‘Bi hezaran Kurd wek min li Ewropayê bêkes hene’

‘Divê Kurd bi kêmanî xweseriyeke wek ya Welatê Bask bidest xînin’

Bilbao (Rûdaw) /Z.A – Li paş pirraniya penabên Kurd ku em pêrgî wan tên çîrokek bi êş heye, ti kes bi dilê xwe dev ji cihûwarê xwe bernedaye. Enwer Elî yek ji wan kesan e, ew bêtir hez dike weke Bêkes Kurdo bê navkirin. Ev bûn şeş sal ku li Bilbao, paytexta aborî ya Welatê Bask, dijî. Li xaniyê wî, li bajarokê kevnar yê Bilbao em lê bûn mêvan.

Bêkes sala 1979ê li gundê Kor Pînarê yê bi ser Kobanî hatiye dinê. Ji ber xizaniya malbatê, ku ji 11 kesan pêk tê, Bêkes dev ji xwendinê berdabû û li Helebê û li Şamê kar kiribû lê nezanîna bi zimanê erebî jê re problem derdixist, “ji ber ku min bi erebî nizanîbû, xwediyê kar xwîna min dimijandin û kêm heqdest didan min”. Di leşkeriyê de Bêkes êşa Kurdbûna xwe dîsa kişand: “Dema leşker bûm, efserekî nehiştibû ez li mûzîka kurdî guhdar bikim, ji min re gotibû ‘ev ziman qedexe ye’, li wir ez pê hesiyam ku ez ne hemwelatiyê vê dewletê me, ne hemwelatiyê dereceya dudiyan ne jî sisiyan im, nedikarim bi zimanê xwe biaxivim ne jî dikarim mûzîka xwe guhdar bikim, min xwe qet weke însan hîs nedikir”. Bêkes wiha pêde diçe: “Di dibistanê de, di kar de, di leşkeriyê de me peyvên weke “Kurd ker in” gellek caran bihîstibû”.

Ji ber ku malbata Bêkes alîgira Partiya Pêşverû bû, wê jî para xwe ji zilma rejîma Baasê dîtibû: “Em herdem di bin konrtrolê de bûn, xwişk û birayê min jî ji ber ku di şahiya Newrozê de beşdarî lîstika şanoyê bûn, bi mehan di zindanê de man”.

Piştî ku leşkeriya xwe diqedîne, Bêkes ji bo karê mîmariyê diçe bajarê Dêrbêsiyê, li wir jî rastî zarokekî heşt salî tê ku ligel bavê xwe di lêkirina xaniyan de dixebitî. Bêkes mat dimîne ku çawa zarok bi vî temenî hebin û vî karê giran bikin: “Min jê pirs kiribû ‘ji bo çi tu vî karî dikî?’ ji min re got ‘ez bênifûs im, mafê min nîne ku ez herim dibistanê bixwînim’, Zarok di erdê bav û kalên xwe de kar dikir, lê hikûmetê ev erd ji wan standibû û dabû Ereban. Vî zarokî bandorek mezin li min kiribû, ez gellekî pê êşiyam û min got êdî nema ez li vî welatî dimînim.”

“Ku ez bimirin, ez venagerim Sûriyê”

Piştî vê bûyerê bi sê mehan, di sala 2004ê de, Bêkes berê xwe dide Cezayîrê û ji wir diçe Maroko, li wir heyama salekê bi awayekî nehênî kar dike. Ji ber ku kaxezên wî yên karkirinê tine bûn, wî hewil dabû ku rewşa xwe rewa bike, lê li wî welatî jî rastî neheqiyê hat: “Min parêzerek girt û min daxwaza mafê penaberiyê kir, lê dozger eşkere ji min re got ‘em û hikûmeta Sûriyê hevalê hev in’ û daxwaza min red kir. Min jî got ku ez bimirin, ez venagerim Sûriyê”.

