Rehîm Qadirî: ‘Roja hûn bibin yek ezê nunertiya we li Madrîdê bikim’

image

Zinar Ala

Madrîd (Rûdaw) – Li Spanyayê kesên ku ji bo danasîna pirsa kurdî dixebitin dikarin li ser pêçiyên destekî bên hejmartin. Rehîm Qadirî yek ji wan kesan ku ji bo danasîna doza Kurdan li Spanyayê xebat kiriye.

Ji bo em Rehîm Qadirî ji nêz ve binasin, me berê xwe da mala wî li bajarokê Fuenlabrada yê bi ser Madrîdê. Rehîmê ku ji çêkirina şîvan hez dike, nemaze şîvên îranî, îro Fisêncûn amade kiribû, li kêleka Fisêncûnê Rehîm şeraba spanî pêkêş kir. Piştî tahmkirina wê xwarina xweş ji destê Rehîm, wî pirsên Rûdawê bersivandin.

Rehîm xwendina xwe heya lîseyê li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Serdeştê qedandiye. Du salan mamostetî xwendibû û di nav xizmeta leşkerî de li bajarokê Qirwadê yê ser bi Sineyê karê mamostatiyê kiribû: “Gellekî zor bû ku ez dersê bi zimanê farsî bidim zarokên kurd, em li derve bi kurdî diaxivin û di hundirê dersê de bi farsî.” Rehîm di heman salê de bû endamê PDKÎ (Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê). Di nav xebatên ku Rehîm girtibûn ser milê xwe, li welêt xebata fêrkirina zimanê dayîkê bû, ew bi vê xebatî jî pirr serbilind e: “Tiştê ku ez pê şanaz im, ku ez yek ji wan kesan im ku rolek di sazkirina departamenta fêrkirina zimanê kurdî de lîstiye.”

Rehîm di 1985ê de ji welêt derdikeve. Wî dixwest biçe Swêdê lê ew xwe digihîne Spanyayê û li vî welatî dimîne: “Bi rastî ne tenê ji ber çewsandinê ez ji welêt derketim, plana min hebû ji bo pêşketina şexsî, min daxwaz dikir ez biçim Swêdê lê hevalekî min bi navê Mustefa Şemamî ez vexwendim Spanyayê û ji ber vê rindiya ku bi min kiriye ez wî qet ji bîr nakim. Ji ber du sedeman ez mam, ew jî ku xelkê vî welatî pirr şîrîn in û ji ber xweşbûna hewayê”

“Qasimlo bû qurbanê fikirê xwe yê humanîst”

Di pirtûka Carol Prunhuber ya bi navê “Êş û Mirina Rehmanê Kurd, Xewna Kurdistanê” de, navê Rehîm di nav kesên ku nivîskar spasiya wan kiriye de derbas dibe. Rehîm sedema vê yekê wiha şîrove dike: “Berî çapkirina pirtûkê, nivîskar beşên kitêba xwe yek bi yek ji bo serrastkirina hin agahiyan û ji bo lêvegerandinê ji min re şandibûn, min jî ew agahî ji Ebdullah Hesenzade (Mamoste) re şandin. Mamoste hûrgiliyên xebata PDKÎ baş nas dikir. Wî agahî serrast dikirin û ji min re dişandin û di dawiyê de pirtûk bi saya erka gellek kesan ronahî dît”.

Ji çepê Qasimlo Ebdullah Qadirî û Rehîm Qadirî di sala 1987an de li Madrîdê

Carol Prunhuber di pirtûka xwe de behsa hişyariyên Hélène Krulich, hevsera Qasimlo, Celal Talabanî û Bernard Kouchner ji Qasimlo re dike, daku haya wî ji rejîma îranî hebe, lê Qasimlo îsrar kiribû li ser danûstandinan. Rehîm sedemên vê îsrarê wiha vedibêje: “Ez diramim ku du sedem hene, ya yekemîn ez bawer dikim ku Qasimlo bû qurbanê fikirê xwe yê humanîst, wî digot em tiştekî pîs nakin, tirs li ba me tine ye, ew diramî ku PDKÎ ti kiriyarên tund li dijî kesî nedikir, ji ber wê jî ti kes ziyanê nagihîne wan. Ya duduyê jî, dema wî ligel rejîmê danûstandinê dikir, mercên ciyawaz hebûn, şerê heşt salan ligel Îraqê bi dawî bûbû, mîlyonek kes qurbanî hebûn, di nav wan de kuştî, birîndar û windayî. Ew diramî eger Îran ligel rejîmeke hovane wek ya îraqî dixwaza aştiyê bike, ji bo çi wê ligel Kurdan danûstandinên aştiyê neke”.

Li Stenbolê Rehîm bû qurbanê Kurdfobiyê

Sala bihorî rojnameya El Mundo nûçeyek bi sernivîsa “Polîsên tirk heqaretê li Spaniyekî esilkurd dike” weşand. Kesê ji aliyê polîsên tirk ve hatibû biçûkxistin Rehîm bi xwe bû: “Ez ligel nivîskarê baskî Manuel Martorell diçûm Başûrê Kurdistanê, bi rêya Stenbolê. Di geşta vegerê de û di cihê kontrola pasaportan de karmendekî li min nêrî weke ku ez ji planêteke din hatibim, karmendê kontrolê bi destê nîşanî min da ku ez xwe bidim aliyekî, wî karmendî telefonî hevkarên xwe kiribû. Sê kes hatin û ez birim cihekî din, yekî ji wan li pasaporta min dinêrî û dikenî, ez bûm mijara henekên wan û xwestin ku wêneyekî ji pasaporta min çêbikin, tenê ji ber ku navê Kurdistanê li ser bû. Ez wêda birim û wêda anîm, di dawiyê de dest ji min berdan, lê li şûna mora reş ya sor li pasaportê xistin.”

Rehîm ev deh sal in ku karê wergerandinê dike û di van du salên dawî de hemû dema wî bo vî karî derbas dibe. Dema wextê wî hebe ew gotaran ji bo malperên spanî dinivîsîne û hin caran beşdarî konferans û panelên li ser pirsa kurdî dibe. Rehîm kesera kêmbûna demê wiha tîne ziman: “Herdem min digot eger rojek bê û dema min tenê ji bo danasîna doza kurdî çêbibe, minê erdhejek li Spanyayê çêkiriba, têkiliyên min ligel sê partiyên sereke li vî welatî hene, her wisa pêwendiyên min ligel alavên ragehandinê jî hene, lê mixabin karûbar hemû wextê min distîne û dibe asteng ji xebata întellektuelî.”

Rehîm heya berî pênc salan nunerê PDKÎ li Spanyayê bû, lê ji ber perçebûna ku di nav partiyê de çêbûbû wî bi destjêberdana ji karê partiyê nerazîbûna xwe ji vê parçebûnê nîşan da, lê “hêj têkiliyên min ligel herdu perçeyên partiyê hene û min ji wan re gotiye roja hûn bibin yek, ezê nunertiya we li Madrîdê bikim”.

Advertisements

2 thoughts on “Rehîm Qadirî: ‘Roja hûn bibin yek ezê nunertiya we li Madrîdê bikim’

  1. Muy bien Zinar, con todo tanto tiempo esperando para leer esta entrevista y la escribes en kurdo y sin opcion de traducirla, espero tu traduccion, un saludo.

    1. Hola Yolanda,

      El periódico llegará en unos días a vuestro buzón, y Rahim te la traducirá o tienes que aprender el kurmanci 🙂

      Un fuerte abrazo

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s