Ragihandin û nivîsandin bi zimanê kurdî

Ev bû demek dirêj e ku ez ji nivîsandina bi kurdî dûr bûm e, sedema vê yekê jî ya serek e, mijûlbûna min bi şopandina bûyerên ku li sûriyê rû didin ji bo nûkirin bloga  Actualidad Kurda / Rojeva Kurdî, ku ligel hevaleke spanî birêve dibim, derbarê van bûyerên nemaze yên girêdayî kurdan û tevgera wan.

Rojnamevanên spanî jî herdem nêrînên min derbarê tiştên ku li Suriyê çêdibin distînin û ez  bûm mêvanê programên radyoyeke arjantîtî û radyoya  Fransa ya navnetwî.

Lê herdem ez bi pêwistiya agahdarkirin û nivîsndina bi kurdî difkirîm, pir baş e ku em bîr û baweriya xwe bi zimanên erebî, tirkî û farsî binivisînin lê pir guneh e jî ku em tiştekî bi zimanê dayîkê nenivisînin. Mixabin niha derbarê serhildana gel ku li Suriyê rû daye tu dikarî bi hezaran gotarên kurdan bi erebî  bixwînî lê bi kurdî tu sedî jî nabînî. Belkî ne ewqas girîng be ku kurdên Suriyê gotaran bi kurdî binivîsin çûnku kurdên Suriyê bi zimanê erebî  dizanin û dikarin gotar û nêrînîn nivîkar û siyasetvnên  kurd bi vî zimanî bixwînin lê gelo ne hêjaye ku kurdên me ji perçeyên din  gotar û analîz li ser rewşa nuha li Suriyê bi kurdî bixwînin.

Tiştê ku ez jê bawer im ku kurdên yên  ku dixwzin agahiyên xwe, bi riya zimanê kurdî, berferhtir bikin gelek in, gelek ji mêvvên vê blogê bi rêya motorên lêgerînê serdana me dikin ta ku  hinek agahiyên nû derbarê kesayetiyek an jî mijrekê peyda bikin. Belkî rastî agahiyên nû û berferh neyên û dest vala ji blogê derkevin lê hin caran jî ew ji serdana blogê bi kêfxweşî bar dikin û nameya spasiyê ji me re bi rê dikin, ev tişt jî me gelek dilxweş dike.

Pir caran bûyerên  balkêş li cîhanê çêdibin, em wan bi rêya zimanên din dixwînin lê mixabin ajanas û malperên ku bi kurdî weşanê dikin  lewaz in, yan van nûçeyan naweşînin yan jî piştî hefteyek bi van nûçeyan aghadar dibin û tiştekî derbarê wan diweşînin.

Hêvîdar im ku ew roj were em ragehandina bi kurdî di asta ragehandina zimanên din bibînin, ezê ya li ser milê xwe bikim, heya ji dest min tê der ezê bi vî zimanî ragihînim û binivisînim, her wisa hêvîdr im ku careke din wisa ji xwendevan û mêvanên xwe dûr nekevim û her çend rojan nûçeyek an jî gotarekê bavêjim li ser vê blogê.

Ciudad Real – Spanya

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s