Kulîlkên zeytûna Hiyamê li Bonnê pişkivîn

Hiyam li mala xwe li Bonnê / Rûdaw

Rûdaw/ Z.A – Hiyam Qereceh ji gundê Kutana yê ser bi herêma Kurdaxê ye. Ew nêzîkî 13 sal ji welat derketiye û li bajarê Almanya Bonnê dijî. Berî sê salan, dema Hiyam çend tişt ji mala xwe re dikirîn, çavên wê li şitlekî zeytûnê ketin û bê ku pê bifikire hema şitl kirî û bir mala xwe. “Min şitl dît û hema ket dilê min.” Lê li pey eşqa Hiyamê ji dara zêytûnê re çîrokek heye, Hiyam wiha ji Rûdawê re behsa wê çîrokê dike: “Dema ez zarok bûm bapîrê min ji min re gotibû eger tu îsal di xwendina xwe de biserkevî ezê ji te re gustîleke zêrîn bikirim, min jêre gotibû ez tiştekî naxwazim bes eger te dareke zeytûnê me li gund bihîşta, minê ji bo wê darê maleke xwe li gund bigirta.” Ew dibêje ku nîvê erdên gundê Kutana ya bapîrê wê bû lê ew mirovekî “zêde camêr”  bû, zeytûnên xwe li ser gundiyan belav dikir û hinekan jî bi zora sîlehê jê standin, ji ber wê jî ew mala xwe li gund firot û çû Helebê. Hiyam hezkirina xwe ji gund re wiha vedibêje: “Kêfa min gellekî ji serdana gund re dihat, em diçûn nav zeviyan û nav darên zeytûnê, lê ji ber ku darên me yên zeytûnê tine bûn em li gund pirr nediman. Ji ber ku hemû kesên ku li gund rûdidin ji bo xizmeta daran li wir dimînin, min jî hîs dikir ku tenê hebûna zeytûnan dihêle ku girêdana min bi gund re hebe.”

“Ji min re digotin ev dar li vir nabe û wê bimire”

Berî sê salan dirêjahiya şitla zeytûnê ya Hiyamê 15 cm bû, niha jî dirêjahiya darê bûye nêzîkî metrek û nîvê. Hiyam dibêje ku wê dara xwe bi hezkirinê mezin kiriye û herdem haya wê ji darê hebû, dema havîn dihat dara xwe derdixist balkonê û dema hewa sar dibû dar dixist hundirê malê. Kesî bawer nedikir ku ev dar wê mezin bibe: “Dema min nû dar kirîbû kesên ku dihatin mala me henekên xwe bi min dikirin û herdem digotin ev dar li vir nabe û wê bimire, niha dixwazim ew kesên ku bi min dikeniyan werin mala min û  bibînin dar di çi rewşê de ye.” Lê tiştekî din jî yê balkêş derbarê dara Hiyamê de heye: kulîlkên darê wê ji niha de pişkivîne, herçiqasî kulîlkên darên zeytûnê di meha Nîsan û Gulanê de dipeqin. Hiyam çav li rê ye ku ev kulîlk bibin zeytûn, daku çavên  xwe bi dîtina teneyên zeytûnê şad bike.

Bonn 014

Di vê dema dawî de jî hin wêneyên ji Efrînê yên darên zeytûnê yên birrî di facebook de belav bûn. Hiyam ji ber vê yekê gellekî xemgîn bû û got “bi rastî ew dar guneh in, ewqas sal temenê wan heye, tu niha jî werî ji kokê ve bibirrî. Lê ji aliyekî din jî ez helwesta wan kesên ku ji ber sermayê dimirin fêm dikim, di dawiyê de dar ji bo xêra mirovan hatine çandin.”

Hiyama dayîka Hêva û Sîpan niha li bexçeyê zarokan dixebite û di heman demê de jî ji bo testa zimanê almanî “B1” xwe amade dike, daku dest bi pîşeyê xwe di warê hajbûna zarokan de (Kinderbetreuung) bike. Hiyam difikire ku piştî zarokên wê mezin bibin ew vegerê Kurdaxê û li Efrînê ji xwe re hewşekê bigire, daku herdem nêzîkî gundê xwe be.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s