Vîdyo: Ji bo “serût” Apo palê dike

Me li ser çavê zarok girtin ji bo parastina nasnameya wî

Berî vê me di nivîsên xwe de cend caran  rexne li partiyên kurdî kir  ji ber bikaranîna wan ji zarokan re de di warê propogandya siyasî de, lê  ev bikaranînan xerab hîn didome. Îro jî ez pêrgî vîdyoyeke hatim ku li herêma Kurdaxê hatiye kişandin. Di vîdyo de çalakiyek xebata “bidil”  ya palê ji bo piştgiriya şoreşa PKKê û serokê  wê Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin. Vîdyo nû di Youtube de hatiye weşandin lê agahî tunye derbarê dema kişandina vê vîdyoyê.

Kesa ku hevpeyvînan bi paleciyan re dike ji zarokekî dipirse: Ji bo çi tu hatiya vê derê?, zarokê palecî jî wiha bersiv dide: “Ez hatime palê”. Lê ev bersiv kêm bû ji ber wê pirsek din hat kirin: Ji bo kê?, zarokê ku hîn pênc salî temam nekiriye û hîn nizane baş tîpan bi lêv bike dibêje: “Ji bo serût Apo”, zarokê reben jî wek gelek zarokên kurd ku ji aliyê malbatên xwe ve weke lîstokek têne bikaranîn, destên wî jî  tên rakirin ji bo ku sembola  serkeftinê nîşan bide, di heman demê de slogana “Bijî serok Apo” jî bilind radibe di nav paleciyan de.

Nivîsek têkildar: Bikaranîna zarokan ji bo propogandaya siyasî

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s