“PYD nêzikî rejîma Baasê û Beşar El- Esed disekine”

Nivîskar û parêzer İbrahim Güçlü

Di gotarekî xwe de bin sernivîsa “Sûriyê û Mudaxelaya Navneteweyî” nivîskar û parêzer Îbrahîm Güçlü behsa “Bihara Ereban” ku li Tunisê despêkiribû û bandora xwe li gelek welatên ereban kiribû. Guçlo bi ferehî bal dikşîne ser raperîna gelê Sûriyê li dijî rejîma Esed û helwesta civaka navnetwî nemaze ya Tirkiyê li hemberî soreşa gelê Sûriyê.

Îbrahîm Güçlü derbarê helwesta partiyên kurd li Sûriyê wiha dinivisîne “Partiyên kurdan xwediyê biryarek hevbeş in, ku ew nûha beşdarî serîhildanan nebin. Lewra helwesta muxalefeta ereb jî, di pirsa kurd de ne zelal e. Pirsa duyem jî, hîn pêşeroja Suriyeyê jî dê çi bibe, ew jî ne xuyayê ye. Lê di nav kurdan de jî partiya PKKê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYDê) ji muxalefeta kurd cûda disekine. Nêzikî rejîma baasê û Beşar Esadî disekine”.

Güçlü bal dikşîne ser helwesta neyinî ya BDPê derbarê destekirina dawazin kurdên Sûriyê: “Li Tirkiyeyê jî BDPê ji bona ku siyaseta PKKê dimeşîne, beşdarî avabûna Komîteya Piştgirî ya Gelê Kurd Li Suriyeyê nebû”.

Di dawiya gotara xwe de nivîskar gotarê  bi vê encamê derdikeve: “Zelal bûye ku hêzên muxalîf yên ereban û kurdan bi serê xwe nikarin rejîma baasî û Beşar esadî biguherin. Pirsa Suriyeyê di hamen dem de pirsa dinyayê ye. Li Suriyeyê qetlîam û tewana mirovetî pêk tên. Loma jî mudaxeleyek leşkerî ya navneteweyî pêwîst e. Ew mudaxeleya wek tê behs kirin, divê bes mudaxaleya leşkerî ya Tirkiyeyê nebe. Bi biryara Neteweyên Yekbuyî ev mudaxelaya pêk bê.  Encama vê mudaxaleyê, divê azadiya kurdan bê proje kirin. Kurd hemû mafên xwe yên neteweyî werbigrin û li welatê xwe desthilatdar bin. Heger wusa nebe li Suriyeyê demokrasî nikare ava bibe”.

Advertisements

6 thoughts on ““PYD nêzikî rejîma Baasê û Beşar El- Esed disekine”

  1. erê lo, ma kîjan rojê apoçiya tiştek bo kurdên sûriyê kirye, 30 sal e, û ew başûra biçûk didoşin 5000 şehîd bo baqûr me dan , gelo baqûr ê 5 şehîdan bo me bide.. ji 30salî de apoçî wek maşe di destê rêjîma beesê de ye, îro jî ew wan li dîjî tirkiyê bi kar tînin, sibe eger rêjîm ma û sûriye û tirkiye wek berê vegeriyan hingê xazûqek ê di apoçî de vebe, li baqûr 20milyon kurd e, ma çend bi wan re ne 2 milyon , de here lo siyasetê rihê me derxist

  2. Kek Bazirgan, berê her tiştî min ew peyvên te ku min li ser wan xêz danî şermezar dikim, em dijûnan li vê blogê napejrînin.

    Lê ez hêrsa te ji siyaseta van partiya baş fêm dikim, mixabin ev siyaseta genî wê ziyanekî mezin bigihêje xelkê me.

    Berî ez şîroveya te bixwînim min raporekî Hoşeng Osî di rojnamay Al Hayat de xwend, du partiyên kurdî (Çep û Partî) tewanbarkirina PYDê bi piştgiriya rejîmê napejrînin û dibêjin ev ne rast e. Mixabin bi vê helwestê ev herdu partî jî piştgiriya rejîmê dikin.

    Silav

  3. Dem baş
    di destpêkê de naxwazim hûn gotinên min binirxînin wek ku ez li ser “owî” PYD û PKK li tembûrê dixim. lê di heman demê de jî ez naxwazim kesek bibe bazirgan û welatparêziyan bifroşe, û dahol ji polîtîkên kor re…

    ma kek zinar ev nûçe we ji ku wergirtiye ? ji kemal borqay an ji dahol û zurneyên erdoxan? an ji trt 6 ? an ji avestakurd û ciwan heqî û arif zêrevan?

