Herêma Kurdistanê beşdarî Pêşangeha Navnetewî ya Turîzmê li Spanyayê (Fitur)

Standa Kurdistan Fitur 2013 / Foto: KRG Spain

Madrîd/Rûdaw – Ev cara yekemîn e ku Herêma Kurdistanê cihekî xwe li pêşangeha navdewletî ya Turîzmê li Madrîdê distîne, di pêşangeha ku bi navê Fîtûr tê naskirin îsal bêhtirî 167 dewlet û 8900 fîrme beşdarî vê çalakiyê bûn ya ku di navbera 30ê çileyê û 3ê sibatê hate lidarxistin.

Beşdarbûna Herêma Kurdistanê jî bi rêya Nûntertiya Hikûmeta Herêmê li Spanyayê, Rêvebiriya Giştî ya Geştûguzariyê li Kurdistanê û Grûpa Marjan hatibû temsîlkirin.

Li gorî malpera Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê KrgSpain radighîne birêvebirê Grûpa Marjan birêz Hindirîn El Ozairy derbarê beşdarbûna xwe di vê çalakiyê de wiha axivî: “Ev pêşangeh serkeftî bû û fersendeke tekane da Grûpa Marjan û Herêma Kurdistanê ta ku xwe pêşkêşî fîrmeyên turîzmê yên spanî û yên navnetweî. Em têgihîştin ku li vir li Spanyayê Kurdistan bi temamî nenaskiriye û agahiyên ku li ser Kurdistanê hene gellek kêm in, lê gellek turîst hene ku xwesteka wan heye ji bo naskirina cihên nû û gellekan daxwazên xwe anîn zimênji bo serdankirina Kurdistanê”. Hindirîn axaftina xwe wiha domand “Meligel fîrmeyên Spanî yên turîzmê lihevkirin îmze kirin ji bo şandina grupan ji Spanya re bi armanca naskirina welêt, her wisa ji bo xwendinê û tûrîzma tendûristiyê..hwd”.

Hêjayî gotinê ye ku ji bilî beşdarbûna kesayetiyên fermî wek wezîr û balyozan pêşangeh ji aliyê xelkê ve jî tê serdankirin, îsal 210 hezar kes serdana pêşangehê kirin. Her wisa pêşangeh ji aliyê medya cihanî ve eleqeyeke mezin dibîne, zêdetirî 7 hezar rojnamevan ji 59 dewlet hatin Madrîdê ji bo şopandina çalakiyên ev hevdîtina navnetwî ya geştûguzariyê.

Vîdyo bi kurdî li ser beşdarbûna Herêma Kurdistanê:

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s