Mehmûd Omerî: “Gava ez dîmenên şahiyên Newrozê li Qamişlo dibînim hêsir dikevin çavê min”

Orhan û Mehmûd Omerî / 2006

Rûdaw / Z.A – Hunermend Mehmûd Omerî di sala 1972an de li gundê Hecî Nasêr ya bi ser Qamişlo ve hatiye dinê. Dema zarok bû fêrî tembûr û stranbêjiyê bû, yekemîn car derketibû ser dikê 12 salî bû. Mehmûd heya lîseyê xwendibû, ew ligel karê hunerî jî alîkariya bavê xwe dikir di karê derrasvaniyê de. Di sala 1993 bûbû endamekî koma Botan bû. Di sala 2005an tevlî koma Qamaişlo bûbû, di vê komê de jî kurê wî Orhan jî endam bû. Ew niha ligel hevsera xwe û pênc zarokên xwe Orhan, Rojîn, Lorîn, Ahîn û Awaz li bajarê Wuppertalê dijî û karê xwe ya hunerî didomîne.

Omerî xwedî gellek berhem di warê stranbêjiyê de wek “Dosta Min”, “Zînê” û “Ahîn”, û yên di warê reqsa Kurdî de wek “Eyşo û Sofî” û “Qamişlo”. Di sala 2007an pitşî belavkirina albûmek bi navê “Em Miletê Kurd” di nav kurdan de navdar dibe, lê piştre ev albûm dibe sedema koçberbûna wî ji welêt. Tevahiya stranên albûmê” bi Kurdî ne hinek bi dengê wî hatine xwendin û yên din jî bi dengê kurê wî Orhan, tenê strana “Em Miletê Kurd” bi erebî ye, herdû jî ev stran bi hevre dibêjin, ev kilam bû strana salê li hemû herêmên kurdî li rojavayê Kurdistanê.

Partiyên Kurdî piştgiriya me nekirin û pişta xwe dan me

Derbarê xebata xwe di Koma Qamişlo de û serêşiya ku ji xwendina strana “Em Miletê Kurd” hatibû Omerî ji Rûdawê re wiha axivî: “Bi rastî koma me gellek bala xelkê kişand ser xwe, em ne di bin bandora ti partiyekê de bûn, em beşdarî hemû çalakiyên çandî û şahiyên kurdî dibûn, her car jî ji me dihat xwestin ku em strana “Em Miletê Kurd” bixwînin. Lê beşê Ewlekariya Siyasî ya Qamişlo em rihet nedihîştin, herdem lêpirsînê bi me re dikirin û em bêrûmet dikirin. Hin partiyên siyasî ku despêke ji min re gotibûn ku vê stranê têxim albûmê û soz dabûn min ku çi encam rû bidin wê piştgiriya me bikin lê di dema tengiyê de hemû pişta xwe dan me, tenê nivîskar Îbrahîm Yûsif bi rêya nivîsekê piştgiriya me kir. Ji ber vê stranê jî sê caran ez hatim girtin, dîkana me ya firotina kasêntan jî hebû û ji ber wêneyên me bi cilên Kurdî li ser qarma dîkanê hebûn dîsa pirsgirêk ji me re derdixistin, her car jî bi dayîna pereyan ez ji dest hêzên ewlekariyê rizgar dibûn. Firotina albûmê li hemû herêmên Kurdî hatibû qedexekirin, her wiha karê hunerî li me jî qedexe kirin”.

Orhan jî digel ku di pêşbirka mûzîkê ya li ser asta Sûriyê bo du salan pêla yekemîn standibû ji ber xwendina vê stranê jî êş kişand. Piştî ku Orhan di Newroza 2006 ev stran ligel bavê xwe dibêje, diçe dibistanê û li wir rêvebirê dibistanê li pêş şagirtan navê wî bang dike û heqaret lê dike, dû re jî Orhan ji dibistanê diqewitînin. Hunermend Mehmûd digel van bûyerên nexweş ku ew pê derbas bûne ne poşman e ku ev stran xwendiye “Em ti carî poşman nebûn, bi rêya vê stranê me hezkirina milet qezenc kir, ji despêka şoreşê li Sûriyê û heya roja îro ev stran di xwenîşandanên herêmên kurdî de herdem tê bihîstin. Em bi vê yekê serbilind in”.

