Li Madrîdê Kurd û Faris Newroz bi hev re pîroz kirin

Madrîd (Rûdaw) – Newroza îsal li Madrîdê bi awakî balkêş hate pîrozkirin, bo cara yekemîn  Kurd  û Farsian şahiyeke hevbeş organîze dikin, Navenda Persepolîs bi hevkariya  Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê  li Spanya  ev çalakî  li darxist.

Şanoya Dibistana Calasancio bibû cihê şahiyê, ji bo ahangê jî grûpeke mûzîk û govenda kurdî ku ji 14 kesan pêk  dihat ji Silêmaniyê hatibû,  bihêtirî 500 kesan ji 20 netewan di vê şahiyê amade bûn.

Di despêka şahiyê de Newroz bi sê zimanan hate pîrozkirin Farsî, Spanî û Kurdî. Piştre hunermend derketin ser dikê û stranên xwe bi Kurmancî û Soranî xwendin. Pitşî her stranekê mûzîkvan û stranbêj bi awakî germ ji aliyê cemawerê şahiyê dihatin pêşwazîkirin. Di beşa diwemîn  ji şahiyê de çend dîlanên kurdî hatin pêşkêşkirin, di reqseke şanogerî de jî ala Kurdistanê hate nîşandan. Li dawiyê mûzîkvan cemawerê şahiyê dawetî dîlanê kirin, kurd ji çar perçeyên Kurdistanê tevlî dîlanê bûn, her wisa kesên ji netewên din jî ketin govenda kurdan,  dikê şanoyê ji bo bazdanê têr nekir, dîlan li her derê şanoyê geriya.

Ehmed Tahirî, serokê Navenda Persepolîs ji Rûdawê re axivî û got:  “Em  bi awakî sereke ji bo pêşkêşkirina çanda Farsî ji civaka spanî re dixebitin, lê ev nayê wateya ku em çandên din li Îranê jibîr bikin wek çanda kurdî  nemaze ku di warê mûzîkê de gellek dişibihe mûzîka Farsî. Hêvîdar im ku em di salên bê de em festîvalekî ya dîlan û mûzîkê ji bo pîrozkirina Newrozê li darxînin ku têde Kurd, Faris, Afganî,Azerî… beşdar bin.”

Derbarê boçûna  pîrozkirina Newrozê  ligel kurdan Tahirî dibêje: “Ji berî du salan em bi vê yekê diramîn, îsal me têkilî  ligel  nûnerê herêma Herêma Kurdistanê Spanyayê Daban Şadala danî  ji bo pîrozkirina Neworzê bi hevre, ew jî  bi pêşniyara me kêfxweş bû û hevkariya me kir”. Tahirî wiha pêde çû: “Di mehên pêşîn de jî em amadekariya xwe  ji bo hembêzkirina du pêşangehan dikin yek  ya wênekêşekî kurd û yê din jî ya şêwekarekî kurd.”

Siyasetvan Rehîm Qadirî, ji rojhilatê Kurdistanê, ji Rûdawê re got: “Pîrozkirina Newrozê bi hev re gavek gellek baş bû, ev tê wateya ku pêwendiyên me bi netewên din hene wek gelê Farisî. Ez birêvebirê navenda Persepolîs pîroz dikim li ser avêtina vê gavê ji bo pîrozkirina Newrozê li gel kurdan.”

Hemwelatiyê Almanî Reinhard Lamsfus ku beşdarî şahiyê bû wiha axivî “Ez bi rêya gudarkirina Aynurê ketim cîhana mûzîka Kurdî, niha jî ez pir kêfxweş bûm ku min rîtmên din ji mûzîka kurdî nas kirin. Pir hêjaye ku mirov were van konsertan û mûzîka netewên din nas bike.”

Nûnerê Partiya Demokratê Kurdistan (PDKê)  li Spanya Faxir Giravî  ji Rûdawê re got “Ev bû du sal in em cejna Newrozê pîroz dikim, mebest jî  ew e ku em çand û mûzîka Kurdistanê bi civaka spanî bidin naskirin, sala bihorî me Newroz li balyozxneya Îraqê  li ser astekî diplomasî pîroz kir, îsal jî li vir wek hûn dibînin gelek spanî li vê şahiyê amadebûne.”

Karwan Ney, yek ji endamên grûp mûzîkê,  derbarî beşdarbûna xwe  ji Rûdawê re got “Me îsal ji bo du konsertan li Madrîdê xwe amadekiribû. Bi rastî em bi awakî baş ji cemawerê spanî hatin pêşwazî kirin, me dît ku xelkê Spanî aşiqê mûzîka kurdî û amûrên vê mûzîkê bûne, em gellek  kêfxweş bûn ku cemwer heya dawiya konsertan bi me re dima. Ez dixwazim spasiya kek Daban  Şadalah li ser rola wî di sazkirina van konsertan, rolekî girîng bû ta ku em bikarin hunera xwe li vir pêkêş bikin.”

Advertisements

2 thoughts on “Li Madrîdê Kurd û Faris Newroz bi hev re pîroz kirin

  1. Hola,
    soy Kurdo, vivo en Suecia hace 20 an¨nos, pero me gustaria vivir en España,me gustaria saber de ustedes y como se hace pa encontrar algo para poder vivir alla.o vivi tambien en Chile por 2 anños.

    Saludos

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s