Hunermendê xapînok Bessam Kusa

Bessam Kusa rolekî sereke di zincîrfîlma "Deriyê Cadê" standibû, zincîrfîlm destkeftinek mezin di nav kurdan de jî bidest xist

Hunermend Bessam Kusa yek ji stêrkên herî geş di televîzyona Erebî li Sûriyê. Di gelek zincîrfîlm, lîstikên şanoyê û fîlman de rolo lîstine. Ew li Helebê ji dayîk bûye û li Şamê Hunerên Bedew xwendiye, ew weke “rewşenbîr” jî tê dîtin, ango ew  rewşa ku kurd têde dijîn nas dike.

Baş dizane ku ziman çanda kurdî qedexe ye û baş dizane ku xulekek tenê ji bo çanda kurdî de ne ji radyo ne jî di telvîzyonên Sûriyê de hatiye weşandin.

Lê ew hemû ev tişt ji bîr dike û di Konferansa Diyalog û Danûstandinê, ku berî du mehan di bin siya rejîma Bassê de hatibû lidarxistin, bersivek xapînok dabû kurdekî bi navê Omer Osî ku li Konferansê amade bû û gotibû ku kurd  ji aliyê dewletê hatibûn marjînal kirin. Bessam Kusa gotibû: “Derbarê pirsgirêka xelkê me yê kurd, ezbenî bo cara yekemîn dewlet dadmend (adil) bû, ji ber ku ne tenê  kurdan marjînal kiribû her wiha civak jî”.

Kurdan weke “xelkê” xwe dibîne, ne wekî netewek serbixwe di hundirê Sûriyê de. Dixwaze me bixabîne bi peyva “xelkê me” , çawa dikare rewşa kurdên reben bide ber rewşa ermeniyan, yên ku xwedî dibistan û destgeh in li Sûriyê,  û rewşa netewa ereb.

Hunermendê netewperest  anjî rewşenbîrê desthilatê di despêka serhildana gelê Sûriyê de gotibû: “Eger Sûriye hilweşe,  netewa ereb bi tevahî dirûxe”.

Di nerîna min de  çiqas hunermend ji aliyê hunerî ve serkeftî be, lê eger rastiyan nebêje û eger mafê mirovan destek neke hunera wî bê nirx e û nehêjayî temaşekirinê ye. Belkî di xebatên xwe de li ser azadiya mirovan biaxivin lê divê di jiyana xwe de jî xwedî hewlwestek birûmet bin.

* Bala xwe bidin reaksyona hunermenda esil kurd Muna Wasif dema hunermendê xapînok axaftina xwe diqedîne.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s