Li Çiyayê Kurmênc dibistaneke zimanê kurdî vebû

Mamosteyek û şagirtên xwe li dibistanekî li Efrînê / Bawabaty

Li gorî nûçeyek malpera ANF (Ajansa Nûçeyan ya Firatê)   dibistanek  bi navê Nemir Fewzî ji bo fêrkirina zimanê kurdî li gundê Doraqlî (Diroqliyo) ya bi ser navçeya Şikakê li Efrînê vebû.

Mamoste Dîcle ku beşdarî merasîma vekirina dibistan Nemir Fewzî bû bi kêfxweşî hetsên xwe wiha anîne ziman: “Ez pir dilşad im ji ber ku dibistaneke me fermî vebû. Em hêvîdar in ku li her derê û li her cihî gelê Kurd bibe xwedî dibistanê xwe û nasnameya xwe netewî bi dest bixîne”. Lê mamoste Dîcle diyar nekir ka çawa ew desûra hikûmetê wergirtine ji bo hînkirina zimanê kurdî bi awakî fermî. 

Li Kurdaxê û tevahiya herêma Kurdan li Sûriyê heya roja îro fêrbûna zimanê dayikê qedexe ye / Bawabaty

Her wiha dîcle wiha axivî: “Berê ji bo zarokên Kurd fêrî zimanê xwe bibana di malan de dersên kurdî didîtin, lê niha xwendevanên kurd û zarokên me di dibistanê xwe yên fermî de dersên xwe yên ziman wê bibînin. Ev yek serkeftina gelê Kurd e. Weke pêngava yekemîn Dibistan Nemir Fewzî 35 xwendekar hene û perwerdeya xwe bi zimanê dayîkê dibînin”.

Zarokên ku heya şeş saliya xwe tenê bi kurdî diaxivin lê li dibistanê divê bi zimanê erebî perwerde bibin / Bawabty
Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s