    hinek têkliên kevin hebûn di navbera pkk û rejîma sûriyê, lê hûn baş dizanin ku ew di peymana Adana yê de bi dawî bûn û me çi ziyan û çi sûd wergirt ew ne mijara me ye.lê tu kes nikare bêje niha têkliyên pyd û pkk bi dewleta sûriyê re hene. Nemaze, bi sedan ta niha di zindana sûriyê de hene ji endam û dostên pyd. û tu baş dizane kek zinar ez ne ji bo dizî yê ketim zindan ê, ne ji bo kutana keran dadgeha leşkerî biryara zindana ebedî derbarê min de derxist.

    kesên şoreşa pkk tewanbar dikin ew dîrokê tewanbar dikin.” û ji dil, ne welatparêzî frotin” ew şoreşa şêx seîd û seyid riza û qazî û berzencî û nemir berzanî û hwd tewanbar dikin.

    kî dikarê bêjê kek mesûd û mam celal têkliyên wan tinebûn bi îran û tirkiyê û sûryê û ta bi rejîma sedam re? û her wiha kesek nikarê bêjê têkliyên ocelan bi sûriyê re nebûn “berê”, lê niha eger kesek bêjê hene, ew bi rastî jî propoganên dijî kurdan in, ne li dijî pyd an jî pkk ne.

    hevalê min zinar ez têdighêm ku gelek şaştî derketin, û şaştiyên mezin jî derketin lê şaştiyên mezin ji tevgerên mezin derdikevin, û ev rastiyek dîrokî û civakî ye,
    her kes azad e di baweriyên xwe de. lê tistê ez nikarim têbighêm çawa mirovek dikare sê çarîkan ji temenê xwe di tevgerekê de bibhûre, û pişt re bibe mirovek din.

    ji bo bazirganê peyvan dibêjim : ew du hev(k)okên te yên destpêkê êdî nema kesek dibhîze ji ber gelek pûç û kevin bûne. eger tişteka te nû heye te ji xwe re çêkiriye fermû bêje.
    û ji bo hev(k)okên te yên nîvî ez tenê dibêjim dem wê xuya bikê ka ew tiştê te gotî ” ê tûj “ wê bi kê vebin, ji bo tu ji siyasetê rawestê.
    û ji bo yên dawiyê, ez bawer nakim ji 2 milyonan, partiyek dikarê 99 şaredariyan bi dest xwe ve bînê.

    silav u rêz

  4. Ev dem û hemû dema we xweş be..
    Min bersiva Ehmet Yûsiv ducarî xwend lê mixabin min xeynî awazek gevin û şiqitî ne bîst,
    Ehemt têkeliyên PYD bi rêjîmê re înkar dike, ez jê dipirsim,
    Sergovendê we Salih Mislim kengî dikarê bi serbestî civînan çêbike?
    Kengî rêjîmê dihşt ku hûn (PYD) alên “Afrîqî” rakin?

    Kengî dersên zimanê Kurdî li dibistanên dewletê di bin siya wêneya Hafêz Ased de serbest bûn (vegere nûçeya vê blogê.. Li Kurdaxê dibistaneke zimanê kurdî vebû)
    kekê xwe nexapîne, di peymana Adanayê de rêjîmê hûn bi 2 qûrûşan firotin , îro jî hûn bi 2 qûrûşan kirîn, Li Qamişlo berî çend hefteyan rola Şebîhan lîstin.

    Yûsif dibêje “Kî dikarê bêjê kek Mesûd û mam Celal têkliyên wan tinebûn bi Îran û Tirkiyê û Sûriyê” , ez dibêjim rast e, lê kîjan rojê Serok Mesûd Barzanî doza Kurdistanê firot, serokê te Ocalan got, “Kurdên Sûriyê ji Tirkiyê penaber û koçberî Sûriyê bûne” têkeliyê PKK û ergenegonê hene, tu vê înkar dikî “vegere gotinê Osmanê we Ocalan”, bi sedhezaran gundê bakur ji ber şerê we dewleta Tirk de hatin şewitandin, bi hezaran rewşenbîr hatin tesfiye kirin, tiliyên PKK tê de hebûn..

    Li dawiyê ji bo bazirganê dozê re ez dibêjim, 99 şaredarî li bakur rêjeya wê çiqas e, eger ewqas xortaniya we heye çima wek partî nakevin hilbijartinê, Kurd 20 milyone anku 25% ji xelkê Tirkiyê. BDP tenê 6% bidest xist û ne bi tena serê xwe Birêz Şerefettîn Elçî û Beyram Bozyal pê re bûn.

    Kekê ji ber vê siyaseta we piraniya xelkê bakur piştax we dan PKK. kekê ez dijminiya PKK nakim , ez rêza wan digrim, lê nabe ku ew mesûm bin ji rexneyê, nabe bêjin em û ne kes, ev heman siyaseta Beesiyan e..
    bimîne di xêr û xweşiyê de

  5. disa dimînin nerîn…

    û nerîn jî ti carî ne merc e ku bibin rastî..

    û dema jêder û cavkanî Osman be, nerîn bê guman qirêj û derew in..

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s