Rahênerê Trabzonsporê mûzeyeke baskî bi terorê tawanbar kir

Rahênerê trabazonsporê û dîmenk ji pêşangeha Kubayê

Rûdaw / Z.A – Di civîna çapemenî ya berî  rojekê ji lîskatîma baskî Athletic Bilbao dijî  tîma Trabazonsporê ya Lîga Ewropayê li bajarê Bilbao, kevnerahênerê Tirkiyê Senol Güneş  ku niha rahênerê  Trabzonspor e, mûzeya navdar Guggenheim bi  çêkirina “propogandaya terorîst”  tawanbar kir.

Di hefteya bihorî de rahênerê nijadperest  serdana mûzeya Guggenheim kiribû ji bo temaşekirina  xebateke hunerî bi navê “Küba” ya hunermendê tirk Kulug Ataman, lê axaftina kurdan di televîzyonên  pêşangehê de wî aciz kiribûn. Di pêşangehê de 40 televîzyon li ser 40 mase  hatine danîn û li pêşiya wan 40 kursî hatine bi cih kirin, û di her televîzyonekî de kesek  heye  ku li ser jiyanaxwe li Küba (taxekî belengazan li derdorên Stenbolê dikeve) diaxive.

Güneş pêşangeha li Guggenheim weke “Şerm” binav kir, ew ji ber ku kurd têde di çend televîzyonan de nêrînên xwe tînin ziman. Rahênerê Trabzonsporê di civîna çapamenî de wiha axivî: “Ez xemgîn im. Yekemîn ji ber êrîşa ku îro li Tirkiyê rû da”, Güneş behsa êrîşa ku têde 12 leşkerên tirk miribûn dikir, “û diwemîn ji ber tiştê ku min di mûzeya Guggenheimê dît. Ev pêşangeh ku me dît  bêşerm dibînim. Televîzyon hebûn ku têde welatiyên kurd diaxivîn”.

Axaftina Güneş bala hemû medyaya spanî kişand ser xwe nemaze dema rewşa li welatê Bask û bakurê Kurdistanê dan ver hev: “Ev şerm e, ji ber  ku li Welatê Bask jî ji vê problemê (terorîzim li gorî Güneş) êş kişandin, pêdiviya me bi aştyia cîhanî heye ji bo başiya hemûyan”. Lê li aliyê din jî rahênerêtirk reklamek xweş çêkir ji bo xebata Kulug Ataman yê ku deng dide kesên jibîrkirî û belengaz li “Kübayê”.

.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s