Balyoza tirk li Madrîdê destwerdide karûbarên parlemena Baskê

Ji aliyê çepê balyoz Ayşe Sinirlioglu û ji aliyê rastê seroka Parlemena Baskê Bakartxo Tejeira

Madrîd (Rûdaw) – Di 18ê sibata borî de balyoza Tirkiyeyê li Madrîdê, Ayşe Sinirlioglu, faksek ji seroka Parlemena Baskê, Bakartxo Tejeira, re şand. Sinirlioglu tê de nerazîbûna xwe ji pêşniyara grûpa baskî ya bi navê “EH Bildu” ya derbarê mafên Kurdan û şermezarkirina qetilkirina hersê çalakvanên PKKê li Parîsê nîşan dide. Sinirlioglu di nameya xwe de ji Tejeira daxwaz dike ku “hemû hêza xwe bi kar bîne” ji bo ku însyatîfa grûpa EH Bildu neyê pesendkirin. EH Bildu di pêşniyara xwe de daxwaz kiriye ku Parlemana Baskê bikeve nav hewldanê, da ku Parlementoya Ewropayê nehêle ku Tirkiye bibe perçeyek ji Yekîtiya Ewropayê, madem ku çewsandina çalakvanên kurd didome.”

Balyoza tirk di nameya xwe de wiha nivîsiye: “Min bi xembarî pêşniyara grûpa EH Bildu ya derbarê “Kurdistanê” de pêşwazî kir. Di vê pêşniyarê de tawanên metirsîdar û agahiyên şaş derbarê Tirkiyeyê de hene ku divê berî standina biryareke pêşwext bên sererastkirin.” Sinirlioglu nerazîbûna xwe li hemberî xwediyê pêşniyarê parlementer Igor López de Munain nîşan daye ku gotibû ew gihîştiye wê encamê ku dewleta tirk berpirsiyarê kuştinên Parîsê ye.

Sinirlioglu: “PKK berpirsiyara kuştina bêtirî 40 hezar kesan e”

Dîplomata tirk Sinirlioglu acizbûna xwe ji pêşniyara EH Bildu aniye ziman ku PKKê weke “Tevgera Azadiya Netewî ya Kurdî” bi nav dike û wiha pê de diçe: “PKK rêxistinek terorîst e û berpirsiyara kuştina bêtirî 40 hezar kesan e, ne tenê ji hemwelatiyên me, ku di nav de yên esilkurd jî hene, lê her wiha kesên sîvîl ji gellek neteweyan.”

Sinirlioglu berî ku nameya xwe ya du rûpelî bi dawî bike, tehdîdeke nepenî li seroka Parlemena Baskê dike. Sinirlioglu behsa pêwendiyên bazirganiyê di navbera Spanya û Tirkiyeyê de dike û balê dikişîne ser berjewendiyên karsazên welatê Baskê û fersendên bazirganiyê ku Tirkiye pêşkêşî wan dike. Ayşe Sinirlioglu di dawiya nameya xwe de wiha nivîsiye: “Ev pêşniyara ku min li jorê behsa wê kiriye hewleke ji bo tarîkirina têkiliyên me. Ji ber wê jî ez di wê baweriyê de me ku cenabê we wê hemû hêza xwe bi kar bîne ji bo rênedana ku ev pêşniyar bê pesendkirin”.

EH Bildu: “Ev desttêwerdan nayê qebûlkirin”

Bersiva Baskên çepgir jî dereng nema. Di 25ê Sibatê de EH Bildu derbarê faksa balyoza Tirkiyeyê de belavokek weşand û wiha bersiva balyoza tirk daye: “Ev desttêwerdan nayê qebûlkirin, bila balyoza tirk bizanibe ku Hikûmeta Tirkiyeyê ne ti kesek e heta ku ji Parlemena Baskê re bêje ku ew li ser çi mijarê guftûgoyê bikin yan jî na.” EH Bildu nerazîbûn li hemberî helwesta balyoza tirk ya derbarê pêşniyara wan di Parlemena Baskê de nîşand da û destnîşan kir ku “ev zext, tehdîdên xurt û kiryarên antîdemokratîk yên balyoza tirk nîşana wê polîtîkaya Hikûmeta Tirkiyeyê ne li hemberî Kurdan û yên ku piştgiriya gelê kurd dikin”

Ji aliyê xwe ve seroka Parlemena Baskê, Bakartxo Tejeira, nameyek ji balyoza tirk re şand û tê de diyar kir ku gotûbêjên derbarê însyatîfa EH Bildu de wê bidome, ew jî “li ser bingeha serdestiya dadweriyê û serxwebûna Parlemena Baskê”.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s