Pîlotê esilkurd Issac Tutumlu beşdarî Şampiyona Cîhanî ya Erebeyên Turîzmê bû

Issac Tutumlu navê Barzanî daniye ser komê xwe

Rûdaw/Z.A – Di vê hefteyê de medyaya spanî cihekî balkêş da pîlotê Kurd-Katalan Issac Tutumlu, ew jî ji ber beşdarbûna wî ya di Şampiyona Cîhanî ya Erebeyên Turîzmê (World Touring Car Championship) li bajarê Îtalî Monza bû. Gellek rojname û malperên spanî di weşanên xwe de Issac wek “Spanî yê esilkurd” dan nasandin. Tutumlu ji rojnameya spanî Marca re diyar kir ku lîstikvanê Real Madridê Mesut Ozil jî wek wî Kurd e.

Issacê 27 salî bi erebeya  BMW 320 TC ya ekîba “Proteam Racing” tevlî vê pêşbaziyê bûbû, derbarê vê beşdarbûnê Issac ji navdartirîn rojnameya sporê li Spanyayê Marca re axivî û derbarê vê şampiyonê got, “Ev pêşbaziya herî bi hêrs e ku li cîhanê heye “.

Issac li Barcelonayê ji dayîk bûye û kurê menajerê Kurd yê naskirî di warê futbola Europayê de, Bayram Tutumlu ye. Ew piştgirî ji gellek Kurdan werdigre, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî yek ji sponsorên wî yên sereke yeTutumlu got, “Bi saya piştgiriya wan ez li vir im, ez ê nûnertiya Spanyayê bikim, lê ez ê Kurdistanê jî temsîl bikim, rengên alayên Spanya û Kurdistanê li ser erebe û kumê xwe nîşan bidim. Ev tişt gellek min kêfxweş dike, lê herwisa dizanim ku berpirsiyarî dixe ser milê min”.

Ala Kurdistanê li ser erebeya Issac Tutumlu

Hezkiriyên Mesut li Santiago Bernabeú ala Kurdistanê bilind dikin

Issac Tutumlu  ji Marca re dibêje ku hezkiriyên wî yên Kurd li her çar aliyên cîhanê belav bûne û çavên wan li ser wî ne û axaftina xwe wisa domand: “Kurdekî din jî heye ew jî lîstikvanê Real Madrîdê Mesut Ozil e, heyranên wî herdem ala Kurdistanê li Santiago Bernabeú bilind dikin.” Kurd bi rêya toreyên civakî piştgiriyê didin Tutumluew jî ji Marca re dibêje: “Ez gellek serbilind im ji ber nêzîkbûn û hezkirina wan, ew hezkirina xwe bi awayekî rojane nîşanê min didin”.

Cihê gotinê ye ku Şampiyona Cîhanî ya Erebeyên Turîzmê yek ji pêşbaziyên herî  sereke yê li cîhanê ye wek Formula 1 û Rally.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s