Orhan ku ji bajarê Essenê hatibû tevlî rûniştina me dibe, ew berî rojekê beşdarî konserek bi boneya pîrozkirina Çarşema Sor bûbû, Orhanê 19 salî derbarê têkiliya ligel bavê xwe dibêje “Ez wî weke hevalekî xwe dibînim, dema em bi hevre li ser dikê konsertan li dar dixin em weke heval kar dikin”. Orhan ji zarokatiya xwe de li orgê dixîne, di albûma “Em Miletê Kurd” de Orhan stranên Mihemed Şêxo û Eyaz Yûsif bi awakî xweş gotine. Orhan niha li bajarê Wuppertalê dixwîne û xebata xwe ya hunerî didomîne, ew ji bo gellek şahî û dawetan tê vexwendin.

Em li giravekê sê roj û sê şev bê av û bê xwarin mabûn

Omerî û malbata xwe zehmetî û dijwariyeke mezin kişandibûn heya gihîştin Almanyayê. Ji ber ku ew “Kurdên Ecnebî” ne pasaporta wan nîne û ew mecûbr mabûn ku bi qaçaxî ji Sûriyê derkevin, hunermend Omerî van kêlîkên trajîk ji jiyana xwe wiha tîne ziman: “Em awakî nehênî ji Serêkaniya Sûriyê derbasî Serêkaniya Tirkiyê bûn, em li têla û keleman qelibîn, lingê Orhan jî birîn bûbûn. Piştî ku em sê rojan di mizgeftekê de man em bi erebeyê çûn Stenbolê. Me ligel qaşaxciyan lihevkiribû ku em bi rêya balafirê herin Almanyayê lê di dawî de gotin emê we bi rêya behrê derbasî Ewropa bikin. Qaçaxcî ji başûrê Kurdistanê bûn, wîjdan bi wan re tûnebû, dema me behra navbera Tirkiyê û Yewnanê derbas dikir baranek tund li ser me barî û me xwe avêt giravekî biçûk ku kes lê tûnebû. Em li wir sê roj û sê şev bê av û bê xwarin mabûn, me cilê xwe yên ku ji ber ava baranê şil bibûn digovaştin û me hinekî devê zarokan şil dikir. Me û qaçaxciyan jî li hev xist, gellek heqaret li me kirin. Li dawiyê em gihandin Yewnanê, lê polîs em girtin û em kirin qeyikekê û em li ber daristanekê li Tirkiyê danîn, em 15 rojan jî ketin zindanê, piştre em serbest berdan û me dîsa berê xwe da Yewnanê, pitştî du mehên din ji kişanda êş û zehmtiyan em gihîştin Almanyayê.

Hestên kurdperweriyê li ba kurdên Almanyayê pir qels in

Mehmûd gellek birya wan demên bihorî dike û rexne li kurdên Almanyayê dike yên ku tenê li percewendiyên xwe yên şexsî dinihêrin, Omerî wiha boçûn û hestên xwe tîne ziman “Gava ez dîmenên şahiyên Newrozê li Qamişlo dibînim û ku em ne di nav de ne hêsir dikevin çavê min, herdem dixwazim ku ez di nav xelkê xwe de bim. Em ne ji ber hezkirina xerîbiyê hatine vir lê ji ber stema dewletê em koçber bûn. Dema ez hatim Almanyayê ez pir ditengijîm, zor e ku mirov ji heval û merivên xwe bi dûr keve. Mixabin ez bi kurdên li vir şok bûn, hestên kurdperweriyê li ba wan gellek qels in, ti kes ne amadeye ku karê xwe ji bo saetekî berde û beşdarî meşekê bibe, kurdên li vir pir bi maddiyetê girêdayî ne, pere li cem wan di ser her tiştî re ye, ez ji dixwazim zû vegerim welêt ji bo ez nebim wek wan”.

Dixwazin ku zarokên me di nav xwe de bihelînin

Omerî ne tenê ji bo xwe daxwaza vegerê baş dibîne, ji bo zarokên xwe jî dibîne ku jiyana li welêt ji ya li Almanya baştir e, Omerî wiha boçûna xwe tîne ziman “Ji bo pêşeroja zarokên me jî ev der ne baş e, ew kar dikin ji bo ku zarokên me di nav xwe de bihelînin ku hêdî hêdî zarokên me wek yên xwe bikin. Li hember vê yekê jî, di malê de herdem em kanalên kurdî temaşe dikin û zimanê axaftinê di malê de kurdî ye”.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s