Manîpûlekirina zarokan li Rojavayê Kurdistanê

Pankartên piştgiriyê ji Artêşa Azad, Federalî û ENKSê re (Facebook)

Z.A / Rûdaw – Peyva manîpûlekirin ku koka wê ji peyva latînî “manupulus” tê, tê wateya kiryara livandina  tiştekî bi rêya destan yan jî  bi rêya alavekî. Cureyên manîpûlekirinê gellek in lê bi nêrîna min ya herî xerab manîpûlekirina zarokan û mêjiyê wan e. Ev bû salek û nîv ku hinek derfet ji xelkê Rojavayaê Kurdistanê çêbûne ku bikaribin bîr û ramanên xwe bi awayekî eşkere li kolanan bînin ziman. Mixabin ku gellek caran zarok hatin û hîn jî ji bo propogandaya siyasî tên bikaranîn.

Gellek partî û hevrêzên ciwanên kurd di xwepêşandanên xwe de zarokên biçûk ji bo hildana pankartan bikartînin, zarok ji bo xwestina federaliyê, sazkirina herêmên tampon, desttêwerdana ji derve, piştgiriya Artêşa Azad û hwd. hatin bikaranîn. Zarok, bêyî ku navarok an jî wateya pankartan bizanibin, beşdarî xwepêşandanan hatin kirin û weke robotan hatin û tên bikaranîn. Zarokên ku hîn neçûne dibistanê, gellek pankartên propogandayê bi wan hatin hildan, weke “Ez ji baxçeyê zarokan vediqetim û xwe tevlî refên Artêşa Azad dikim”, “Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê nûnertiya min dike”,  “Em bang li civaka navnetewî dikin ji bo ku destekê bide fedederaliyê li Herêma Kurdistan Sûriyê” û hwd.

Medya jî li ser navên zarokan nûçeyan diweşînin û kiryarên mezinan dixin ser milê wan, wêneyên zarokên biçûk jî ji bo amadekirina van nûçeyan têne bikaranînîn. Di nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de mirov rastî hevokên ecêb tê, weke: “Zarokên Amûdê ji bo vekirina dibistanên xwe bi îsrar in” anjî “Zarokan ji Desteya Kurdî ya Bilind xwestin ku biryarên xwe derbarê fêrkirina zimanê kurdî bi cih bînin”.

Di nûçeyên ANFê de derbarê  “xwerêxistina” zarokan de nûçeyên pir balkêş têne weşandin. Di 25ê Cotmeha borî de ANFê ragihand  ku girtina dibistanan ji aliyê rejîmê û tijîbûna wan bi penaberên ji herêmên şer li pêşiya zarokê Efrînê nebûye kelem, ku zarok ji ber eşqa xwe ji fêrbûnê xwe organîze bikin û dibistaneke taybet ji xwe re vekirin.

Di 12ê Mijdarê de jî, di bin sernivîsa “Zarokên kurd dibistanên girtî vedikin û li ser fêrbûna Kurdî bi îsrar in” nûçegihanê ANFê radigihîne ku zarokên kurd ji civak û malbatên xwe pêşdetir çûne derbarê fêmkirina lîstokên rejîmê û xwediyên mentalîteya şovînîst yên ku dijminatiya fêrbûna zimanê kurdî dikin, ew jî ji ber ku zarok îsrar dikin li ser berdewamiya hînbûna zimanê dayîkê.

Lê manîpûlekirina herî prîmîtîv ku ez heya niha rastî wê hatim, li Kurdaxê bû. Di vîdyoyekê de ku par di Youtubê de hatiye weşandin, tê de dixuye ku komek gundî ji bo piştgiriya şoreşa PKKê palê dikin. Bêjera ku hevpeyvînê bi paleyan re dike ji zarokekî dipirse: Ji bo çi tu hatî vê derê? Zarok wiha bersiv dide: “Ez hatime palê”. Bêjer pirseke din dike: Ji bo kê? Zarokê temen biçûk ku hîn nizane baş tîpa K bi lêv bike, hinekî difikire û paşê dibêje: “Serot Apo”. Bi derbikê jî slogana bijîkirinê li derdorê bilind dibe, keçikeke li paş wî zarokî jê re dibêje “destê xwe rake” lê zarok xwe nalivîne, piştre destê wî hildide ji bo ku ew jî weke “paleyên din” sembola serkeftinê nîşan bide.

Partî û hevrêzên ciwanên kurd li Sûriyê hemû ji bo azadî û  bicihanîna mafên netewa kurd dixebitin, lê di heman demê de jî mafên zarokan binpê dikin û mêjiyê wan yê teze diherimînin.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s