Dîsa ciwanekî kurd di leşkeriyê de jiyana xwe wenda dike

Li gorî  agahiya ku me îro ji xelkê gundê Mabetan wergirtiye leşkerê Kurd Mihemed Emîn Mela Elî di 31ê gulanê de li gundê Qutayfê (40 li bakurê rojhilata paytext Şamê) hatiye kuştin. Lê li gorî çavkaniyeke din ji heman xelkê vê gundî Mihemed Emîn li bajarê Restenê hatiye kuştin.

Ev bûn çend roj  ku artêşa Suriyên bajarên Talbîsa û Restenê li bakurê parêzgeha Homsê dorpêç kirine û li gorî opozîsiyona sûrî  herdu bajar bi tankan têne bombebarankirin. Parêzera mafê mirovan Razan Zeytûne ji ajansa Reuters re diyarkiribû ku hêzên sûrî 41 kes kuştibûn  di êrîşa bi ser bajarê Rastenê.

Li aliyê din jî rojnameya Alwatan ya  nêzîkî hikûmetê ye di hejmara xwe ya îro de behsa kuştina sê leşkeran û fermendarekî li bajrê Restenê roja duşemê  31ê  gulanê lê navê Mihemed Emîn ne di nav wan de ye.

Hinek agahî li ser pelika Şoreşa Sûriyê 2011  belav bûn ku şerekî di nav bera hêzên ewlewkariyê û yên artêşê de rû dabû.  Ne dûr e jî ku hejmara leşkerên kuştî bilind be û ciwanê efrînî li wir hatibe kuştin.

Mihemed Mela Elî ji gundê Mabetan e ya bi ser bajarê Efrînê ye.

Tê zanîn ku di van xwepêşandana gelê Suriyê  li dijî rejîma Esed de gelek serfermendar û leşker hatine kuştin, ji wan jî şeş leşkerên kurd jiyana xwe wendakirine.

Opozîsiyona Sûrî kuştina van leşkeran dixe hustiyê hêzên ewlekariyê, ew jî ji ber nebeşdarbûna leşkeran di çewsandin û kuştina xwepêşaderan.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s