Di dawiyê de Bêkes tevlî çend penaberan berê xwe dabû sînorên têlî di navbera Maroko û bajarê spanî Ceuta de. Di dema derbaskirina sînoran têlî de hemû laşê wî birîn bibû. Bêkes vê sepêhatiye wiha tîne ziman: “Di sînor de du toreyên têlan hebûn, diviyabû ku em di deh saniyan de herdu toreyan derbas bikin. Bilindahiya wan 6,7 metre bû. Di navbera herdu toreyan de stirî hebûn, min qet ew nedîtibûn, binê lingên min 5-6 cih qul bibûn. Dev, dest, ling û pêtikên min birîn bibûn, destê min di nav têlan de jî asê bûn, ji nişka ve jî alarma polîsan lêda. Min got bila nîvê destê min jî here, lê bila min negirin û neşînin Sûriyê. Min destê xwe ji nav têlan kişand û ez derbasî xaka spanî bûm. Deh rojan min xwe di nav daristanekê de veşartibû, min newêrîbû ku ez biçim navenda tenduristiyê û min birînên xwe di ava behrê de kewandin”.

Piştî wê Bêkes daxwaza penaberiyê ji polîsê spanî kir û dûvre ew birin bajarê Sevilla. Li wir jî Bêkes rastiya xewna Ewropayê û rewşa penaberiyê baş nas kir: “Ew tiştê ku me di serê xwe de xeyal dikir, ku ev xak biheşt e, vala derket lê helbet jiyan li vî welatî ji jiyana li Sûriyê baştir e. Ez salekê li Sevilla mam, min karê helandina hesin dikir, ji bo 11 demjimêran min 1000 Euro distandin, goştê li ser rûyê min ji germê diqelişî.”

Bêkes bi kilamên xwe kezeba polîsa Spanî şewitandin

Piştre heman kar li Bilbao jê re derket, ew dudilî nebû û berê xwe da Welatê Bask, qet nebe ewê ji germa Sevilla rizgar bibe ku di havînan de pileya 40î derbas dike. Lê li vî bajarî Kurd tine bûn û wî nizanîbû çawa cihê razanê peyda bike: “Sê rojan min li kolanan xew dikir, min serî li Komisyona Spanî ji bo Alîkariya Penaberan da lê bê sûd bû. Min ji wan re gotibû tenê xanî ji min re bibînin, vaye pereyên min hene, mixabin vê rêxistinê ti alîkarî neda min. Piştre min bi saya xêrxwazan xaniyek peyda kir.

Em ji malê derdikevin û sohbeta xwe li navenda Bilbao didomînin. Bêkes derbarê êşa dûrbûna ji welat wiha dibêje: “Xerîbî pirr zor e, ne dost, ne heval. Eger li welatê min maf hebûya, ez rojekê li vir nedimam.”
Bêkes li ava ku di nava Bilbao re derbas dibe dinêre û wan rojên xemgîn tîna bîra xwe: “Ku devê vê avê vebûya, wê ji te re bigota ez çiqas li vir giriyame. Di şevekê de li ber vê avê min şerab vexwaribû û heya demjimêr 3yê serê sibeyê mabûm, min stranên bi êş digotin, ji nişka ve min dît ku polîsek nêzîkî min bû û ji min xwest ku ez kilaman nebêjim, ji ber ku min kezeba hevkara wî şewitandibû, ji min re got ‘ji kerema xwe raweste, ev bû deh xulekan ku hevala min ya ku di erebeyê de rûniştiye ji ber stranên te girî dike.’ Xerîbî pirr zor e lê ez çi bikim, li min hate ferzkirin. Ji wir jî navê Bêkes tê û ez bawer im ku bi hezaran Kurd wek min li Ewropayê bêkes hene.”

Di meha borî de Bêkes bi alîkariya çend hevalên xwe xwepêşandanek ji bo piştgiriya raperîna li Sûriyê amadekiribû: “Em nîzîkî 150 kes bûn, me gellek alên Kurdistanê hildan, ji ber ku Sûriyê welatekî Kurdan e, ne tenê yê Ereban e. Mixabin çend kesên Ereb ku hatibûn li dijî hildana ala Kurdistanê bûn”.

Derbarê hêviyên xwe ji bo Sûriya nû, Bêkes dibêje: “Ez hêvî dikim ku êdî Kurd li Sûriyê xwe bi xwe rêve bibim, divê herêmeke federal ji bo Kurdan hebe, yan jî herî kêm divê Kurd xweseriyeke wek ya Welatê Bask bidest bixin, ji wê kêmtir divê em tiştekî din qebûl nekin. Dem hatiye ku em herêmên xwe yên belengaz bi pêş bixin, aboriya xwe baş bikin û xelkê xwe ji feqîrtiyê rizgar bikin.”

Hevkarê me ligel Bêkes Kurdo (Milê rastê)

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s