Ma wek hejîrên Kurdaxê hene?

Sinciqê tirkan û hejrîê Erîha / Z.A
Hejîrên Mabetan-Kurdaxê / Z.A

Berî çend rojan meriveke Hêvronê ji welêt hatibû,  xwişka min Şîrîn (diya Siwar, Bawer û Ciwane) bi wê re Matêya arjantînî  hejîrên erebî  û Sinciqê tirkî şandibûn.

Min tenê hejîr û Matê xwestibû. Sinciqê tirkî xweş bû lê hejîrên erebî tirş bûn û bihna maxê jê dihat.

Ev cara yekemîn  di jiyana xwe de ku ez hejîrê ereban dixwim, hejîr ji naçeya Erîha bû ya bi ser parêzgeha îdilbê (ya ku niha li dijî rejîma Baas serî hildaye û gelek qurban dane).

Dibe ku hejîrên xweş li ba ereban li navçeyên din hebe, lê hejîrê ku ji min re hatibû bi carekê ne xweş bû.

Navê markaya hejîrê Şikrî bû, dema min dît min got  “welle êdî xelkê me li herêma Efrînê hejîr ji bo bazirganiyê hişk dikin û difroşin”, lê derket hejîr ji Erîha ye, bihaya hejrîê jî bala min kişand, her kg bi 250 lîreya sûrî ye ango her kg tê  bihaya 4€, nizanim berî 6 salan bihaya hejîrê cîqas bû li Sûrriyê lê bawer dikim  ku hejîr gelek buha bûye.

Ta ku hûn nebêjin “Kes nabêje masta min tirş e” min hejîrê Spanya û Tirkiyê jî taam kirine lê heya niha wek hejîrê Kurdaxê xweştir nedîtine.

Xuyaye ku hejrê Kurdaxê li mala Xwişka min Şîrîn li Helebê tunebû ji ber wê rabû hejîrê Erîhayê ji min re şand, lê tekez li mala wê li Maebatan hejîr hişk hene.

Mixabin ku em berhemên herêma xwe yên xweş û xwezayî  naxwin û em diçin bi gelek peran berhemên herêmên din dixwin.

Mixabin jî ku li herêma Kurdaxî pêşesazî nîne ku berhemên xwarinê weke Dimsê rezan, dimsê henaran, leçerê hejîro, leçerê mişmişan, leçerî gûzo û hwd, hejîrê hişk, bostiq, mûj, behîv, gûz  û nemaze zêt û zêtûna Kurdaxê amade bike ji bo bazirganiya herêmî û navdewletî.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s