“Îro dîsa min serdana Êndîwerê kir”

Grûpekî ciwanan li ber çemê Dîclê / Êndîwer

Di sedsala bihorî de, baş nayê bîra min kîjan salê bû belkî sala 96an yan jî 97an bû, ez ligel dê û birayê xwe çûbûm bajarê Dêrîkê (li dora 100 km dikeve rojhilata bajarê Qamîşlo) ji bo ku em di şahiya daweta Ferhan de (hevalê birayê min ya zanîngehê) amade bin. Serdanek pir xweş bû, min gelek tişt dîtin û naskrin di wê serdanê de. Bihn û tama nanê tenûrê gelek zor e ku bê jibîrkirin. Di dawetê de ez  fêrî bazdana Botanî bûm, cara yekê bû ku dîlanek wisa mezin ya reqsa kurdî dibînim, ez matmayî bûm çawa ewqas kes bi hev re hemû gewdê xwe dilvîninin nemaze milên xwe û serên xwe.

Malbata Ferhan em birin Gundê Êndîwerê a ku li ber Ava Mezin (Dîcle) dikeve, tê bîra min ku em li ser girekî bûn û merivekî Ferhan ji me re digo ev çiyayê  Bêxêr e, ew jî Cûdî ye, ewê wêda jî  Cizîra Botan e. Tiştê herî nêzîk li ber destê min Dîcle bû, ez ji girê daktim û ber bi Ava Mezin beziyam, hindik ma bû ku ez  xwe bigihêjim  kenara çemê û çavên xwe bi ava Dîclê bişom, lê deng ji jor da dihat û digot “nêzîk nebe, leşkerên tirk wê te gullebaran bikim”, diya min jî bang dikir: “Zinooooor vegere”, ez rawestîm `min bala xwe daye ku çend malikên leşkerên li aliyên din hebûn û tavilê ez şûnda vegerîm.

Tiştê ku hîşt ez behsa vê bîrananê bikim vîdyoya “Kela Memê”  bû ku îro min di Youtube de dît, agahiya vîdyoyê  behsa efsnaeykê dike ku di çiyayê  Kela Memê rûda bû, min dixwest ez hinek agahî derbarê vê Efsaneyê bixwînim lê pêrgî tiştekî nehatim, min got ka hele em serdana vî çiyayî  bi rêya  Google Earth bikin, di rêwîtiya xwe de ez li Êndîwerê  rawestiyam û min ew serdana berê bi bîr anî,  bi rêya Google Earth  tu dikarî ferq bikî navbera bilindbûna erdê û nizimbûna wê, ango dema tu ji girekî an jî çiyakî dadikevî deştekî tu vê tiştî baş dibînî. Soykê tu bi balafirekî li ser herêmekî digerî.

Ez li jêr agahaiya balkêş ya birêz Ebdullah Bilen derbarê Kela an jî Kêla  Memê ku di Youtube de weşandiye ji nû ve diweşînim.

KELA MEMÊ!!!!

Kela Memê li Qilaban yanî Uludere ya girêdayî Şirnexê cihdigre. Çiyayek pir xweşik û bi heybet. Salê mirov çar demsalan bi hev re lê dijî. Navê xwe ji Destana Kurdî ya pir Kevin bi navê Memê Alan û Sitiya Zîn tê. Memê Ala an jî Memê Şivan. Mem şivaneke ji Herêma Ala her roj serê sibê blûra xwe dilorand û ber bi Zozanên Kela Memê ve dihat. pezê wî jî li ber dengê blûrê xwe diketin û dihatin Kela Memê. Rojekê keça Mîrê Botan Sitiya Zîn ku bedewa Cîhanê bû, ew jî ji bo geşt û seyranê berê xwe dide zozanên Kela Memê. Li derê ji nişka ve dengê blûrek melul melul xwe berdide nava dilê Zînê. Zîn li herderê li vî dengî digere û dibîne ku dengê blûra şivanekî feqîr û belengaze. Lê dile! feqîriyê nas nake. Dilê Zîna keça qesir û sarayan dikeve vî şivanî. bi şev û rojan xewa wê nayê û Mem jî, her wisa nîşana hevdîtina wan herdû Stêrka Sibê an jî Stêrka Şivanan (li gorî efsaneya Kurdî navê Stêrka Şivan ji wê derê tê, tê gotin ku ew jî mîna Kela Memê ji Memê Şivan tê.)

Herçendî riya Ala û Kêla Memê, Cizîra Botan û Kêla Memê pir dûr jî bû lê dîsa bi derketina Stêrkê re herdû diketin li ser rê û li navsera Kela Memê digiştin hev. Lê rojek ji rojên dawiya Payîzê û navsera Kela Memê di wê demê de diqerise Memê Şivan pê nizane ji ber evîna xwe dîn bûye. Nizane ku Stêrka Sibê êdî bûye Stêrka Derewîn, wê rojê pir zû derdikeve. Mem radibe û li blûra xwe dixe. lê pezê wî ji cih nalive ji ber ku dizanin, hîn zûye û ew wê di sibeya zû de li ser navsera Kêla Memê de biqerisin. lê dîsa jî Mem ew qas dengê blûrê xweş dike, ji her carên din xweştir, pez xwe nagire û radibin wekî her carê li pey dikevin û tên Kêla Memê. lê hîn pir zûbû. Çavê Zîna bedew hîn ji xew şêrîn re girtiye. û di xewna xwe de li gel Mem e. Ji ber sermaya Kêlê Mem û pezê xwe dibin kevir li gorî efsanê. Niha jî hinek kevir ku mîna şivan, kuçik û pez li wirin mirov ji dûr ve dibêje qey raste. belê ew niha li navsera Kêla Memê ne. BELÊ WEK HÛN JÎ DIBÎNIN DÎROKEK, ZIMANEK Û EVÎN LI NAVA DILÊ KÊLA MEMÊ DE VEŞARTIYE…..!!!!!!

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s