Nivîskarên cîhanî ji NY dixwazin ku Sûriyê bê şermezarkirin

Foto: Ji malpera nivîskarê fransî Levy hatiye wergirtin

Duh Xelatgirên Nobelê Orhan Pamuk û Wole Soyinka, her wiha  derhênerê navdar Woody Allen û gelek nivîsakarên payebilind wek Salman Ruşdî, Umberto Eco, Bernard-Henri Levy nameyek vekirî derbarê Sûriyê  îmze kiribûn ku ji aliyê Levy hatibû redektekirin û di malpera wî de hatibû weşandin.

Herdu xelatgirên Nobela wêjeyî Orhan Pamuk (Tirkiyê) û Wole Soyinka (Nîgerya), her wiha derhênerê amêrîkî Woody Allen û nîskarên wek Salman Ruşdî,Umberto Eco, Bernard-Henri Levy  di nameya de xwestin ku Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî (NY) hikûmeta Suriyê şermezar bike ji ber  çewsandina xwepêşandanan.

Name diyar dike ku xwepêşander li Sûriyê “Pêrgî makîneya mirinê tên digel ku ew dizanin wê bihayekî bilind bidin”.

Danerên îmzeyan dibêjin ku wê “trajîk û bi awakî exlaqî nayê pejrandin” ku Encûmena Ewlekariyê tiştekî neke.

Tê zanîm ku Îngiltere, Fransa, Almanya û Portugalê daxwaza derxistina biryarekê ji bo şermezarkirina çewsandina ji aliyê hikûmeta Beşar al Asad kiribûn lê Rusya û Çîn li dijî vê daxwazê derdikevin. Her wiha Brasîl, Başûrê Amêrîka û Hindistan îtîrazên wan hene  li ser standina biryarekê ji boşermezarkirina hikûmeta Sûrî.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s