Bi xatirê te Bárbara!

Bárbara ji bo şagitên dibistanekê re li ser mafê mirovan diaxive/Foto: AI-Ciudad Real

Berî sê rojan min emailek ji hevalê xwe Alfonso wergirt, Alfonso bi çend gotinan bi mirina Bárbara ez agahdar kirim.  Ev yekemîn car e ku ez hevaleke spanî wenda dikim, digel ku min dizanî ku ew li ber mirinê ye lê dîsa ez bi hêvî bûm ku hîn li ber xwe bide û bo demek dirêj jî di nav me de bimîne, lê mririn hat û ji nav me stand.

Bárbara mamosteya wêjeya fransî li zanîngeha Castilla La Mancha bû, min wê di dawiya 2005an de naskir, dema ez bo cara yekemîn beşdarî civîna grûpa Rexistina Lêborîna Navnetwî (Amnesty International) li bajarê Ciudad Real bûm, û ji wê rojê de herdem em bi hevre beşdarî çalakiyên rêxistinê dibûn, hem di cadeyan de hem jî di dibistanên parêzgeha Ciudad Realê û hwd.

Bárbara li paş min straneke spanî ji min guhdar dike/Foto: agnóstico fotográfico

Em her demek û demekê jî li hev kom dibûn û me demek xweş bi hev re derbas dikir, her kes ji me xwarinek amade dikir û em di mala hevalekê de kom dibûn, em direqisîn, me henekan dikir  û me stran jî digotin.

Berî du mehan min panelek li ser “Buhara Erebî” çêkir, Bárbara jî digel nexweşya penceşêrê  xwe rakir û hat panela min, ji hevalên din re gotibê ez naxwazim panela Zinar wenda bikim. Ne tenê amade bû her wiha, digel eşên wê yên giran, gelek pirsan ji min kir derbarê kurdan û hebûna wan li Suriyê.

Bárbara  ji vê cîhanê bar kir, lê şûna wê di dilê hemû hevalên wê de maye, kesên çalak weke Bárbara ku ji bo mafê mirovan û ji bo jiyaneke birûmet dixebitin nayên jibîrkirin.

Bi xatirê te Bárbara!

Osnabrück -Almanya

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s