Na ji darvekirina serokê Suriyê re

Xwepêşanderli pêşiya balyozxaneya Sûriyê li Madrîdê/Youtube

Min heman vê sernivîsê berî çend rojan bi spanî weşandibû, û têde min bangkirina slogana “Gel darvekirina serok dixwaze” li pêşya balyozxaneya Sûriyê li Madrîdê rexne kir.  Ew jî ji ber hildana werîsa (kêndir) darvekirinê li ber wêneya serokê Sûriyê her wiha ji bo beşdarbûna zarokan di van çalakiyan û gotina heman sloganê.

Nivîsa min ji aliyê çend oposîtorên ereb ne hat ecibandin (bawer dikim wê ne bi dilê kurda be jî) û rexne jî li min kirin, yek dibêje “binêre li cadeyên Sûriyê gel çi dixwaze û tu jî bervajiya wê dixwazî!!”. Helbet em dizanin ku bi hezaran kes hene di xwepêşandanan de vê sloganê diqîrin, em hêrsa wan kesan jî fêm dikin lê digel wê ev slogan nabe ku di nav gel de belav bibe.

Lê mixabin ne tenê li Sûriyê ev slogan tê gotin her wiha revendên Sûriyê li gelek welatan heman sloganê dibêjin. Ev jî çanda tolhildanê gur dike û tundiyê hîn zindî dike. Berî çend rojan lêkolînvanekî rûs li ser ekrana televîzyoneke erebî gotibû: “gelek xwepêşander niha bi darvekirina serok bang dikin, ku şoreşvan biser kevin wê dest bi darvekirina gelek kesan bikin.  Em vê yekê baş dizanin, li Rûsyayê di şoreşa komûnîsatan de me dît şoreşger çi anîn serê xelkê”.  Ango ev slogan bû yek ji bihaneyan li ba  hikûmeta Rûsiyê ji bo ku piştgiriyê nede azadîxwazan li Sûriyê.

Di vê mehê de Rêxistina Lêborîna Navnetewî (AI) li çar aliyê cîhanê li dijî Cezaya Mirinê çalakiyan li dar dixe ji bo rakirina vê cezayê li hemû dewletan, ji ber ku li gorî AI: “Cezaya Mirinê şêweya herî tund ji îşkencekirinê ye”.

Dad (edalet) bi kuştinê çênabe, hêvîdar im ku kurd li dijî vê cezaya hovane derkevin û di nav sloganên xwe de nebêjin.

Nivîsên têkildar:

Na ji darvekirina Eliyê Kîmawî re

Cezaya mirinê li herêma Kurdistan û li cîhanê

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s