Vîdyoyên Azad 3 mîlyon car hatine temaşekirin

Azad nexşeya Kurdistanê daniye li ser singê xwe / Rûdaw

Rûdaw / Z.A  – Azad Kanjo Navero 1985ê li Barcelona ji dayîk bûye, dayîka wî Katalan e û bavê wî jî Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê, ji Kobanî (gundê Susanê) ye. Azad çalakvaneke ku hewl dide bi her awayî xizmeta gelê xwe bike.  Xwendina xwe ya bilind di ‘reklam û têkiliyên gîştî’ li zanîngeha Barcelona qedandiya. Ew niha li dibistana sînemayê ya girêdayî Akademiya Sînemayê ya Katalonya derhêneriyê dixwîne.

Em çûn serdana mala Azad li bajarokê Calafell, ku dikeve ser berava Derya Spî. Azad heya pênc saliya xwe li Katalonyayê dijiya. Sala 1991ê de Azad û malbata xwe çûbûn Sûriyê, bavê wî dixwest li Helebê bimîne ji ber ku karê zêrfiroşan gelek baş bû di wê demê de. Lê rojekê Azad ji dibistanê vedigere û straneke li ser dîktatorê berê yê Sûriyê Hafêz El-Esed ji bavê xwe re dibêje, heş di serê bavê Azad de namîne û sîleyek li kurê xwe dixe. Bavê Azad ku gelek êş ji rejîma Esed dîtibû, nexwest ku zarokên wî perwerdeya rejîma Baasê werbigrin, her tişt li pey xwe hîşt û dîsa vegeriya Katalonyayê. “Ez gelekî sipasiya bavê xwe dikim ku li Sûriyê nemabû, ji ber ku bawer nakim ku ev formasyona zanistî û çandî ku min li vir wergirtiye li Sûriyê jî bidest bixista” Azad dibeje.

Di nav birayên xwe de tenê Azad bi kurdî diaxivê, ji bo fêrbûna zimên Azad du caran serdana Sûriyê kiribû û bi awayekî nepenî zimanê kurdî xwendibû. Azad dibêje ku bandora temaşekirina televîzyonên kurdî jî hebû, nemaze Kurd-1 bi pêşkêşkirina programên curbecur û dersên zimanê kurdî.

Azad xwendina seretayî û navîn li Calafellê xwendibû, ew ji 18 saliya xwe de bi pirsa kurdî mijûl bûye û herdem dixwest bala Katalanan bikşîne ser Kurdan: “Pirsa kurdî di medyaya katalanî û spanî de mijareke veşartî û nepenî ye, ji ber wê min reklam û têkiliyên gîştî xwend, ji bo ku ez bi awakî zanistî behsa pirsa kurdî bikim.”

Li ber strana Zînê rondikan dibarîne

Digel ku ew hemwelatiyê Spanyayê ye, lê ew xwe wek Kurd-Katalan bi xelkê dide nasîn: “Ez xwe wek Kurd-Katalan dibînim, herdem peyva Kurd jî berî ya Katalan bilêv dikim.” Azad wiha pêde diçe: “Dema straneke katalanî dibihîsim, pir bandorê li min nake, lê bandora stranên kurdî heye, hinek jî min didin giryandin, wek strana “Zînê” ya Nizamettin Ariç ku berî deh salan di ROJ TV de bi awayekî zindî gotibû. Min ev stran xistiye kanala xwe ya Youtube û her ku ez vê stranê dibihîzim rondikan dibarînim”.

Ez û Azad li bajaroka beravî Calafell / Katalunya

Korsanî tenê ji bo belavkirina çanda kurdî destek dike

Azad di serdanên xwe de ji Sûriyê gelek CDyên stranên kurdî ji televîzyon û konsertan  bi xwe re dianîn û gelek klîp û stran li ser kanala xwe di Youtubê de weşandine. Wî herwiha gelek vîdyo derbarê sînameya kurdî de edîte kirine. Vîdyoyên ku Azad hildan e (upload kirine) nêzîkî 3 mîlyon car hatine temaşekirin.

Digel ku hildana van berheman di înternetê de weke korsanî tê dîtin, lê Azad tenê bi mercekî belavkirina nerewa ya xebatên hunerî destek dike, “Ez korsaniyê destek nakim, lê eger ev xebat xwedî nirxekeî çandî bin û mirov nikaribe van xebatan bidest bixe, hîngê ez ligel korsaniyê me. Rast e, hunermend divê ku ji berhemê xwe sûdê werbigire, lê çanda kurdî divê bê belavkirin. Rojekê ez fîlmekî kurdî çêbikim, ezê bi rêya înternetê bi belaş belav bikim. Lê divê em alîkariya hunermendên xwe bikim û xebatên wan bikirin. Di serdana xwe ya dawî de, min ji Fransayê hemû albûmên Mîkaîl Aslan kirîbûn û nêzîk de diçim Almanyayê û li wir ezê albûmên nû yên Nizamettin Ariç û hunermendên din jî bikirim.”

