‘Me peykerê Hafiz Esed anî xwarê’

image

Zinar Ala

Madrîd (Rûdaw) – Seîd Ehmed (26 salî, ji Amûdê) yek ji wan ciwanên Rojavayê Kurdistanê ye ku neçar mabûn dev ji gund û bajarên xwe berdin û bi hêviya ku jiyaneke baştir bijî, berê xwe bidin Ewropayê, ji bo ku nekevin destên hêzên ewlekariyê, ji ber beşdarbûna wan di şoreşa sûrî de. Lê piştî dibin penaber, nemaze li welatekî wek Spanyayê, êdî poşman dibin ku ji welat derketine.

“Ez deh salan di koraniyê de jiyame”

Rûdaw serdana Seîd li Navenda Hewandina Penaberan li bakurê Madrîdê kir, Seîd jî bi germahî pêşwaziya me kir. Di vê navendê de tenê ew Kurd e, hevalê ku pê re ji Sûriyê hatibû li Spanya nema û berê xwe da Almanyayê. Seîd di zarotiya xwe de gellek êş û azar dîtin, ronahiya herdu çavên wî pirr kêm bûn û ji ber rewşa xizaniyê nedikarî çavên xwe derman bikirana: “Ez deh salan di koraniyê de jiyame, hevrêyên min li dibistanê henekên xwe bi min dikirin. Ez çûm nexweşxaneya hikûmetê ji bo ku çavên xwe emeliyat bikim. Dema ku karmendan li nifûsa min nihêrîn, zanîn ez Kurd im û ji min re gotin çavê te derman nabin, piştre me hinek pere deyn kirin û min çavek emeliyat kir. Ji ber ku em perîşan bûn, min dev ji dibistanê berdabû û min alîkariya bavê xwe di karê mîmariyê de dikir.” Piştî  xebata çend salan Seîd diçe nexweşxaneyeke prîvat û çavê din jî emeliyat dike. Di 2008ê de jî hikûmetê fermanek derxistibû ku astengî ji bo lêkirina avahî û malan derxistin holê û ji ber wê jî karê Seîd gellekî kêm bibû.

“Em gellek bi hêrs bûn û me peykerê Esed anî xwarê

Ji tirsa ku bikeve destên hêzên ewlekariyê, Seîd mecbûr ma ku Amûda xwe ya şîrîn li paş xwe bihêle û were Ewropayê. Li Amûdê Seîd herdem beşdarî xwepêşandanên li dijî rejîma Esed dibû. Seîd ji Rûdawê re bi şanazî behsa serpêhatiya rûxandina peykerê dîktatorê berê yê Sûriyê dike: “Roja 8ê Cotmehê bû, em derdorê 100 kesî bûn ku li dor peyker civiyabûn, berî wê jî bi rojekê nemir Mişel Temo hatibû kuştin. Hêzên hikûmetê hatin û gaz avêtin ser me, lê em ji cihê xwe neliviyan û me bi keviran êrîşî wan kirin, em gellek bi hêrs bûn û li dawiyê me peykerê Hafêz Esed anî xwarê.” Piştî rûxandina peykerê Esed, Seîd tevlî merasima cenazayê Mişel Temo dibe, cenaze ji Amûde derbas dibû û diçû Dêrbêsiyê. Di heman rojê de malbat Seîd agahdar dike, ji bo ku venegere malê, ji ber ku hêzên ewlekariyê lê digeriyan. Seîd biryar dide ku ji welat derkeve û derbasî Tirkiyeyê dibe û li wir qaçaxçiyekî dibîne û pê re lihev dike ku bi 8.000 Euro wî bigihîne Almanyayê.

Qaçaxçî ew xepand li şûna Almanya ew bir Spanyayê

Seîd pêşî ji Tirkiyeyê diçe Îtalyayê lê ew tê girtin û paşve tê vegerandin, çar mehan li Stenbolê dimîne û ji wir diçe Brazîlê û piştî deh rojan Seîd xwe li balafirgeha Madrîdê dibîne: “Qaçaxçî ez xapandim, diviyabû ez gihandibûme Almanyayê lê wî ez anîm Spanyayê.” Li Spanyayê jî Seîd rastî miameleyeke xerab tê ji aliyê birêvebiriya Navenda Hewandina Penaberan ve, tiştê ku hîşt deh rojan ew bikeve grêva birçîbûnê û li dawiyê destê xwe bi gûzan birîn bike: “Du hefteyan ez bê cil û sol bûm, ez bi pêlava malê diçûm Madrîdê, piştî wê solên kevin ji min re anîn, min gote wan ez li xwe nakim, çend Euroyan bidin min ez yeke nû bikirim, lê wan ti pere nedan min, ji min re gotin here ji hevalên xwe bixwaze, ango dixwestin ez parsê bikim. Carekê wergêrekî mexrebî ji min re anîbûn, min ji erebiya wî fêm nedikir û ew bi min diqêriya. Min ji wan wergêrekî kurd xwest lê ji min re gotin wergêrê kurd nîne. Deh rojan ez di odeya xwe de mam û min nan nedixwar, lê ti kesî li min nepirsî û li dawiyê min birînin kûr di destê xwe de çêkirin û ji ber wê jî ez du rojan li nexweşxaneyê raketim, lê min tiştek bi dest nexist û rewş wek berê ma”.

“Ku min bizanîba rewşa wisa ye ez nedihatim vir”

Seîd, ku ev bû 6 mehan ew gihiştiye Spanyayê, gellekî poşman e ku ji welatê xwe derketiye û hatiye Ewropayê: “Ku min zanîbûya rewş wisa ye, ez nedihatim vir. Mirov li ser axa xwe bimire, baştir e ku berê xwe bide xerîbiyê û bi minetiyê bijî. Ewropa ji xelkê xwe re xweş e, ne ji bo me.” Seîd li vê Navenda Hewandina Penaberan ne rihet e û tenatiyê hîs dike, ji ber wê jî nameyek ji wezîrê hundir ê Spanyayê re şandiye û tê de daxwaz kiriye ku wî binin navendeke din ku tê de miameleya ligel penaberan baştir be û çend hemwelatiyên wî di wê navendê de hebin.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s