Şêwekarekî “ku rûmeta hunerê lê vegerandiye” lê haya kesekî jê tune

Dr. Farûq Tobal (Şikak) / Rûdaw

Rûdaw / Z.A – Farouk Tobal, anjî Şikak, bijîşk û şêwekarekî ji rojavayê Kurdistanê ye. Ew ji çar saliya xwe ve wêneyan çêdike û ev bûn 36 sal ku karê bijîşkiyê dike.

Şikak li gundê Mariskê yê bi ser Efrînê di sala 1947ê de ji dayîk bûye. Ji ber ku pêşiyên wî ji êla Şikakan e, ew tabloyên xwe bi navê Şikak (Schkak) destnîşan dike.

Şikak ji 4 saliya xwe de ji şêwekariyê hez dike û her ku tiştek li ber çavê wî diket hewl dida ku rism bikra. Li Efrînê xwendina xwe ya seretayî xilas kiriye, li wir tabloyên xwe bi rengên avî çêdikir. Li Helebê jî xwendina xwe ya navendî domand û di heman demê de ders li Akademiya Hunerên Bedew werdigirtin.

Derbarê xwendina xwe li vê akademiyê, Şikak behsa serpêhatiyeke xwe dike: “Rojekê piştî firavînê min perçeyek zebeş rism kir û min ew rism bi xwe re biribû  akademiya hunerê. Wê rojê jî çalakiya vebûna pêşangeha hunermendekî navdar li Sûriyê li dar diket. Dema mamosteyê min tabloyê min dît, ez birim ba Wezîrê Çandê ku li wir amade bû û tabloyê min nîşanî wî da û jê re got: “Binêrê li xebata vî zarokî, ev perçeya zebeşê hemû vê pêşangehê dike”.

“Li welatê ku mûze têde tune bin nikarim bijîm”

Sedema hatina Şikak ya Spanyayê jî lêhatinek bû, ew jî ji ber ku kurê mamosteyê wî di akademiya hunerê de vexwendinek ji bo xwendina li Spanyayê wergirtibû û kurê mamoste nexwest here wî welatî. Şikak jî ev fersend bi dest xistibû û berê xwe dabû Madrîdê.

Digel ku Şikak pir ji şêwekariyê hez dike, lê ji bo ku daxwaza bavê xwe bi cih bîne, wî xwendina bijîşkiyê hilbijart. Lê di dema xwendinê de Şikak dev ji cîhana huner û şêwekariyê bernedabû, weke ku Şikak behsa wan deman dike: “Herdem di demê vala de min rism dikir, her wiha min serdana mûzeyên Ewropayê dikir, ji ber ku sedema sereke ya hatina min bo Ewropayê ew bû ku ez nêzîkî mûzeyan bibim. Li welatekî ku mûze lê tune bin ez nikarim bijîm. Carekê min bihîstibû ku pêşangehek ya Rambrant li Kasselê (Almanya) çêdibe, zivistan bû û berf dibarî. Ez bi rêya autostop (rêwîtiya ligel kesekî ku bi wê rêye de diçe) ji Spanyayê çûm heya cihê pêşangehê û di zivistaneke din de dîsa bi rêya autostop çûm heya Viyanayê.”

Di sala 1975ê de Şikak xwendina xwe diqedîne û li hemberî du rêyan dimîne: rêya hunerê, yan jî karê bijîşkiyê. Ji ber rewşa aborî neçar mabû ku berê xwe bide bijîşkiyê, ev jî ji bo wî biryarek gelek dijwar bû, ji ber ku wî baş dizanî ku ev kar wê hemû dema wî bistînê û nema dikare wek berê rism bike”.

Di sala 1976ê de Şikak berê xwe dide rojhilatê Kurdistanê, da ku li wir bixebite lê hêzên Savakê wî li Urmiyê destgîr dikin û piştî 12 rojan wî serbest berdidin. Şikak vegeriya Spanyayê û ji wir berê xwe da Almanyayê. Piştî çar salên li Almanyayê, Şikak dîsa vegeriya Spanyayê û li herêma La Manchayê karê xwe wek bijîşkê gîştî heya roja îro didomîne.

