“Ji bilî çiyayan gellek hevalên Kurdan hene”

Ji çepê: José Turpin Molina, Eduardo López Busquets, Daban Şadala û Manuel Martorell / Rûdaw

Di 14ê adarê de Mala Erebî li Madrîdê, ku ji aliyê wezareta derve ya spanî tê fînansekirin, bo cara yekemîn çalakiyeke kurdî hemêz kir, ew jî salvegera komkujiya Helebceyê bû. Rêvebirê Mala Erebî Eduardo López Busquets weke moderator beşdarî panelê bû, wî bixêrahatina haziran kir û panelvanan pêşkêş kirin. Despêkê nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê Daban Şadala axivî û spasiya hem Mala Erebî kir ku deriyê xwe ji Kurdan re vekir û hem jî spasiya hemû kesên hazir kir ji ber amadebûna xwe û piştgiriya wan ji gelê Helebceyê re. Şadala bi hejmaran behsa qurban û birîndarên Helebce û Anfalan kir û wan bi bîr anî.

Balyozê Spanyayê li Îraqê José Turpin Molina ku wê çaxê balyozê welatê xwe li Îranê bû beşdarî panelê bû û behsa matbûna xwe ji rûdana bûyera komkujiyê kir “Me bawer nedikir ku di dawiya sedsala 20an de tîştekî wisa rû bide”, balyoz behsa reva xelkê Helebceyê ber bi sînorên Îranê ve kir û çawa ku hikûmeta Spanyayê alîkariya hin birîndarên komkujiyê kiribû û wan li nexweşxanyên Barcelonayê derman kirin. Her wiha Turpin behsa serdana xwe ya berî salekê ji mûzeya Helebceyê re kir û ku çiqas ev serdan jê re hestiyar bû nemaze ji berbandora ew wêneyên ku hema piştî topbarankirina Helebceyê hatibûn kişandin. Turpin axaftina xwe bi van gotinan bi dawî anî “Kurd dibêjin ku ji bilî çiyan ti hevalên wan nîne, ez jî dixwazim tekez bikim ku ji bilî çiyan gellek hevalên Kurdan hene”.

Martorell: “Helebce ne tenê êşa Kurdên Îraqê ye, lê belê ew êşa hemû Kurdan e”

Para herî dirêj ji panelê ya dîroknas û rojnamevan Manuel Martorell bû, wî behsa ezmûna xwe ya personal kir dema serdana başûrê Kurdistanê weke rojnamevan kiribû di sala 1991an de. Manuel bi rêya nîşankirina statîstîkan û wêneyên ku ew kişandibûn behsa xerabûna gund û bajarên Kurdan ji aliyê rejîma Baasê kir. Di nav wêneyên wan bajarên xerabûyî de Manuel bal kişand li ser wêneyekê ya nemir Qazî Mihemed ku li ser stûneke kevirî hatibû danîn û wiha li ser şîrove kir “Li ba Kurdan sembolên hevbeş hene wek ala Kurdistanê, sirûda netewî û serokan, Qazî Mihemed jî ne tenê sembolek e ji kurdên Îranê re lê ew ya hemû Kurdan e, wisa jî Helebce ne tenê êşa Kurdên Îraqê ye lê belê ew êşa hemû Kurdan e”. Xwediyê pirtûka “Kurdistan: Rêwîtiyek ber bi Welatê Qedexe ve” bal kişand li ser ew çek û balafiran yên ku li dijî Kurdan hatibûn bikaranînîn ku li Spanya, Fransa, Yekîtiya Soviyêtê û Almanya hatibûn çêkirin, her wisa li ser rola hevkariya Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê ligel kujerên Kurdan ku bi rêya balafirên sîjûriyê agahî didan artêşa Sedam Husên. Martorell destnîşan kir ku civaka navnetewî wê demê dizanîbû ku artêşa îraqê bajarên kurdî xerab dikir û Kurdan jî dikûşt lê ew ji bo ku metirsiya tehdîda Îranê rawestînin piştgiriya rejîma Îraqê dikirin.

Li dawiyê jî Martorell çend wêneyên taxên nûavabûyî li Herêma Kurdistanê nîşan kirin û bal kişand li ser geşbûna aboriya herêmê wek hebûna senterên bazirganiyê, balafirgehên navnetwî, pîşesaziya petrolê, avakirina zanîngehan û gellek pêşketiên din ku dikarin “Kurdistana Îraqê bikin motora aborî ne tenê li Îraqê lê herwiha li tevahiya Rojhilata Navîn”. Martorell di dawíya axaftina xwe de bi awakî erênî behsa ezmûna herêma Kurdistanê kir “Kurd ji min re îsbat kirin ku li rojhilata navîn hebûna civakeke pêşdeçûyî tiştekî gengaz e, vane wêne û agahî jî li pêşiya we ne”. Li dawiyê panelê û piştî bersivandina pirsên haziran dokumentalek bi navê “Barana Mirinê” ya derhêner Hebîb Ghaderî hate nîşandan û piştre çalakî bi koktêlê bi dawî bû. Hêjayî gotinê ye jî ku çalakî ji aliyê ekîpa kanala Galî Kurdistan hate şopandin.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s