balkêş di nav de ne-, wek raperîneke sivîl bên pejirandin. Kurdan dest avêtiye her zemînekî têkoşînê û dê roj bi roj pirsa xwe aktueltir bikin û bimeşînin. Ji alîyê din berî ku bibe dereng, divê daxwazên gelekî ku bi vî şêweyî gihîştiye raperîna girseyî, li ber çav bên girtin û rêyên çareserîyê bên dîtin.

Nivîsa duyemîn a redaksîyona kurdî jî bi sernavê ´´Hilbijartinên giştî û yekitîya neteweyî ya kurdan´´ ji alîyê rojnamevan-nivîskar Orhan Miroglu ve hatiye nivîsîn. Orhan Miroglu bi awayekî berfireh li ser pêvajoya hilbijartinê radiweste, rewşa partîyên tirk û bi taybetî jî rewşa BDPê û namzedên serbixwe tîne ber çav. Pirsgirêkên di navbera dewlet û birêvebirên AKPê û alîyê kurd bi taybetî BDP/PKK û yên din di bin sîya hilbijartina giştî ya 12ê hezîranê de şirove dike û bal dikişîne ser alozîyên li pêş siyaseta kurd û dewleta tirk, yên ku hîn jî li hember çareserîyê asteng in.

Le monde diplomatique kurdî, di vê hejmarê de beşa xwe ya “arşîva bîra kurdan“ bi nîvisara parêzerê kurd Huseyin Yildirim ya 1983ê didomîne. Parêzer Huseyin Yildirim ku li du cunteya 12ê îlonê hatibû girtin û li zîndana Diyarbekirê ji çerxa îşkenceyê derbas bûbû, di nivîsara xwe de, di pêvajoya cuntayê de siyaseta rûxîna dewleta tirk û rewşa Kurdistanê tîne ziman.

Di rûpela ´´Çand û Hûner`´ ya vê mehê de Çîya Mazî bi Rênas Jîyan re li ser wêjeyê dipeyive. Rênas Jîyan edîtorê weşanxaneya Belkî û kovara Çîruskê ye, û li Amedê dijî; helbestvan û nivîskarekî wêjeya kurdî ye. Ayhan Erkmen di nivîsa xwe ya li ser Radyoya Yerevanê de behsa dengbêj, alîkar û xebatkarên wê dike. Radyoya Yerevanê di salê 60 û 70yê de ji bo kurdên bakur di warê kêmkirina bandora bişaftinê de xwedî roleke mezin bû. Ev nivîs demên bihurî tîne bîra mirov û dibe salên şêst û heftê, dixe nav nostaljîyê û dike ku dengê Kawîs Axa heta Karapatê Xaço, ji Aramê Tîgran heta Meryemxanê di guhên me de olan bide. Vê mehê rûpelên rojnameyê bi wêneyên wênasazê kurd Cemal Ebdo ku bi navê `Mîrê Hêkan`tê nasîn hatîye xemilandin.

Di vê hejmara Le monde diplomatique kurdî de jî nivisarên li ser raperînên li cihana ereban rû dabûn, didomin. Nivîsareke balkêş ya redaksîyona fransî jî bi sernavê `El-Cezîre, meydaneke alternatîf a siyasetê `ye. Di nivîsarê de El Cezîre çawa gav bi gav ji kanaleke telewîzyonê ya ji rêzê veguherî sahneyeke sîyasî tê dest nîşan kirin.

Hin sernivîsên din yên vê hejmarê jî ev in:

  • – Serge Halim : Piştî çar salan…
  • – Anne-Cecile Robert: Jêder û rêzebûyerên “hiqûqa desettewêrdanê“
  • – Patrick Seale: Çavkorîya qedera malbata Esad li Sûrîyeyê.
  • – Alain Garrigou: 1848, Bihara gelan…
  • – Christophe Jafferelot: Hîndistan-Çin; lihevnekirin, dubendî û cudayetî
  • – Ignacio Ramonet: Otomatên ragihandinê… ûwd…

Le monde diplomatique kurdî bixwînin û bibin abone.

www.lemonde-kurdi.com

Facebook:
http://www.facebook.com/le.monde.diplomatique.kurdi

Twitter:
http://twitter.com/lemonde_kurdi

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s