Têkiliya Şikak ligel dîroknasê hunerê Ernst Gombrich

Şikak pêwendiya xwe ligel dîroknasê hunerê yê navdar Ernst Gombrich wiha vedibêje: “Min çend pirtûkên wî bi îngilîzî di 15 saliya xwe de xwendibû, piştî fêrbûna almanî min dîsa çend pirtûkên wî xwendin. Di sala 1997ê de min ji radyo bihîst ku ew hatiye Madrîdê. Min nizanî ku ew hîn zindî ye, min nameyek jê re nivîsand û pênc wêne ji tabloyên xwe jê re şandin. Gombrich tavile bersiv dabû min û derbarê xebatên min de wiha  nivîsandibû:

“Hîç di dîrokê de kontrastek wiha di navbera kalîta û serkeftinê de nebû weke îro. Ez bawer im ku xebatên te, nemaze portre û tabloya çefteliyan, bi rastî jî xebatê mamoste ne û ew bi rûmetî bi kevneşopiya mezin ya şêwekariya spanî girêdayî ne”.

Piştre Şikak diçe serdana Gombrich li Londonê û tabloyên xwe jî bi xwe re dibe. Gombrich xebatên wî gelekî diecibîne, nemaze tabloya portre ku dide ber  xebateke şewekarê spanî Velazquez, ji hêla xweşikbûnê.  “Hez dikim ku bi rêya pelikên Rûdawê haya Kurdan ji nêrîna vî dîroknasî hebe û bizanibin ku ew behsa Kurdekî dike” Şikak hêviyên xwe tîne zimên û wiha didomîne: “Gombrich di nameyek din de ji min re wiha nivîsandibû: “Bi rastî ez bawer dikim, di demekê de ku huner ber bi jêr ve diçe, ku bijîşkekî Kurd li Spanya heye ku rûmeta hunerê lê vegerandiye”.

Şikak hin tabloyên xwe bi gêç (axa spî) rism dike û yên din jî bi zêtê li ser paça kitanê. Ew di tabloyên xwe de hûriyên tiştên ku rism dike bi dîqet derdixîne, wek tabloyên pîvaz, qewîn, portre, kêvroşk û hwd. Derbarê tabloya çefteliyan, ji Şikak re dibêjim ku heya toza li ser çefteliyan jî wî rism kiriye, ew jî dibêje “heya ku bihna wan jî heye, lê ji ber krîstalê bihn dernakeve”. Em herdu dikenin.

Digel ku bêtirî 50 tabloyên Şikak hene, lê heya niha ti pêşangehekî taybet ji bo tabloyên wî nehatiye lidarxistin. ”Ji bo çi ti kes hunera min nas nake? Ji ber ku ez nizanim marketing çêbikim. Karê bijîşkiyê hemû demê min distîne û di demê vala de jî tenê rism dikim. Ji ber wê jî pêdiviya min bi kesekî heye ku bikaribe hunera min nîşanî xelkê bike”, Şikak dibêje.

6 zimanan diaxive lê kurdî zimanê herî xweş e li cem wî

Şikak herwiha hezkirin û nostalciya xwe ji welêt re jî venaşêrê, ew şanaz e ku li rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û ku kurdî zimanê wî yê yekemîn bû. Şikak bi keser dibêje “Şeş zimanan diaxivim (zimanê dayîkê, erebî, îngilîzî, spanî, fransî û almanî) lê wek zimanê kurdî xweş nîne, lê zimanê me ji me dizîn, zimanê me birin. Mixabin ji bo ku li ser hunerê bixwînim, ez xwe dispêrim zimanên din.”

Şikak wiha didomîne: “Dema ez mirim, hez dikim li Kurdaxê bêm veşartin û li ser kêla gora min jî wiha bê nivîsandin: Li vir Kurdek dimîne ku ji sala 1947 heya filan salê jiyaye, lê ew tenê di wan demjimêr û rojên ku têde rism dikir dijiya.”

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s