
Rûdaw / Z.A – Bi boneya Newrozê Ala Kurdistanê li şarederiya bajarê San Sebastianê hate hildan.
Newroza îsal li Spanyayê li Madrîdê û li du bajarên Welatê Baskê hate pîroz kirin, di roja 21ê adarê Şarederiya bajarê San Sebastianê (bi baskî Donostia) bi boneya cejna Newrozê ala Kurdistanê li ser balkona şaredariyê danîbû û çar kesan ji çar aliyên Kurdistanê vexwendin ji bo pîrozkirina cejnê li salona şarederiyê. Şareder Juan Karlos Izagirre bi gotinên “Newroz pîroz be û hûn bi xêr hatin Donostia” pêşwaziya Rehîm Qadirî (Rojhilat), Abdulsatar Abêd (Başûr), Rehmî Batûr (Bakur) û hevkarê Rûdawê li Spanyayê (Rojava) kirin û ji wan xwest ku rewşa kurdan li wan perçeyan jê re şîrove bikin.
Her wisa herdu rojnamevanên pispor di pirsa kurdî de Manuel Martorell y Urtzi Urrutikoetxea di vê civînê de amade bûn. Televîzyon jî û rojnameyênbaskî curbecûr derbarê naskirina rewşa kurdan hevpeyvîn ligel çalakvanên Kurd çêkirin, di dema hêvarê de jî panelekê li salona çalakiyan ya pirtûxanyea bajêr li ser rojeva pirsa kurdî hate lidarxistin.

Baskî jî Newrozê bi kêfxweşî pîroz kirin
Di roja 22ê adarê de meydana kevnar ya bajarê Bilbaoê bû cihê pîrozbahiya Newrozê ya ku ji aliyê Kurd û Baskiyan ve hatibû organîzekirin. Şahî di saet 9ê hêvarê de bi mûzîk û dansa tradisyonal ya baskan despê kir, piştre Kurdan di dema vêxistina agir de strana nemir Aram Tîgran “Newroz e Newroz e” xwendin. Ji bo pîrozkirina vê şahiyê ji Almanya dengbêj Sîpan Havîn û sazbend Ahmed hatibûn vexwendin, bêhtirî 100 kesî ji Kurd û Baskan li ser deng û awazên wan govendên cûrbecûr girtin û Newrozê bi çoşeke mezin pîroz kirin. Her wisa di vê şahiyê de nûnerê partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li Brîtanyayê Akif Rizgar Wan amade bû, Wan di vê serdana xwe ji Welatê Bask re ligel çend parlementerên baskê civiyabû ji bo gotûbêjkirina pirsa kurdî li bakurê Kurdistanê. Digel barîna baranê dîlan heya dawiya şevê ranewestî , baskî jî herdem diketin dîlanê û fêrî bazdanê dibûn.
Balyozê spanî ji bo Kurdan kêfxweşî û ji Kurdistanê re çareseriyê daxwaz kir
Di 23ê adarê Navenda Persepolîs ya îranî li Madrîdê û bi hevkariya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê şahiya Newrozê lidarxistin.

Ji ber reklama îsal ku di çapamendiya spanî de derbarê Newrozê baş hatibûn belavkirina cihê şahiyê bi xelkê tijî bûbû. Di vê şahiyê de hunermendên farsî û spanî di bin navê “Isfahán-Granada Ensemble” bi stran, mûzîk û bazdana Flamenco cemawerê şanoyê kêfxweş kirin.

Hunermend Karwan Ehmed ku ev cara dûyemîn e beşdarî Newroza Madrîdê dibe ji Rûdawê re got ku îsal grûpa wî ya mûzîkê bi navê “Sham Ensemble” beşdarî cejnê dibe û her wisa grûpa bazdanê ya bi navê grûpa Govenda Kurdî û wiha domand “Me îsal xwest ku em hemû deng û rengên mûzîkê yên her sê parêzgehên herêma Kurdistanê pêşkêşî xelkê Spanyayê bikin”. Bi gîştî 25 mûzîkvan û dîlanger hilkişîn ser dika şanoya dibistana Calasancio ji bo pêşkêkirina hunera xwe.

Di vê şahiyê de jî balyozê Spanya li Îraqê José Turpin jî amade bû, dema me xwe weke hevakrê Rûdawê pêşkêş wî kir, Turpîn sorprez û kêfxweş bû, wî got “Rûdaw!, em li pêşiya rojnameyeke ciddî ne”, derbarê pîrozkirina vê cejnê Turpîn wiha ji Rûdawê re axivî “ Ev cara sêyemîn ku nûnertiya herêma Kurdistanê Newrozê li Madrîdê pîroz dike, ev jî tê wateya ku şûna Kurdistanê hêdî hêdî li Spanayayê berferh dibe, ji Madrîdê ez hezdikim bi boneya Newrozê ji bo hemû hevalên kurd re silvan bişînim û daxwazek min heye ku newroza îsal ji bo kurdan kêfxweşiyê û ji bo Kurdistanê çareseriyek bi xwe re bîne”.
Bila destên te , kar û kedên te sax bin Zinarê min
Spas Hêvron, bi rastî min got qey te ev reportaj nexwendiye, ji ber ku dizanim ku tu pir mijûlî. Îro ez bi şîroveya te agahdar bûm ji ber ku ew çûbû qotîka spam. Dema min şîrove dît ez gellek bi gotinên te kêfxweş bûm. Barek maç ji te re heya Malagayê.