Xemxurê “zarokê bêmal” konê xwe bar kir

Sersaxiya Arşevê Oskan / Rûdaw

Rûdaw / Z.A – “Di sala 1967 an de li gundê Birkinêsê di navbera Dirbêsî û Serêkaniya binxetê ji dayîk bûme. Li gundê me ji bilî zimanê kurdî nayê axaftin, dayika min heyanî ku koça dawî kir jî hînî zimanê erebî nebû… Dibe ku ji sedema zimanê dayîkê be, zimanê kurdî li cem min tu toz nehat ser û pîrozbahiya xwe parast” ev bûn xêzên pêşîn ji kurtejiyana nivîskar Arşev Oskan ku di rojên şîniya wî dawiya heftiya borî de li navenda Komele Kurdên Bremenê hatibû belavkirin. Piştî berxwedaneke demdirêj li hemberî neşxweşiyê pencaşêra kolonê dawî li jiyana bavê Nazê anî, heval û hezkiriyên wî êdî neman ew dîmê rûliken bibînin lê nemir Arşev di van salên berxwedanê de gellek berhem li pey xwe hîştin ta ku  herdem zindî di bîrê wan û aşiqên wêjeya kurdî de bimîne.

 Hewaya sar nebû kelem ta ku kurd ji gellek bajarên Almanya biçin cihê sersaxiyê, hemû kesên ku axivîn tekez kiribûn li ser tewazîbûna Arşev, girêdana wî bi zimanê dayîkê û bi doza netewa xwe. Helbestvan Tengezar Marînî dest bi axaftinê kir û got “wek hûn dibînin Arşev bi xwe kurtejiayan xwe nivîsandiye, pesnê xwe nedaye û gellek tiştên real gotine, di axaftina xwe ya ji medya re herdem dixuya ku ew kesek mitewazî û hezmirov bû”. Marînî ji ber barkirina Arşev xemginiya xwe anî zimên “Wendakirineke nivîskarekî kurd  nemaze di vî temenî ciwan de bûyerek pir bi êş e ji ber ku ew bi zimanekî qedexe û birîndar dinivsînin û bi saya keda wan ev ziman li hemberî wendabûnê li ber xwe dide”.

Ji sersaxiya Arşevê Oskan / Rûdaw

 “Bi rastî tu nikarî ti kêmanî li ba wî bibînî”

Me xwest em bi Eyaz re biaxivin derbarê barkirina bavê xwe lê wî kesekî nîşanî me kir û got “bavê Cudî û bavê min wek bira bûn”. Bavê Cudî jî nexweşê penceşêra kezebê ye, digel ku li derveyî komelê bayê qerrisî hebû wî bi kêfxweşî daxwaza me pejrand û wiha ji Rûdawê behsa hevalê xwe kir “min Arşev berî heft salan naskiribû lê piştî ku ez jî nexweş ketim têkiliya me xurttir bû, em xwedî heman êşê bûn û me dilê xwe ji hev re vedikir, hêvî dikim ti kes ku dijminê kurdan be jî vî derdî nebînê ” di vê kêlîkê de bavê Cudî cixareyekê vêdixîne û nefesekî kûr dikşîne “ez çi bêjim ne ku niha ji ber ku nav me bar kiriye divê em tenê behsa başbûna wî bikim lê bi rastî tu nikarî ti kêmanî li ba wî bibînî, di civata wî de jî mirov pir kêfxweş dibû, li tembûrê dixist û dengê wî xweş bû”.

Arşev yek ji ew nivîskarên kêm ji rojavayê Kurdistanê bû ku tenê bi kurdî dinivisînin, li ser daxwaza bavê Cudî wî di vê dema dawî gotarek bi erebî li ser rejîma Sûriyê  nivîsandibû lê piştre ew poşmam bû “tu zanê bavê Cudî digel ku ez dizanim ku ev nivîs bêtir ji nivîsên min yên bi kurdî hatiye xwendin lê ez hest dikim ku min qebhet kiriye, wîjdanê min ji ber nivîsandina bi erebî rihet nabe”.

Bavê Cudî dibêje ku Arşev herdem moralê wî bilind dikir û hêz dida wî ta ku li hember nexweşiyê li berxwe bide,  herdû jî henek bi hevdû dikirin derbarê nexweşiyên xwe “carekê min jêre gotibû ez nema bîra mirinê dikim, ew got çima?, min got: pîrekên me hîn can in wê zû dev ji zarokên me berdin û herin bizewicin, lê ezê ji xelkê re bêjim ku ez bi Aidsê ketime, wiha jî kes nêzîkî wê nabe. Ew got bila bizewcin çi pêve heye. Ew ji diya Eyaz re gotibû piştî ku tu ji ser gora min vegerî cavê xwe bigerîne û ji xwe re însanekî xweşik bibîne. Ev rihê demokrat jî li ba wî hebû”.

Mehmûd Abûzêd hevalekî din ya Arşev ji Rûdawê re axivî û bal kişand li ser girêdana Arşev yê bêhempa bi zimanê xwe ve “Arşev digot zimanê kurdî wek zarokekî bêmal e, ku hebekî wîjdan te hebe divê tu wî bi tenê nehêlî, ya tuyê wî rahêjî mala xwe yan jî tuyê warekî jêre peyda bikî. Wî nedixwest bi zimanekî din binivîsîne ji ber ku bawer dikir ku wê kurdiya wî zelal nemîne û wê biherime”.

Min wek Arşev berxwedêr, geşbîn û bi jiyanê ve girêdayî nedîtibû”

Nivîsakar Qado Şêrîn ku ji salên nodî de Arşev nas dike ji Holandayê hatibû û xwe gihandibû merasîma cenazeya wî, Qado Şîrîn di dema dawî de di têkiliyeke rojane ligel hevalê xwe bû, Qado ji Rûdawê re got “min gellek kes nasdikirin ku ji ber ev nexweşiya dijwar çûn lê min wek Arşev berxwedêr, geşbîn û bi jiyanê ve girêdayî nedîtibû, herdem dinivîsand lê mixabin di rojên dawîn de nexweşî lê giran kiribû, êdî nema dikarî gellek biaxiviya, zimanê min jî li ser telefonê radiwestî, ev rewş bo min gellek dijwar bû lê bi rastî girêdana wî bi jiyanê û bi peyva kurdî ve geşbînî dida mirovan”. Qado bal kişand li ser giringiya berhemên Arşev di wêjeya kurdî de nemaze romana wî ya bi navê Keştiya Penaberan û got ku dê hewil bide ligel hevalên din derbarê ew gotar û hevpeyvînên ku di malperê Arşev de (www.arshev.net) hatine weşandin ligel gotar û helbestên ku li ser koçkirina wî ya dawî hatine nivîsandin di nav pirtûkekê gîştî de biweşînin.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s