“Tirkiye wê mafê çarenûsiyê bo Kurdên Sûriyê qebûl nekê”

Ji çepê: Ignacio Alvarez Ossorio, Manuel Martorell û Christian Sinclair

 Rûdaw / Z.A – Ev bêtirî salekê ye ku serhildana gelê Sûriyê li dijî rejîma Esed dest pê kiriye, lê heya roja îro jî opozisyona erebî û kurdî dabeşkirî ne û daxwazên wan ji hev cuda ne. Derbarê rewşa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û viyanên Kurdan ji bo dema piştî rûxandina rejîma Esed, me li nêrîna sê zanyarên ewropî yên pisporên di warê pirsgirêkên Rojhilata Navîn de pirsî.

Rojnamevan û dîroknasê baskî Manuel Martorell li ser daxwazên Kurdan derbarê federalî û mafê çarenûsiyê de ji Rûdawê re got “Ez bawer dikim ku Tirkiye wê rê nede avakirina welatekî federal li Sûriyê, her wiha wê nepejirîne ku Kurd mafê çarenûsiyê bi dest xînin, digel ku ev daxwazekî lojîk e piştî êşa gellek dehsalan û marjînalkirina Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Şamê ve.

“Xweserî bê kesên amade û profesyonel çênabe”

Martorell, yê ku du pirtûk û bi sedan gotarên wî li ser Kurd û Kurdistanê hene, wiha analîza xwe didomîne: “Di nêrîna min de wê gellek pratîk be ku ji nenavendkirina dewletê destpê bibe, tiştê ku em li Spanyayê jê re dibêjin herêmkirina welêt. Herêmkirin li Sûriyê nayê wateya agahdarkirina xweseriya Kurdistana Sûriyê, lê belê xweseriya parêzgehî û ya lokal, ango hemû gund û bajar bikaribin xwe bi rêve bibin, bi şêweyekî ku bi carekê demokratîk be. Heman tişt divê li parêzgehên din jî çêbibe û rengekî ji encûmen yan jî parlemanên wan jî hebin. Ev guhertin divê bi awayekî zelal di destûrê de bên diyarkirin, di heman demê de divê derfet ji bo çêkirina koordinasiyonê di navbera çend parêzgehan de hebe, di warê mijarên hevbeş weke çand, perwerdekirin û geşpêdana aborî û hwd. De. Pirr pêwîst e ku hem li ser asta parêzgehan, hem jî li ser asta lokal alavên ragihandinê yên serbixwe û azad hebin. Di destûrê de divê mecal ji têgihîştinek pirrwate re tine be. Divê hin tişt di destûrê de baş bên zelalkirin, wek selahiyeta hikûmetên gund û bajaran, şêweya fînansekirina şaredarî û parêzgehan, ango çi bac dikarin werbigirn û çi bac li wan dikeve ji aliyê dewletê ve.

Martorell ku li herêma xweser Navarrayê dijî û sîstema herêmen xweser li Spanyayê ji nêz ve nas dike, şîretekê li Kurdan dike: “Wê baş be ku ciwanên Kurd, ligel beşdarbûna xwe di şoreş û siyasetê de, pergalên fînansekirinê yên herêmên xweser li Spanyayê bixwînin, ta ku bizanibin çawa danûstandina darayî ligel dewleta navendî bikin û çawa ev girêka aborî tê organîze kirin. Xweserî bê kesên amade û profesonel çênabe.”

“Hindekahiya Kurd divê eniyek hevbeş ligel opozisyonên din li dijî rejîma Esed ava bike”

Profesorê beşa Lêkolînên Erebî û Îslamî li Zanîngeha Alicante Ignacio Álvarez Ossorioderbarê vekêşîna Kurdan ji civîna dawî ya opozisyona sûrî li Stenbolê wiha ji Rûdawê axivî: “Kurdan bi helwesta xwe diyar kirin ku ew ne amade ne ku danûstandinê bikin ligel opozisyonekê ku dixwaze doza kurdî bê derengkirin heya piştî rûxandina rejîmê. Vekişandina Kurdan jî giliyeke li dijî Encûmena Niştimanî ya Sûriyê ku di nerîna wan de bûye klûbeke sunnî ku tê de cihê hindekahiyên etnîkî û olî  tune ye, her wiha vê klûbê diyar kir ku ew ne amade ye bo pejirandina nasnameya Sûriyê wek welatekî ne Ereb, heman tiştê ku partiya Baasê pê bang dikir, ji dema damezirandina xwe ve.

Xwediyê pirtûka “Siria Contemporanea” Ossorio helwesta tevgera kurdî beramberî opozisyona erebî wiha dinirxîne: “Di baweriya min de em niha di kêliyekê girîng de ne ku divê hindekahiya Kurd tê de eniyek hevbeş ligel opozisyonên din li dijî rejîma Esed ava bikin. Têdigihêjim ku Kurd dixwazên mafên xwe piştî rûxandina rejîma Esed misoger bikin, lê divê ev tişt nebe bend ku herdu alî bi hevre koordînasyonê bikin. Ne hêsan e ku opozisyona erebî nekeve bin bandora lîstikên rejîmê û hêzên herêmî, lê divê nexşerêyek wan a zelal hebe ji bo parastina perjewediyên gelê Sûriyê. Divê ku li hember destêwerdana derveyî bisekinin, nemaze hewldanên wan hêzên herêmî ku dixwazin şerekî bi rêya wekaletê li Sûriyê çêbikin”.

“Divê Kurd li ser zimanekî gîştî yê destûrê li hev bikin”

Christian Sinclair, birêvebirê alîkar li Navenda Lêkolînan ya  Rojhilata Navîn li Zanîngeha Arîzona, ji Rûdawê re axivî û got: “Êdî diyar e ku opozisyon derbarê pêşeroja Suriyê de li hev nake, her wiha cudahiyên diyar di nav hin grûbên opozisyonê de hene. Ji bilî ku hinek bi xweseriyê bang dikin û hinek din jî mafê çarenûsiyê dixwazin, çi encam derkeve divê di destûreke nû de bê çespandin.  Divê hemû dengên ku li Sûriyê hene di guhertina destûrê de beşdar bin, destûrek ku cûrbecûriya li welêt nîşand bide û bihêle ku ev cûrbecûrî geş bibe”.

Ji bo ku Kurdên Sûriyê mafên xwe misoger bikin, Sinclair wiha axivî: “Di baweriya min de gava yekemîn ku divê Kurd ji bo parastina mafên xwe di dema piştî Esed de bavêjin, ku ew li ser zimanekî gîştî yê destûrê li hev bikin ku rêz ji cûrbecûriya Sûriyê re bigre û geş bike. Xaleke pirr girîng ji destûra nû jî, divê ku garantî ji azadiya ziman re û herwiha mafê destûrî ya perwerdebûna bi zimanê dayîkê hebe.”

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s