“Qelend heram e û kembera sor kevneşopiyek tirkî ye”

Wêneyek ji dawetê & Rûdaw/ Z.A

Rûdaw/ Z.A –  Qelend an jî next kevneşopiyek ku hîn di civaka kurdî de cihekî xwe digre, lê Kurdên êzdî hêdî hêdî hewl didin ku ev adet ji nav xwe rakin. Ji bo em nêrîna civata êzdiyan derbarê vê kevneşopiyê û adetên zewacê bistînin me berê xwe da daweteke xelkê Bacinê li bajarê Munsterê. Bacin gundekî girêdayî Midyadê ya bi ser Mêrdînê ve lê piraniya xelkê wê koçber bûne û li Almanya dijîn.

Dawet li ba Êzîdiyan

Sonya ji gundê Taqa ya girêdayî Midyadê ku ev 24 sal in li Almanyê dijî ji Rûdawê re behsa dawetên li vir û yên li welêt kir. “Dawetên li welat pir xweş bûn, dahol û kemançe lêdidan, dawet li derve çêdibû, eger qerebalix jî çêbûba cîran aciz nedibûn. Dawet du roj berdewam dikir û li vir jî du rojan dirêj dike, roja henê û ya şahiya dawetê. Malbata zavê diçe serdana malbata bûkê, xwarin ji malbat û xizmên bûkê re çêdikin û ji bûkê re helbestan dibêjin. Piştre tên mala malbata zave û li wir şahiya henê çêdikin û heya derengiya şevê şahî didome. Roja din jî şahiya dawetê li salayekê çêdibe”.

Sonya, qelend wek kevneşopiyek tiştekî pir xerab binav dike û dibêje ku li cem baciniyan qelend rabûye: “Min keça xwe daye û min ne qelend ne jî xelat standiye, divê malbata keçikê û ya kurik alî hevdû bikin, ne her tişt li ser milê zavê be.“ Li ser pirsa me derbarê wateya danîn kembera sor li ser fistanê bûkê Sonya wiha dibêje: “Dibêjin ev tişt tê wateya ku malbata bûkê soz û qirarê dide ku qîza wan temîz e”, lê Sonya vê sembolê weke tiştekî kevnar û bêwate dibîne: “Ev demeke nû ye, li vir divê mirov hinekî modern be, divê ciwan baş hevdû nas bikin. Niha ciwan berî zewacê bi hev re digerin, vêca kembera sor bê mane dimîne”.

Bazadana şîniya dawetê & Rûdaw/ Z.A

Next û şabaş ji nav xwe rakirine

Birayê zava Ekrem Atalan, wateya kembera sor weke tiştekî vala dibîne û dibêje ku ev adet na ya êzdiya ye. “Derdora me wisa kirin em jî li pey şopa wan çûn, ev tiştekî li dijî jinan e û divê bê rakirin, çawa xort li Ewropa azad in divê azadî ji jinan re jî hebe”.

Ekremê Bacinî ku aborî li zanîngeha Munsterê dixwîne derbarê qelend dibêje “Next tiştekî gelek nebaş e, mixabin hîn ev tişt di nav êzdiyan de heye, lê me ji nav xwe rakiriye”. Ekrem herwiha bi çavekî neyinî li ser adeta Sabasê dinêre. “Hozanên dawetan ji 800-1200 euro distînin û bi kêmayî 1000 euro ji ber Sabasê kom dikin, ev tiştekî nexweş e. Lê em bacinî gihan hev ku şabaş ji dawetan bê rakirin”.

Kembera Sor adetek tirkî ye

Xwendekara beşa Hiqûqê li Zanîngeha Munsterê Neda Hadî ku bi xwe ji navçeya Tirbesibiyê ya Rojavayê Kurdistanê ku hîn ev adet lê maye, li qelend bi çavekî nexweş dinêre û dibêje: “Ev firotin e, lê em çi dikarin bikin” û derbarê dayîna kembera sor li ser cilê bûkê dibêje: “Ev bûye moda, gelek bûk nizanin wateya wê çi ye, ez bawer dikim ku ev adet ne ya Kurdan e û me ji Tirkan standinye. Dema ez li welat bûm min ev tişt qet nedîtibû, min tenê li vir dîtiye”. Neda derbarê daweta êzdiyên serxet û binxetê ti cudahî nabîne, tenê di reqsê de dibêje ku bacinî reqsa bi hejandina mila baştir dizanin. Ekrem jî tevlî danûstandina me dibe û li ser reqsa baciniya dibêje: “Em li welêt di dîlanê de ji cihê xwe nalivin, reqsa me herdem di cih de ye, em ji newqê û jor de zêde xwe dihejînin nemaze milên xwe, gelek zehmet e”.

Bazadana li dor bûk û zave & Z.A

Ji %70 qelend di nav êzdiyan de rabûye

Serokê Federasyona Komeleyên Êzdiyan, FKÊ Pêsîman Heznî li dawetê amadebû û ji Rûdawê re axivî û derbarê qelend got: “Di ola Êzdiyatiyê de qelend heram e, ev ne kevneşopiyeke olî ye, me ji derdorên xwe, ji Ereb, Tirk û Farisan girtiye. Di ola me de nabe ku em qîzên xwe bifroşin, lê mixabin êzîdî pir qelend ji hev standin, li hev biha kirin û heya 100 hezar euro jî ji hev standin”.

Berî çend salan eşîra Bacinî civîneke xwe çêkiribû û biryarek standibûn ku divê bihaya qelend 6000 euro be. Piştî wê jî biryar dan ku qelend bi carekê rabe. Pêsîmam Heznî tekez dike ku di gelek eşîrên êzdiyan de qelend rabûye wek Bacinî, Taqî, Kefnasî, Xirabî û hwd. “Ez dikarim bêjim ji %70 qelend di nav êzdiyan de rabûye”.

Rengên ala kurdî bo xemilandina bûkê

Serokê FKÊ ti têkilî di navbera kembera sor û “paqijiya” keçikê de nabîne û dibêje: “Kembera sor sembola rêzgirtinek ji bo bira re, birayê mezin kembera sor li pişta xwişka xwe girê dide û jê re dibêje ser xêrê be, yanî ew destûra zewaciyê dide xwişka xwe”. Derbarê eslê vê kevneşopiyê Pêsîmam Heznî dibêje “rengê kemberê ya ala tirkan e, ev çand jî me ji Tirkan wergirtiye” û wiha pêde diçe: “Gelek êzdiyên me hene çefiya sor datînin ser bûka xwe, çefiya sor jî ya ala tirkan e” û pêşniyar dike ku rengên ala kurdî bên bikaranînin ji bo xemlandina bûkê. “Em kurd in û dikarin rengên kesk û sor û zer bikar bînin.“

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s