Nabe ku şîrketên tirkî fîlmên Yilmaz Guney bifiroşin

Ev bûn du sal Azad di dibistana sînemayê de dixwîne. Di van du salan de Azad  derhêneriya heft kurtefîlman kiriye, du ji wan bi kamereya 16mm kişandine û her wiha  du fîlmên dokumentar çêkirine. Ji ber ku fîlmên Yilmaz Guney bi spanî nehatine belavkirin, Azad û hinek hevalên xwe niha dest bi wergerandina fîlmên Yilmaz Guney ji bo zimanê spanî kirine: “Em dixwazim berhemên vî derhênerê mezin bên temaşe kirin. Fîlmên Yilmaz mîraseke netewî ye û ya mirovahiyê ye. Mixabin niha hin şîrket hene ku doz li dijî malbata Yilmaz Guney vekirine û hinek doz jî qezenc kirine û sûdên aborî werdigrin, xwe kirin xwediyên mafên belavkirina fîlman. Ev şîrketên tirk nabe ku fîlmên Yilmaz Guney bifroşîn, maf tenê ya malbata Yilmaz Guney e.”

Azad wiha didomîne: “Min pênc fîlm di kanala xwe de hildan, lê hemû hatin jêbirin û Youtube nameyek ji min re şand û nivîsandiye ku “Eger tu carekî din fîlmên Yilmaz Guney biweşînê, emê kanala te bigrin.” Azad destnîşan dike ku ew kesên ku fîlmên kurdî bi rêya înternetê  temaşe kirine gelekî spasiya wî dikin ku wî ji wan re ev derfet peyda kiriye, ji ber ku ev fîlm li Spanya ne di saloyên sînamayê de û ne jî li ser DVD peyda dibin.

Piraniya pirtûkln Azad li ser Kurd û Kurdistanê ne

Pêdiviya sînemaya kurdî bi nifşeke hêzdar heye

Me ji Azad pirs kir ka ew sînemaya kurdî çawa dibîne, wî wiha bersiv da: “Fîlmên Behman geşbûnek dan sînemaya kurdî, her wiha gelek derhênerên girîng hene, wek Kazim Oz, Yuksel Yavuz, Hiner Selim, Hüseyin Karabey, Şewket Emîn Korkî, lê ev hejmareke hindik e, pêdiviya me bi nifşeke hêzdar heye. Hêvîdar im ku derhênerên ciwan derkevin, wek Miraz Bêzar ku formasyona xwe li Ewropayê çêbikin û biçin Kurdistanê û fîlmên serkeftî weke “Min Dît” bikşînin. Divê em zêde bala produktoran bikşînin ser xwe,  gelek projeyan çêbikin, nemaze derbarê çîrokên orîjînal, ne tenê di warê dramaya gilî û gazincan li ser rewşa Kurdan, lê her wiha di warê komedya û  aksiyon de, sînemaya tirsê (horror) û hwd. Ev jî nayê wateya ku em ji derd û êşa Kurdan bi dûr kevin, berevajiya wê mirov dikare bi rêya fîlmê horrorê bêtir bala cîhanê bikşîne ser pirsa kurdî.

Ji bo rûxandina rejîma Baasê têdikoşe

Di van şeş mehên dawî de Azad bi şoreşa Sûriyê re gelekî mijûl bûye. Ew di Grûba Multimedia ya Şoreşa Sûriyê de li ser facebookê cih digre. Di meha Îlonê de jî Azad beşdarî Kongreya Ciwanên Kurd li Derve bû, ya ku li Parlemana Swêdê li Stokholmê hatibû lidarxistin. Azad derbarê vê beşdarbûnê de dibêje: “Kongre ezmûnek xweş bû û nayê jibîrkirin, cara yekemîn bû ku ez tevlî konferansekê dibim ku hemû kesên amade zimanê min diaxivin. Gelek ciwanên çalak û baş amadekirî di vê kongreyê de hebûn, ez  hesiyam ku ez yek ji vê malbatê me. Kongre gavek girîng bû ji bo damezrandina tevgerek serbixwe ya girêdayî bi Kurdên Sûriyê.”

Azad niha di nav kombûna Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve (ASKYA) bi awakî çalak tevdigere ku ew jî ji bo rûxandina rejîma Sûriyê û piştgiriya xebata ciwanên kurd li welêt dixebitin.

Kanala Azad Kanjo: http://www.youtube.com/user/Azadkanjo

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s