“Çawa ji Kurdistanê hez dikim wisa jî ji Îrlandayê hez dikim”

Derwêş Ubêd li parka Phoenix / Rûdaw

Dublîn (Rûdaw) – Li Dublînê em pêrgî Derwêş Ubêd ji Başûrê Kurdistanê hatin. Ew sala 1981ê li devera Barzan, li bajaroka Bilê hatiyê dinê. Bavê Derwêş pêşmerge bû û ji ber rewşa şer li Başûrê Kurdistanê, di salên heyşteyî û nodî de, Derwêş xwendina xwe ya seretayî û navîn li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kiribû. Sala 2000î ji ber nearamiya rewşa siyasî  û aborî berê xwe dide Ewropayê, bo du salan li çend welatên ewropî dimîne û di 2002yê de li Îrladayê, bajarê Corkê, niştecih dibe. Me sohbeta xwe ligel Derwêş li parka Phoenidx çêkir, ku weke parka herî mezin li Ewropayê tê naskirin. Derwêşê ku rûyê wî tim bi ken e, bi dilxweşî ji Rûdawê re behsa xebat û rewşa penabertiya xwe kir.

Di pênc salên pêşîn de Derwêş li bajarê Corkê jiyabû, li wir zimanê îngilîzî xwend û di restoranteke îtalî de xebitî û fêrî çêkirina xwarinê bû: “Bi rastî min tiştek ji çêkirina xwarinê nizanîbû, di sê mehan de jî ez bûm şêf û piştî salekê ez bûm head şef (serokê şêfan), bo demekê jî min xwaringehêk birêvedibir û axaftina min jî bi pêş ket.” Lê hesreta di dilê Derwêş de herdem ew bû ku xwendina xwe bidomîne û biçe zanîngehê: “Li Corkê ez li gellek dibistanan geriyam, ji bo ku ez bikaribim bixwînim, lê hemûyan ji min re digotin heya ku tu mafê penaberiyê wernegirî, tu nikarî dest bi xwendinê bikî. Piştî 5 salan jî ez hatim Dublînê û li wir jî min dîsa hewl da ku ez biçim dibistanekê, lê dîsa heman bersiv didan min. Min hêvî wenda nekir û piştî gereke dûr û dirêj ez rastî dibistanekê hatim ku ji bo xwendinê ez pejirandim. Dema birêvebirê dibistanê got ez te qebûl dikim, ji kêfan ez dikenîm û digiriyam”. Wê caxê Derwêş dev ji karê xwe berda û tenê xwe ji xwendinê re vala kir û digel astengiya ziman bi ser ket: “Bi rastî xwedin gellek dijwar bû, zimanê min jî ne ewqas baş bû ji bo vê xwendinê, lê min gellekî xwe westand û piştî du salan min sertîfîkaya xwe bi serkeftin stand”.

Piştî standina bawernameya High School (Dibistana Bilind), Derwêş xwest li zankoyê zanîna Nanotechnology bixwîne, ji bo ku bikaribe rojekê xizmeta Kurdistanê di warê zanistî de bike. Lê ji ber dijwarbûna vê xwendinê, ku divê mirov hemû dema xwe jêre vala bike û her wisa ji ber dijwariya rewşa penabertiyê, wî ew biryara xwe guherand. Di dawiyê de Derwêş biryar stand ku beşa Siyaset û Felsefeyê li Zanîngeha Netewî ya Îrlandayê bixwîne. Lê ew rastî pirsgirêka bûrokratîk hatibû û saleke xwendinê wenda kir.

Piştî lêmaneke dirêj ku heft salan li ber xwe dabû, Derwêş di sala 2009ê de mafê penaberiyê werdigire. Niha jî salek wî maye ku xwendina xwe bi dawî bike. Li kêleka xwedina xwe, Derwêş weke endamekî CHAKê (Navenda Helebce ya li dijî Tevkujî û Enfalkirina Kurdan) ligel aktîvîstên kurd li Dublinê gellek çalakî lidarxistine, derbarê şewata Sînema Amûdê, Helebce û Anfalan: “Me gellek îmze berhevkirin û me ji parlemana îrlandî re şandin, ji bo ku jenosîdên li dijî Kurdan bi awayekî fermî nas bikin.”

Derwêş hez dike ku rojekê vegerê Kurdistanê, lê dixwaze xwendina xwe li zanîngehê jî bidomîne: “Bi rastî rûhiyeta min ligel Kurdistanê ye, hez dikim ku rojekê vegerim, ji bo ku xizmeta gelê xwe bikim. Lê niha dixwazim bo masterê jî li vir bixwînim. Ez ji Îrlandayê gellekî memnûn im, ev jî welatê min e, çawa hez ji Kurdistanê dikim, wiha jî hez ji Îrlandayê dikim.”

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s