Li Almanya Kurdên Rojava kuştina Mişel Temo şermezar kirin

Xwepêşandana kurdan li bajarê Hannoverê / ji bloga Hêvron

Rûdaw-Roja şemî û yekşema bihorî kurdên rojava bi mebesta şermezarkirina kuştina siyasetvan Mişel Temmo li Düsseldorf û Hannoverê çalakî lidarxistin.

Li paytexta paytexta Eyaleta Nordrhein Westfaliyayê Düsseldorfê derdorê 80 xwepêşander ji kurdên rojava tevî alên Kurdistanê li pêşiya Stasiyona Navendî ya li hev civiyan ji bo şermezarkirina kuştina sekreterê Şepêla Pêşerojê Mişel Temo. Xwepêşander pankertên bi zimanê almanî û erebî rakiribûn û têde rawestandina tundiyê û azadî ji gelê Sûriyê re dixwestin.

Çalakvan Alan Sulayman, ji Hevbendiya Ciwanên Sawa, ji Rûdawê re diyar kiribû ku ew yek ji ew ciwanên ku roja şemiyê balyozxaneya Sûriyê li Berlînê dagir kiribûn. Alan gazincan ji kêmbûna tevlîbûna hemwelatiyên xwe di vê kombûnê de “mixabin gelek kurdên me li Düsseldorf û derdora wê dijîn lê hejmarêkî kêm tevlî çalakiyan dibe, sedema vê yekê jî ku hîn tirsa xelkê ji rejîma Sûrî heye”. Digel ku hemû xwepêşander kurd bûn lê piraniya sloganên wan bi zimanê erebî bûn.

Her wiha li payetxeta eyaleta Niedersacksenê Hannoverê derdorê 150 kes bi heman sedemî li pêşya Stasiyona Navendî kombûbûn. Xwepêşander sologanên xwe bi almanî kurdî digotin her wiha agahî bi zimanê almanî li ser xelkê belav dikirn.
Xwepêşander alên Kurdistanê û wêneyên Mişel Temo hildabûn û li ser pankartan wiha nivîsandibûn “Mirina te destpêka hilweşandina rejîmê ye”, “Bila herikandina xwînê bi dawî bibe”.

Di nav xwepêşanderan de çalakavan femenîst Ferha Xelîl û siyasetvan û helbestvan Merwan Osman cih girtibûn.

Ji bo temaşekirina wêneyên herdu çalakiyan: http://hevron.wordpress.com/

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s