Rûdaw / Z.A – Hem doktor e, hem jî cotyar e. Remzî Ala ji gundê Mabetan yê bi ser Efrînê ye û ev 40 sal in ku li Spanyayê dijî. 31 sal karê bijîşkiyê dike û ev bûn çend sal di demên vala de dest bi karê cotyariyê kiriye.
Remzî di 20 saliya xwe de berê xwe dabû Tirkiyeyê ji bo xwendina bijişikiyê lê li wî welatî sê mehan jî li ber xwe nedabû û vegeriya Kurdaxê û piştre hat Spanyayê: “Bavê min ji bo xwendina bijîşkiyê ez şandibûm Tirikiyê, li wir min nedikarî bi kurdî biaxivim, nejî bigota ez Kurd im. Rojekê ku ez li ber balyozxaneya Spanyayê dimeşiyam, ez rastî agahiyekê ji bo xwendina bizîşkiyê li Spanyayê hatim. Tavilê ez vegeriyam Sûriyê, min kaxesên xwe amade kirin, xatir ji malbatê xwest û ez bi gemiyê ji Beyrûdê çûm heya Barcelonayê.
Remzî di sala 1970î de dest bi xwendina bijîşkiyê kir û di sala 1980î de karê xwe weke doktor li gundekî li herêma La Manchayê destpê kir. Lê di van deh salan de jiyana xortê Kurdaxî qet ne hêsan bû, ew pêrgî pirsgirêkên aborî û tendirustî hatibû. Ji aliyekî nexweşiya gurcikê, ku ew salekê ji xwendinê bi dûr xist û ji aliyê din ve jî bavê wî hewiyeke din ji dayîka wî re anî, weke ku Dr. Remzî dibeje: “Di sala duyemîn ji xwendina xwe de ez nexweş ketim û min neştergera gurçikê çêkir, rehmetî bavê min bo cara sisiyê jî zewicî, derçûnên wî jî pir bûn, êdî pere ji min re nedişand û digot ku îrada erdê kêm bûye. Lê birayê min ê mezin alîkariya min kir ji bo lêçûnên xwendinê, her wisa di dema havînê de ez diçûm Fransayê û min di nexweşxaneyan de kar dikir”.
Di sala 1982yê de Dr. Remzî dîsa nexweş ket û vê carê gurçikek wî rakirin û perçeyek ji ya din jî jêkirin. Ew bi nîv gurçikê ma. Ev jî bû sedemek ku pisporiya nexweşiyên gurçikan bixwîne.
Ev bûn 31 sal ku Dr. Remzî karê bijîşîkiyê li gundên herêma La Manchayê dike, herêma ku bi navê warê “Don Kîşotê” romana navdar ya Cervantez tê naskirin. Di van heşt salên dawîn de jî Dr. Remzî berê xwe daye çandiniyê. Digel ku ew ji herêma zeytûnan tê, lê wî tenê sê darên zeytûnan çandine, yek ji wan jî ji Mabetan aniye. Ew bêhtir ji darên fistiqê hez dike, niha jî 1200 darên fistiqan di erdê wî de hene: “Ji berê de ji darên fistiqê hez dikim. Li Kurdaxê bi milyonan darên zêytûnê hene, lê ti kes fistiq neçandibûn, tenê li derdorê Helebê hebûn. Vêca min got bila darên fistiqê li ba me jî hebin. Min kurs jî derbarê dara fistiqê de û çandina ekolojîk çêkirin, me di despêkê de şitlên qisanê çandin û piştre me ew bi gupikên fistiqê aşle dikirin. Birayê min çend caran serdana min kir û û ez fêrî vedan û aşlekirinê kirim. Niha ez bi xwe vî karî dikim.”
Di dema çêkirina hevpeyvînê de Dr. Remzî hem guftûgoyê bi me re dike, hem jî çavên xwe di nav daran de digerîne, darên qisanê yên mê û yên nêr vedide û aşle dike. Ji nişka ve hebûna çend şitlên fireng û kundiran li ber kokê hin daran bala me dikşîne. “Min ne çandine, bi xwe derdikevin, ji ber ku tiştê ji ber xwarinê dimîne li ber kokê dara vedişêrim ji bo ku bibe zibil ji darê re. Ji ber hinek car dendikê bacan û kundiran dibin şitil û li ber kokê daran derdikevin”, Dr. Remzî dibeje.
Dr. Remzî wê îsal jî sûdek aborî ji fistiqan werbigre. Ew bi xebata xwe gelekî dilşad e û dixwaze ku ezmûna xwe li herêma Efrînê jî belav bike: “Gava li van daran dinêrim gelek kêfxwş dibim û dema ku aşlekî derdikeve, li cem min weke çawa zarokek ji dayîk dibe. Dema ez teqawît bibim, ezê salê şeş-heft mehan li Kurdaxê derbas bikim, ji bo ku ezmûn û zanîna xwe têxim xizmeta gelê xwe.”
sipas Kekê Zinar ,Em Dikarin Va Lêkolîna We û Hin Gotarên Weji Bloga We Bibin Bu Belavkirinê Di Malpere
efrin.nu
silav u rêz
jindires
Helbet hûn dikarin, bi vê yekê jî kêfxweş dibim, xebata we ji dil de pîroz dikim.
Barek silav ji bo Jinderes û Efrin.nu
Gelek Sipas Rêzdar Zinar û Xwedê Mirovên Kurdperwer wek We Pirtir Bikê.. Bijî Efrîn..Bijî Kurdistan..Silav û Rêz.