Ji bo navê Ronî Stêrk heta dadgehê jî çû û qezenc kir

Ronî Stêrk
‘Divê her Kurdek bizanibe ku mafê wî heye ku paşnavê xwe bike kurdî’ Foto: Rûdaw

Rûdaw / Z.A – Ronî Stêrk li herêma Xorsê ji dayîk bûye lê pirraniya jiyana xwe li Edenê derbas kiriye û ev bûn 17 sal ku li Almanyayê dijî. Ronî ji bo ku Kurdekî xwedî paşnavekî kurdî be, bi dewleta alman re pirr serê xwe êşand lê di dawiyê de gihîşt armanca xwe.

Digel ku ew 25 salan li Edenê jiyaye lê bi kurdiyeke xweş diaxive, li malê tenê bi kurdî diaxivîn lê cîranê wan hemû Tirk û Ereb bûn: “Ji bîra min naçe çawa diya min ji bo karibe bi kurdî biaxive, sê çar km ji malê dûr diket, ji bo ku ligel malbateke kurd bicive”

Ronî mat dimîne ku me navê Gorsê nebihîstiye û bi şanazî behsa Xorsê dike, cihê ku gellek havînan lê maye: “Em bi tutuna xwe navdar in, nemaza li Binxetê, gundiyan tutuna xwe li mayînan dixistin û derbasî sînor dikirin, ji ber vê yekê jî navê “tutuna bi xwînê” lê dikirin. Bapîrê min jî gellek caran li ser van rêyan birîndar bûbû. Cîgerxwîn carekê gotibû Xoris çiqas cihekî xweş e û behsa şînkatî û bedewbûna keçên wê jî kiribû”.

Ronî di dema xwendina li zanîngehê de bêhtir çalakvanê siyasî bû û xwe di nav xebata Weşanxaneya Komal de dît û berpirsiyarê Komalê li herêmên Antakya, Mêrsînê, Edenê û Mereşê bû û her wisa berpirsiyayê derxistina kovara Stêrka Rizgarî bû.

Ronî ji hewldaneke kuştinê filitî

Ji ber çalakiyên xwe ku bi awayekî eşkere dimeşandin, Ronî rastî gef û zeqta dewletê hat: “Asayîşê bi rêya telefonê bi kuştinê em tehdît dikirin, carekê ez bi tenê li buroya Komalê bûm, ji westabûnê jî xilmaş bûm û tavilê du kes ketin hundir, hema ez rabûm û min ji wan re got hûn bi xêr hatin, min got belkî ew mêvan in, lê min dît ku ew asayîşa sîvîl bûn. Wan jî tinazê xwe bi me kirin “oh, tu bixêrhatina me jî dikî, emê rojekê xêrê li te bînin”. Di dawiyê de êdî dewlet nema li hember xebata Komalê çavê xwe digire, polîs êrişî dezgehên Komalê kiribûn û gellek endamên wê xistibûn zindanan. Şansê Ronî hebû ku neket destên wan, li gorî gotina cîranan dewletê serê wî dixwest: “Rojekê girtin ser mala me, bi tesaduf ez ne li mal bûm, cîranan ji min re gotin ku wê rojê hatibûn min înfaz bikin, li ser baniyên malên derdorê bi sîlehên suîqastê xwe amade kiribûn”.

Piştî vê buyerê Ronî bo çend mehan xwe veşartibû û piştre berê xwe dabû Ewropayê û li Bremenê niştecih bû. Ronî ji destpêka hatina xwe bo Almanyayê, di sala 1995ê de, bi xebata kurdayetiyê mijûl bû û li Bremenê kar kiribû ji bo nûperwerdekirina zarokên kurd ku ji ber tewana narkotîkê hatibûn zindankirin. Ji wê demê heya niha ew di warê perwedehiya zarokan û şêwirmendiya malbatan de kar dike.

“Ku ez derpiyê xwe jî bifiroşim ez dev ji vê dozê bernadim”

Ronî ji bo ku almaniya xwe xurt bike, du salan li buroya parêzerekî xebitî û li wir jî boçûna guhertina paşnavê wî derket holê. Digel zehmetiyên bûrokratîk ji bo guhertina paşnavê tirkî, ku lêçûnên wê jî gellek in, Ronî newestiya heya ku mirazê xwe bi cih anî: “Min serî li dezgeha dewletê da, ji bo ku ez paşnavê xwe bikim Stêrk, lê karmend ji min re gotibû eger tu wek şexsekî serî lê bidî emê daxwaza te bi cih bînin, ji ber ku eger em daxwaza te wek Kurdekî bi cih bînin, wê nakokî di navbera me û Tirkan de çêbibe.” Lê Ronî li ser guhertina navê xwe wek Kurdekî bi îsrar bû û doz vekir, doza wî jî hate redkirin lê ew paşde venegeriya: “Ez çûm pêşiya dadgehê jî û min ji wan re got ku ez derpiyê xwe jî bifiroşim, ez dev ji vê dozê bernadim.” Dozê nêzîkî sê salan domand, Ronî jî gellek dokûment civandin û tê de îspat dikir ku berê paşnavên Kurdan kurdî bûn lê ji ber fermaneke tirkî Kurd neçar mabûn ku paşnavên tirkî bi dara zorê bipejirînin: “Di mehkemeya bilind de min ji wan re gotibû min mafê penaberiyê ji we wergirtiye ne ji ber ku ez kesek im ku navê wî Ronî ye, lê ji ber kurdbûna min, vêca ji bo çi hûn vê dozê napejirînin. Di dawiyê de gotin emê daxwaza te bi cih bînin, lê divê tu ji medyaya kurdî re derbarê vê mijarê de neaxivê, min got belê lê pişî çend rojan min raya giştî bi rêya Özgür Politikayê agahdar kir, divê her Kurdek bizanibe ku mafê wî ji bo paşnavekî kurdî heye”. Ronî tênagihije ku bo çi Kurd paşnavên tirkî bi xwe ve hiştine, “yanî tu ji eşîra Zana yî, ji bo çi wê paşnavê te Türkoğlu be, Ahmet Turk her kes dizanê ku ew ji mala Qelendera ye, Turk ji kû hatiye?”.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s