“Hikûmeta Herêmên Kurdî li Suriyê”

Herêmên Kurdî bi rengê mor hatine nîşankirin / Foggofwar.com

Di van mehên dawî de gellek pêşniyar hatin dayîn derbarê rewşa kurdan piştî rûxandina rejîma Baasê. Mirov dikare bêje ku piraniya kurdên Sûriyê berî her tiştî mafê çarenûsiyê dixwazin. Pisporê kurd di yansya navnetwî û mafê hindekahiyan birêz Jiyan Bedirxan di lêkolîneke balkêş bi navê “Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Mafê Çarenûsiyê” ( bi erebî) amade kiriye.

Jiyan di vê lêkolînê de wateya yasayî ya mafê çarenûsiyê şîrove dike li gorî rêbazên yasaya navnetwî û her wiha bal kişand ser şêweya ku Kurd pê dikarin vê mafê bikar bînin nemaze Xweserî û Federalî.

Jiayn di dema axaftina xwe de li ser nacê herêma xweseriyê “Kurdistana Sûriyê” tîne ziman. Di nêrîna min de ev nav dê rastî reaksiyonek tund were ne tenê ji aliyê erebên Sûriyê, her wiha Tirkiyê wê bi hemû hêza xwe li dijî damezrandina herêmekê bi navê “Kurdistana Sûriyê”.

Bala xwe bidin nexwşya Welatê Bask (rengê zer di hundirê nexşeyê de ew perçeyên rengê spî yê herêmên xweser Cantabria û "Castilla û Leon"

Li aliyê din jî gelek kurd dibêjin ku dijwar e herêmeke kurdî xweser hebe ji ber ku herêmên Kurdî ji hev cuda bûne û di nav wan de girêdaneke cografî wek Başûrê Kurdistanê nîne.

Di havîna bihorî de min hevpeyvînek ligel birêz Jiyan Bedirxan çêkiribû, ez jî tevlî wî dibim ku divê Kurdên Sûriyê xwe bi xwe birêve bibin çi bi rêya federalîzmê yan jî bi rêya xweseriyê. “Divê hikûmeta lokal ya Kurdan hebe ku ziman û aboriya wan biparêze, petrolê ji erdê me distînin lê em tiştekî jê nabînin” Jiyan ji Rûdawê re gotibû.

Ez jî dibêjin divê hikûmetek û parlamenk taybet bi kurda hebe di herêmên kurdî de, pêşniyara min ji navê hikûmetê re “Hikûmeta Herêmên Kurdî li Suriyê”, herêmên kurdî jî ev in:

Herêma Cizîrê (paytext Qamişlo), Herêma Kobanî (paytext Kobanî), Herêma Kurdaxê (paytext Efrîn).

Helbet gundên kurdî ku di van herêman cih nagirin dikarin xwe tevlî herêmekî din bikin, wek nimûne gundên kurdî li herêma Babê û Munbicê û derdorê Helebê dikarin xwe tevlî herêma Efrînê yan jî Kobanî bikin.

Bê guman dema Kurd herêmên xwe bikin yek Qamişlo wê bibe payetxta Hikûmeta Yekîtiya Herêmên Kurdî li Suriyê û cihê parlaman wê.

* Helbet nexşeya Herêmên Kurdî ku me li jor daniye ne nexşeyeke tekûz e, mixabin heya niha ti destgeh yan jî partî nexşeyek derbarê  herêmên Kurdî çênekirine.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s