“Rojî ji bo Azadiyê”

Duh banga  pelikên soreşgerên Facebookê ji bo grêva giştî li Suriyê bandoreke lewaz li gelê Suriyê kiribû.

Berî  mehekê min ligel hevalekî xwe behsa metoda grêva birçîbûna kolektîv kiribû ta ku bandorekî xwe li rewşa aborî bike. Nemaze  eger bi navê “Rojiya ji bo azadiyê û şehîdan” bê kirin. Ev bang (banga rojiyê) wê di nav kesên oldar de cihê xwe bigre û jiyana aborî hîn tevlihev bike.

Hevalê min ku li Suriyê dimîne û rewş baş nadik e ji min re: “Yaw berê xelk ji birçîbûnan re miriye”. Raste lê eger çend roj li ser hev rojiyê bigrin û xwarina û kirîna tiştan kêm bikin, wê bandorê li karsazên mezin  bikin, ev tişt wê bihêle ku nerazîbûna gel mezin û gur bibe, ne tenê di nav çîna  belengaz û navîn de de lê her wiha di nav kesên dewlemend de.

Her wiha kesên ku ditirsin dîkanên xwe bigrin ji tirsa çewsandina rejîmê û yên ku newêrin derkevin kolanan  ji ber metirsiya girtin û kuştinê dikarin bi rojiya xwe şoreşê destek bikin.

Di vê girêvê de mirov dikare kar û çalakiyên xwe bidomîne, ew dikare av vexwe, her wiha  kesên kêmhêz  ji bo bidestxistina hinek enerjî dikarin çayê vexwin û  tiştên din wek mûj, hejîrê hişk û xurme bixwin. Dema roj jî diçe ava  hemû dikarin rojiya xwe xwe bi xwarineke sivik bişkînin.

Belkî hinek bêjin, ku wê gelek firoşkarên belengaz ziyanê bibînin, lê ziyana mezin ya karsazên zengîn û mezin, eger em bala xwe bidin berxwedana bajarê Derrayê, em bibînin çawa gel zêdeyî mehekê di bin hatiye dorpêçkirin û dîsa gel li berxwe dide û tu kes ji birçîbûnan re nemiriye, gelek roj bê av xwarin û elektrî  mabûn lê dîsa dev ji serhildana xwe bernedane.

Bawer dikim ku metoda rojiyê wê bandorekî xurt li aboriya kesên dewlemend bike û bihêle ku ew li dijî rejîmê tevbigerin ji bo hilweşandina rejîma Baasê û malbata El Esed.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s