Dîsa bikaranîna zarokan ji bo propogandaya siyasî

Zarokên Kurd di çalakiya siyasî de cih girtin/ Heleb-ANF

Îro Ajansa Firatê ya Nûçeyan  nûçeyek di bin sernivîsa “Kurd li Helebê nunerên xwe diyar dikin” weşand, berî her tiştî sernivîs çewt e ji ber ku di nûçeyê de û di wêneyên ligel wê hatine weşandin mirov têdigihje ku ew tenê behsa  nunerên PKKê anjî PYDê tên kirin. Baş e em herin ser mijara xwe xwe ku berê jî min  bal kişandiye li ser vê kiryarê xerab, ew jî bikaranîna zarokan ji bo propogandaya siyasî.

Gelo ev  zarokên reben û perîşan, belkî nizanin navê xwe jî binivîsînin, gelo dikarin  programên siyasî yên partiyan analîze bikin. Gelo ew zarokên bang dikin: Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok yan jî ( Bijî Apo, Mamo û Kako) çi agahî li ser wan dizanin?

Hêvîdar im eger kesek ji alîgirên PKKê vê nivîsê û nivîsên li jêr bixwînin û li ser vê meselê bi endamên partiyê re nîqaş bike. Ev bikaranîna zarokan nîşana paşketinê ye û ziyanê digihîne zarokên me.

Dest ji van zarokan berdin, bila zarokatiya wan neherime, bila  zarokatiya xwe bijîn, bila nebin lîstok di destê ti kesî de.

Nivîsên têkildar: 

Bikaranîna zarokan ji bo propogandaya siyasî

Vîdyo: Ji bo “serût” Apo palê dike

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s